41 Destanên Kurdî

Sal 1986-96 di wan salên ku min lêkolîn li berhemên Folklora Kurdî dikir de, 1.710 perçe folklor
ketibûne destên min û min ew di deh cild pirtûk de bi navê ”XWENÇE” di tarîxên cuda de weşandin.
Di nava wan berheman de 23-25 Destanên Kurdî hebûn. Hinek ji wan tenê stranek li ser wan
destanan hatiye gotin, hinek jî çîroka wan, serpêhatiya wan bi kurtî hatiye gotin.
Çend roj berî niha, min li rûpela xwe ya Facebookê kurtenivîsek weşand û min pirsî ka kêî dizane ku
çend Destanên Kurdî hene?
Van biraderên ku navê wan li jêrê ye, her yekê çend navê destanan  li binê nivîsa min nivîsîbûn:
Acar Can, Onur Cebe, Wedat Urtekin, Rêdîr Ceifer, Mesut Bilir, Faruke Feroyi, Hesenê Ale, Armîs
Keyxusrew, Dilêr Dêrik, Cercîs Yousif, Mouhrram Cankurd, Dilêr Dêrik, Taha Aslan, Sores Bladhede,
Taha Aslan, Aydin Uneşî û Cemal Firat. Sipasiyên germ ji bo hemû biraderan…
Ji van destanên kurdî yên li jêrê, çend ji wan menşûr in û her kes bi wan dizane wekî Mem û Zîn,
Siyabend û Xecê û hwd. Lê hin ji wan zêde kes pê nizane.
Hêvîdar im ku ev nivîs bibe rêvekerek ji bo ciwanên me yên nûhatî ku li van destanan lêkolîn bikin û
naveroka wan derxin holê, binivîsin û bikin malê mêjû.
Min navê hin destanên ku dubare hatibûne nivîsandin ji navê derxistine û tenê yek hiştiye, li
gor rêza alfabeyê 41 Destanên Kurdî ev in li jêrê:
1-  Bavê Fexrî
2-  Bavê Şikrî
3-  Bersisê Abid
4-  Binefşa Narîn
5-  Bozanê Lawê Pîrê
6-  Bozê Zerî û Xişmanê Heyderî
7-  Cembeliyê Mîrê Hekariyan.
8-  Derwêşê Evdî û Edûlê
9-  Dewrêşê Evdî û Edolê
10- Elo Şêxanî yan jî Kerr û Kulik
11- Ferhad û Şêrîn
12- Elo û Fatimê
13- Evdalê Zeynikê
14- Ezdîn Şêr Beg

15- Ferx û Sitî
16- Gûrîyê Qedê
17- Heso û Nazê
18- Hovekê Misûsanî
19- Kalê Ristem
20- Kawayê Hesinkar
21- Kela Xursê
22- Keleha Dimdimê
23- Kurê Ruyal û keçika Çiyayê Qereçûxê
24- Lelîxan û Hesam
25- Mem Axayê Şikakî
26- Mem û Zîn / Memê Alan
27- Qewlê Hespê Reş e
28- Rostemê Zal
29- Senem û Husên
30- Sêva Haciya
31- Siyabendê Silîvî û Xecê
32- Siyabendê Silîvî û Elîfa Emer Axa
33- Stî û Ferxî
34- Şerê Ereban û Êla Milan
35- Şêwlê Mezrayî
36- Tahir û Zahirê
37- Ûsibê Nebiya
38- Xelefê Şovî.
39- Xelîl Bego
40- Yadoyê  Dimilî

41- Zembilfroş
 
Zeynelabidin Zinar-Diyarname.com

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Dema Bextê Jan Valjean

Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

Zêdetir
Milyaketê Muzîka Kurdî

Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext