Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê
lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi ro heta esrê radiza. Gava ku esrê
radibû, Kerîmana jina wî jê re taştê amade dikir. Divê çaya wî hazir bûya. Kerîman berîya ku
ew rabe jixwe li ser kuçik ava çay dikeland. Mihê êpêce çay vedixwar. Pê re titûn dipêça,
cixare dikişand.
Carna ku em rastî vê seremonîya wî ya çay û cixare bihatana, gazî me dkkir, me li cem xwe
dida rûniştandin, bi me re xeberdida, gelek cara şîretan li me dikir. Mînakên xwe li ser heste
û qutîya titûnê de nîşan dida. Herda datanî kêleka hev digot, “binhêrin, Dunya bi dor e , ne bi
zor e, geh li jêr e, geh li jor e.” Her wiha cîhê heste û qûtîyê diguhurand. Wekî ku bêje, “em
îro li virin, sibê Xwedê bizanibe li ku ne.”
Îro rûdanên Dunyayê nîşan didin ku însan ji xwe re ne. Ji bo xwe ye. Çi were serê kê xem
nake, guh nade nebaşî û nepakîyan ku heta neyê serê wî. Gava ku were serî jî, îcar kesên din
guh nadinê. Hinek hene nexweşin, feqîrin, ketîne, bindestin, perîşan û belengazin lê tenê û
bêalîkarin jî. Kes êdî dest navêje kesî. Wekî gotinên mezinên me “tu dibê Dunya xirab bûye,
elametên qîyametê ne. ”
Xwendevanê/a hêja, ne hewceye em hûrgulî û teferûatên mînakên ku me li jorê qesta wan
kirîye li hev zêde bikin, serê we biêşînin. Ez dibêm, halên wiha li we teva eyan e. Werin em li
ser berevajîya van halan bisenin, însan û însanîyetê ji bîr bînîn, bi xwe, bi hevîrê xwe bihisin.
Helbet ji bo vê mijarê mînaka herî zexm romana binavûdeng ya Victor Hugo ye. Navê orjînal
ya romanê bi Fransî “Les Misérables” e. Navê wergera romanê bi Tirkî “Sefiller” e. Ez dibêm
em dikarin “Les Misérables” wekî “Belengaz” bi Kurdî binav bikin. Ezê bi vê wergerîyê
behsa romanê bikim. Hêvîdarim xelet nebe.
Belengaz (Les Misérables)
Roman dîrokî ye, di sala 1862an de weşîyaye. Nivîskar Victor Hugo ye. Navê orjînal “Les
Misérables” e. Ji klasîkên sereke yên edebîyata Cîhanê ye. Pênc cîld e. Her cîldek qasî
romanek berfireh e.
Karakterên Sereke
Jan Valjean: Qehremanê sereke ya romanê ye. Berê gundîyek jîrek bûye, paşê dizîyê dike,
dikeve hepsê. Piştî mehkûmîyetê bazirganîyê dike. Dibe şaredar, paşê baxçevan. Ji xirabîyê
paqiş dibe, ji bo civakê dibe yekî kêrhatî.
Javert: Polêsê dewletê ye. Yekî rast e.
Monsieur Beinvenu: Pîskoposê bajaroka D’yê ye. Wezîfedarê olê ye ku bi qencî kirina ve
rojên xwe derbas dike ye.
Fentine: însanek baş e lê ji ber şertên xwe dibe gandêr.
Cosette: Qîza Fentîne yê ye. Keçmarîya Jan Valjean e. Nazik û şirîn e.
Serbaz Baron Georges Pontmercy: Serbazek doxînsist ji Walerloo’yê ye. Piştî ku kal dibe ji
xûyê xwe diçe, xwe dide çandina kulîlkan.
Marius Pontmercy: Kurê Serbaz, hevalê Casette’yê ye. Xortekî ku xwe pêşkeşî xatirê bavê
xwe kirîye ye.
Kurtahîya Romanê
Roman çîroka Jan Valjean e ku ji ber bo zarên xûşka xwe nan dizîye, bi dûhevketina di
navbera wî û Javert de derbas dibe. Jan Valjean ji ber nan dizînê pênc sal mehkûm dibe.
Jan Valjean, ji bo dizîna nanek tenê cezaya mehkûmîyeta bêrê hildide. Cend cara hewl dide
ku bireve lê tê girtin û cezayê wî dibe nanzdeh sal. Di sala 1815an de serbest dimîne lê ji ber
serpêhatîyên xwe bawerî û gumanên xwe winda kirîye, li hember civakê bihêrs û bêguman e.
Bi belengazî û perîşanî diçe bajaroka D’yê. Li wir ji Pîskoposê bajarok qencî dibîne û rihê wî
qenc dibe. Pîskopos pir baş pê re eleqeder dibe û qencîyan dike. Hildida mala xwe, dixe
mêvanê xwe. Jan Valjean di emrê xwe de qencî û başîyek wiha nedîtîye. Kêfxweş û bextewar
dibe. Lê ji ber ku rihê wî bi tarî û tenîyan de xirab bûye, nîvê şevê radibe, li mala Pîskopos
dizîyê dike û taximên xwarinê hildide, derdikeve diçe. Lehzeyek şûnda tê girtin. Polês
pêderdixin ku ew kelmelên ku dizîye yên Pîskopos in. Digrin, tînin cem Pîskopos. Pîskopos wê
demê jî mînaka însanîyetîyê ya bilin nîşan dide û dibê wan taximan min dayê, paşê dizvire ser
Jan Valjean dibêje “te şimadank jî bîr kirîye, nebirîye, min wan ji dabû te.”
Li ser vî Jan Valjean lêborîn ji Pîskopos dixwaze û soz didê ku wê ji vir şûnda bibe kesek baş û
rast. Diçe li Bakûrê Fransayê cîwar dibe û dest bi karê îmalata micevheran dike. Paşeroja xwe
vedişêre û dewlemend dibe. Bi qencî û kirinên xwe ve dilê xelqê xweş dike û dibe şaredar.
Lê veşartina paşerojê ewî şikbar dike û Javert, li ser rûdanek dizîyê lê şik dibe û pey dikeve. Ji
ber dizîya bajarokê Javert gava ku tê Jan Valjean bigre, dibihîze ku ji bo heman bûyarê yekî
din hatîye girtin. Ji Jan Valjean lêborîn dixwaze. Ji ber vê xeletî û şaşîyê dixwaze îstîfa bike lê
nayû qebûlkirin. Serê mijarê tê girtin, rûdan ji bîr dibe. Lê wîjdana Jan Valjean qebûl nake ku
yekî din di dewsa wî de hatîye girtin. Diçe xwe dide dest, sûc hildide ser xwe û tê girtin. Şevek
di hepsê de dimîne paşê firar dike, direve.
Jan Valjean diçe perên xwe yên ku bi keda helal ve kar kirîye û Cosette’yê hildide, xwe
diavêje manastirek. Li wir baxçevanîyê dike. Cosette jî diçe dibistana rahîbetîyê. Wekî ku ji
Javertê polês rizgar bûne, di ewlekarîyê de dijîn.
Salên wanên ku bi aramî û di ewlekarîyê de derbas dibin, bi mezinbûn û xamatîya bedew ya
Cosette ve diguhure. Dilê Cosettde dikeve Marius ku kurê serbazek ji artêşa Napolyon e.
Marius, di destê kalkê xwe yê dewlemend de gihîştîye û ew jî wek Jan Valjean her daîm
piştgirîyê dozdaran e û di nav sosyalîstên ku di sala 1832an de serîhildane daye.
Cosette û Marius li Parîsê, di parka Luxemburg Gardens de hev dinasin û ji hev re tele tel
nameyan dişînin. Parîs serîhilda ye. Sosyalîstên Parîsê di sala 1832an de serhildanek ku wê
têk here, saz dikin. Marius jî bi hevalên xwe ve tev li vê serhildanê dibe. Jan Valjean jî di nav
wanda ne. Gava Parîs bi xwînê tê şûştin, Jan Valjean û Javert dîsa tên hemberî hev. Jan
Valjean, Javert û Mariusê ji mirinê xilas dike. Javert, Jan Valjean nagre. Jan Valjean jî hewl
nade ku Javert bikuje. Lê li hember vê tevgera Jan Valjean, Javert dibîne ku hemû hêjayên jê
bawer kirîye hejyane û hilweşîyane. Di jîyana xwe de, cara yekem dibîne ku mehkûmek ji
însanek ku hurmetdarê qanûnane baştir dibe. Bawer dike ku heta niha, wek polêsekî gorî
îhtîmalên xelet tevgerîyaye. Jan Valjean nagre lê xwe dikuje.
Rewşa serhildaran nerind e. Marius birîndare. Jan Valjean ewî hildide dibe mala kalkê wî. Lê
Marius nizane ka gelo kê ewî xilas kirîye.
Jan Valjean dibîne ku Cosette û Marius ji hev hez dikin, qirar dide ku nekeve navbera wan.
Hîn dibe ku wê bizewicin. Perekî mezin dide Cosette’yê. Cosette êdî barones e û Jan Valjean
naxwaze ku bavê wî wek mehkûmek were zanîn. Ji wan diqete û tenê dimîne. Lê Marius
hîmbûye ku kê wî xilas kirîye. Herd ciwan ber bi Jan Valjeanê ku di doşeka mirinê de demên
xwe yê dawî derbas dike ve direvin. Jan Valjean di nav cîyê xwe de pêşwazîya wan dike. Her
sê ser hev de digrîn. Jan Valjean di doşeka mirinê de jî bextewarîya wan dixwaze. Şimdankê
ku berîya salan pîskopos dîyarîyê wî kiribû dide Cosette’yê.
Cosette û Marius dizewicin. Jan Valjean jî piştî waxta jîyana xwe ji dest dide.
Hestê Mihê Rihanê
Îro edebîyata Dunyayê nîşan dide ku însan wek însana bûye. Tenê ji xwe re nebûye, fedakar û
canfeda bûye. Xem kirîye, guh daye, alîgir bûye.
Wekî me li jor jî got, Mihêyê Rihanê gazî me dikir, şîreta li me dikir. Mînakên xwe li ser heste
û qutîya titûnê de nîşan dida. Herdan datanî kêleka hev digot, “binhêrin, Dunya bi dor e , ne
bi zor e, geh li jêr e, geh li jor e.” Her wiha cîhê heste û qûtîyê diguhurand. Wekî ku bêje, “em
îro li virin, sibê Xwedê bizanibe li ku ne.”
Gelo hestê Mihê niha li jor e yan li jêr e?…

















