Hêvî û Heval

Di salên 80 yan de li Dutaxê salonek sînemayê hebû. Xwedîyê wê Îsmet bû. Sînema di orta
zikê sûka navçê, li hember postexanê bû. Salonek zirav û dirêj bû. Bi zêdeyî havîna vedibû.
Di demsalên sar yên zivistanê de hundurê salonê germ nedibû. Sê çar sobê komirê tê de
bişxulîyana ancax dikaribûm germ bikirana. Ew jî ji quweta Îsmet zêdetir bû. Lê bihar, havîn
û payîzê hêsantir bû, her êvar vedibû û rojê seansek dileyîst.   

Malbata Îsmet  bi eslê xwe Ereb bû. Waxtê de ji Sêrtê hatine, li heremê cambazî û bazirganî
kirine, her wiha li Dutaxê cîwar bûne.  
Yê ku ji sosyolojîya Dutaxê beled in, dizanin. Dutax, bajarokek piçûk e ku tê de him Kurd
him jî Tirk dijîn. Di navbera Kurd û Tirkên polîtik de dubendîya sîyasî  heye. Tirkên polîtîk 
bi giştî dewa nijandperestîya Tirka dikin û piştgirê Partîya Tevgera Nîjadperest (MHP) in. Di
nav wan de yên çepger jî hene, lê hejmerê wan gelek kêmin. Civata Tirka bi giranî nîjadperest e.  

Xêncî Tirka, malbata İsmet jî, her çiqas Ereb bûn, lê xwe li ser Tirka digirtin û dewa
nîjadperestîyê dikirin. Jixwe di Dutaxê de malbata yekta yê Ereb, ew tenê bûn.  

Ji bo van sedeman İsmet bi piranî filmên Cunety Arkin dianî. Me jî ji fîlmên Cuneyt Arkin
hez nedikir. Lê ku bihata em dîsa jî diçûn me sêr dikir. Fîlmên ku Cuneyt Arkin tê de dileyîst
bi giştî propaganda nîjandperestîyê dikirin. Gava li ser perda sipî ya salona sînemaya Îsmet,
Cuneyt Arkin li hespê siwar dibû qaşo diajote ser Bîzansa ji bo me problem ne bû, ji ber ku
hesp û şerê bi şûra xweşa me jî diçû. Lê kingê alaya ku li ser sê heyvok hene diçikandine qaşo
sûrên kela Bîzansa, wê demê di salon de jî şer derdiket, me li hev dida, fîlm nediçû serî. Ji ber
ku ew alaya ku di fîlm de dihata nîşandan di heman demê de alaya MHPê bû û me qebûl
nedikir ku di bajaroka me de piştgirên wê bi dilê xwe bi wê şabin. Gava ew alaya bi sê
heyvok derdiket ser perdê me li fiqê dida, me xîç û zibil, dar, qirşok, parçeyên texteyan,
şûşeyên cola çi destê me de hebe, me hildida diavîte perdê. Nîjanperestan jî ku dengê xwe 
bikirana îcar me bi wan re şer dikir, salona sînemayê serûbinê hev dibû. Gelek cara Îsmet gazî
cendirma dikir, cendirme dihatin nijadperestan ji salonê derdixistin, ji destê me xilas dikirin.  

Lê carna Îsmet xwe şaş dikir çi dikir, fîlmên Yilmaz Guney jî dianî. Gava ku Yilmaz Guney
bileyîsta salon heta dawîya fîlêmê bi balkêşî û bi sazdarî disekinî, gelek cara di dawîyê de me
çepik li hev didan, me şahî û hezîyên xwe nîşan dida.  

Her wiha di bajoraka me de sêrvanên sînemaya Îsmet bibûn du qeta; yên ku ji Cuneyt Arkin
hez dikirin, xwe “Cinohez” û yên ku ji Yilmaz Guney hez dikirin, xwe wek “Yilohez” binav
dikirin.  

Êdî Îsmet dizani  bû, mesela ku fîlma  “Batal Gazi” were wê şer derê. Lê  “Seyîdxan” yan jî
“Qrala Kirêt” her seans bêşer û bêdew, biaramî derbas dibû diçû.  

Welhasil me di atmosferek wiha de Yilmaz Güney nas kir. Me ji karektarên ku leyîstîye yên
wek Xidir, Seyîdxan û Qralê Kirêt hez kir.  

Sêrvanên sînemayê û hezkirin Yilmaz Guney di demajoyên paş de bûn şahêdin berhemên
sereke yên wek “Hêvî”, “Heval”, ”Bir”, ”Rê” û “Dîwar”.  

Yilmaz Guney, dl sala 1937an de li Yenîceya Edenê haytîye dunyayê. Bavê xwe Kurdek Zaza
yê Sîverekê, dîya xwe Kurdek ji Vartoyê ye. Bixwe li Edenê mezin dibe. Ji bo zanîngehê diçe
Stenbolê. Li zanîngehê dest bi nivîsa çîroka dike. Di wan deman de  Atif Yilmaz nas dike û pê
re hevaltîyê dike. Bi desteka Atif Yilmaz dest bi xebatên li ser sînemayê dike.  

Di sala 1959an de seneryoya “Zarên Vî Welatî” û ”Gakûvî” dinivîse û bi derhênarîya Atif
Yilmaz ve  rol hildide. Di fîlma “Evîna Karacaoxlan” de dibe cîgirê derhêner. Yilmaz Guney
di heman demê de di kovarên wek “Asoyên Nû” û “Sêzdeh” de hey çîrokan dinvîse.  Di sala
1961an de bi sûçdarîya propagandaya komunîzmê ceza dixwe û du sala tê girtin.  

Piştî girtinê dîsa dizvire ser karê xwe yên sînemayê. Di wan deman de bi giştî fîlmên wek
macera dikşîne û li hember otorîteyan, serhildana “zarên Enedolê” nîşan dide. Di wan deman
de fîlma herî girîng “Zagona Sînoran”e ku derhênerîya wê Lutfî Akad kirîye. Bi vê fîlmê
Yilmaz Guney êdî digihîje hostatî û hunerîya lîstikvanîyê.  

Ev demajoya xwe di heman demê de ya zewaca yekem e. Di sala 1967 de bi Nebahat Înce re
dizewice. Lê ev zewaca wî ya yekem tenê salek dewam dike. Piştî salek ji hev diqetin.  
Du sal piştî berdana Nebahat Înce, di sala 1970ê de zewaca xwe ya duyem dike û bi Fatoş
Guney re dizewice. Wek tê zanîn ev zewac heta dawîya jîyana Yilmaz Guney didome. Di vê
zewacê de kurê wî Yilmaz Guney çêdibe.  

Salek piştî zewaca wî ya duyem, di sala 1971an de bi tawanbarkirina alîgirîya Mahir Çayan û
endamên din yên Partîya Rizgarîya Gel ya Tirkîye (THKP) du sala dîsa tê girtin.  
Yilmaz Guney di wan salên xwe yên girrîgehê de li ser sînemagerîyê dixebite û nivîsan ji
kovara xwe ya “Guney” re dişîne.  
Piştî du sala ji hepsê dertê. Di sala 1974an de fîlma “Heval” dikşîne. Di heman salê de, bi
navê “Xem” dest bi fîlmek teze dike. Di demên kêşanîyan de li navçeya  Yumurtalık ya
Edenê, di gazînoyek de dadgerê navçê dikuje û bi qasî 19 salan ceza hildide. Heta pênc sala
radizê.  
Di girtîgehê de seneryoya fîlma “Bir” û “Rê” dinvîse. “Bir” ji alîyê derhêner Zeki Ökten tê
kişandin, “Rê“ Şerîf Gören çêdike. Bi taybetî “Rê” li derva eleqeyek mezin dibîne û di
Featîvala Fîlm ya Cannes de xelat hildide.  

Di sala 1981an de ji Girtîgeha Nîvvekirî ya Sparta firar dike diçe Fransayê û li wir cîwar dibe.
Li Fransayê jî navber nade xebatên xwe û fîlma “Dîwar” dikşîne. Ew dibe fîlma dawî.  
Yilmaz Guney, salên xwe yê dawî li Parîsê derbas dike. Lê li wir bi nexweşîya pençeşêr
dikeve. Di 9 Îlon 1984an de li Parîsê jîyana xwe ji dest dide. Merxberê wî li Qebrîstana Pêre
Lachaise, di beşa 62an de ye.

Zerduşt Öztürk

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Dema Bextê Jan Valjean

Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

Zêdetir
Milyaketê Muzîka Kurdî

Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext