Keçe Kumsor

Rûpel 1

Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran. Hebû tunebû, keçeke biçûk hebû. Herkesî
pir ji vê keçikê hez dikir, lê hezkirina dapîra wê ji ya herkesî zêdetir bû. Dapîrê carcaran ji bo ku kêfa
keçikê bîne, diyariyek dida wê.
Rojekê jî dapîrê kumikeke sor da keçika biçûk. Kumik wisa xwes li keçikê dihat ku wê êdî nexwest
kumikeke din bide serê xwe. Ji ber wê yekê, navê Keça Kumsor lê danîn.
Rojekê diya wê ji Keça Kumsor re got:
–Keça min a delal, binêre min hinek fêkî, kilor û sûseyek serbet amade kiriye.
Divê tu van bibî ji dapîra xwe re; ew nexwes ketiye û bêhal e. Ku tu van bibî, wê pir
kêfa wê were… Dema tu bikevî rê, pir biaqil be û berê xwe nede aliyên din, ji riya rast
dernekeve! Û dema tu bigihîjî mala dapîrê, ji bîr neke jê re bibêje “Roj bas” û derdorê
jî tevlîhev neke.
–“Ez ê her tist wekî tu dixwazî bikim, dayê”, got Keça Kumsor.
Pistre wê selik girt, xatir ji diya xwe xwest û ber bi mala pîrika xwe ve mesiya.
Mala pîrika Keça Kumsor di nav daristanê de bû û nîv saet dûrî gund bû. Dema ku
Keça Kumsor gihîst daristanê, rastî gurekî hat. Lê belê wê nizanibû ku gur heywanekî
xirab e û ew qet jê netirsiya.
–Roj bas Keça Kumsor, got gur.
–Roj bas Gur, got Keça Kumsor.
–Tu bi ku ve diçî wisa ?
–Ez diçim cem dapîra xwe.
–Di selika te de çi hene wisa?

Rûpel 2

–Fêkî, kilor û serbet hene. Ez ê wan bibim ji dapîra xwe re. Ew ê bi van pir bi
qewet be.
–Dapîra te li ku derê rûdinê, Keça Kumsor ?
–Panzde deqe dûrî vê derê, li nav daristanê ye mala wê. Li binya malê devî
hene û li kêleka wê jî sê darên keleman hene, tu zanî?
Gur devê xwe alast û ji xwe re got: “Mmm ! Îro ji min re ziyafeteke bas û xwes
dixuye. Lê divê pêsî ez herim pîrê hal bikim, pistre jî vê ciwanikê.”
Û gur ji keçikê re got: –Keça Kumsor, ka li van kulîlkên xwesik binêre. Tu çima
qet li wan nanêrî? Tu qet li dengê çivîkan jî guhdarî nakî. Binêre çiqas xwes distirin.
Wekî ku tu diçî dibistanê wisa zûzûka dimesî. Li vê daristanê her tist pir delal in ha!
Pistî wan gotinên gur, Keça Kumsor çavên xwe bastir vekirin û ji ber delaliya
xwezayê devê wê vekirî ma. Pistre wê ji xwe re got: “Ku niha ez ji dapîra xwe re ji
van kulîlkan berhev bikim, wê pir kêfa wê were. Çawa be hê pir zû ye.”
Keça Kumsor dest bi berhevkirina kulîlkan kir. Û, har cara ku kulîlkek jêdikir,

wê ji xwe re digot: “Ha li wî alî yeke delaltir jî heye, ha yeke delaltir jî heye!”. Û ha
wisa, Keça Kumsor her ku diçû zêdetir diket nav daristanê û ji riya mala pîrika xwe
zêdetir bi dûr diket.
Gur jî bi vê fersendê bi bazdan, rasterast çû mala pîrê. Û çaxa ku ew gihîst ber
derî, li derî da got: “Teq teq!
–Ew kî ye?
–Ez Keça Kumsor im, pîrê. Min ji te re xwarin û serbet anîne.
–Zimanê derî biksîne, veke. Qet halê min tune ez rabim ser xwe.
Gur zimanê derî kisand, vekir, û bêyî ku tistekî bibêje, çû xwe çeng kir avêt ser
pîra belengaz û ew bi carekê de daqurtand. Pistre jî cilên pîrê li xwe kir, serê xwe girê
da, di nav nivîna pîrê de xwe dirêj kir û lihêf kisand ser xwe.
Di vê navberê de, pistî ku Keça Kumsor têra xwe kulîlk berhev kirin, bi carekê
dapîra wê ket bîra wê û wê dîsa berê xwe da riya mala dapîrê. Lê dema ku Keça

Rûpel 3

Kumsor gihîst malê, dît ku der vekirî ye û feqîrê pir sas ma. Dema ku ket hundir jî,
hundir jê re pir xerîb xuya kir. Wê ji xwe re got: “Himm, ez îro çiqas dikevim
gumanê ! Lê dîsa jî, wekî her tim ez pir kêfxwes im, ji ber ku li cem dapîra xwe me.”
Û bi wê kêfxwesiyê Keça Kumsor bi dengekî bilind got:
–Roj bas, pîrê !
Lê tu bersiv nehat. Keçik nêzî nivînê bû û lihêf da alî. Dapîr di nav nivînê de
dirêjkirî bû, ser û çavê xwe hemû girê dabû. Halê wê pir xerîb xuya dikir.
Keça Kumsor sas û metel jê pirsî:
–Pîrê, guhên te çiqas mezin bûne !
Gur got: –Ji bo ku te bastir bibihîzim.
–Pîrê, çavên te çiqas mezin bûne !
–Ji bo ku te bastir bibînim.
–Pîrê, destên te çiqas mezin bûne !
–Ji bo ku te bastir hembêz bikim.
–Pîrê, pozê te çiqas mezin bûye !
–Ji bo ku te bastir bêhn bikim.
–Lê pîrê, devê te çiqas mezin bûye !
–Ji bo ku te bastir bixwim!
Gur wisa got û ji niska ve ji nav nivînan hilpekiya û Keça Kumsor bi carekê de
daqurtand.
Pistî ku gur zikê xwe têr kir, xwe di nav cihê pîrê de dirêj kir û di xew re çû. Wî
wisa zêde xwaribû ku êdî pifepif û xurexur pê ket.
Tam wê demê jî nêçîrvanek di ber mala pîrê re derbas dibû. Wî ji xwe re got:
“Hela hela, ev pîrê çiqas xurexur dike îro, ka ez herim binêrim gelo pêdiviya wê bi
tistekî heye!” Nêçîrvan ket hundir û dît ku gurek di nav nivîna pîrê de raketiye.
— “Hey gurê pîs! Ji kengê ve bû ez li te digeriyam…” got nêçîrvan.

Rûpel 4

Wî tam xwe amade kir ku bi tifinga xwe guleyan berde gur, bi carekê hat bîra wî ku mumkun e gurê
dilres û çavbirçî dapîra belengaz daqurtandibe û belkî mumkun be ew wê xelas bike. Nêçîrvan gule
berneda, lê rahist meqesekê û zikê gurê razayî qelisand, vekir. Dema ku zikê gur qelisî, nêçîrvan dît ku
waye Keça Kumsor û dapîra wê herdu jî tê de ne.
Keça Kumsor ji zikê gur derket û got:
–Ooy! Ez çiqas tirsiyam ! Zikê gur gelek tarî bû !
Pistî Keça Kumsor, dapîra wê jî ji zikê gur derket.
Gur hê jî di xew de bû. Nêçîrvan Keça Kumsor sand derve da ku çend kevirên mezin bîne. Keçik bi lez
çû ji derve çend kevirên mezin berhev kirin anîn û hemû xistin zikê gur. Pistre nêçîrvan zikê gur dirût
û gur ji niska ve ji xew siyar bû û xwest ji wir bireve.
Lê kevir wisa giran wisa giran bûn ku gur nekarî bazde û li erdê ket got tereeeeppp û mir.
Êdî dilê nêçîrvan, yê Keça Kumsor û dapîra wê rehet bû. Nêçîrvan çermê gur hungurand û bir mala
xwe. Dapîrê fêkî, kilor û serbeta ku Keça Kumsor jê re anîbûn xwar, vexwar û bi ser xwe ve hat. Keça
Kumsor jî ji xwe re fikirî got: “Ji îro û sûn ve ez ê gotinên dayika xwe ji bîr nekim û ez ê bi ya wê
bikim.”
Çîroka me qediya, xêr û xwesî li hazir û guhdaran bariya.

Çîrokek: Jacob & Wilhelm Grimm

Werger: Zerdustxale

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Ez ji Te re Av Bînim

Sibehek germ ya havîna salê ye. Meha tebaxê bi tim taybetîya xwe ve hukma xwe dide der. Germ e û kifşe wê di seetên pêş de roj germtir bibe. Merivek…

Zêdetir
Serhonazê Kal

Şéstpénc salî bû. Lé hé serxwe bû. Gava ku şîyar bû ji xewé, bi dengé melé gundé cînar hisîya. Li gundé wan jî mizgeft hebû, lé ji ber ku kesé…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext