Hunermendê mezin yê Kurdîbêj Aram Tîgranê ku bi eslê xwe Ermenî bû, sala
1934an li bajarê Qamişloyê ji dayik bû.
Aram Tîgran beriya niha bi 15 salan, 8ê Tebaxa 2009an li Yewnanistanê koça dawî
kir.
Aram bi dengê xwe yê zelal û stranên xwe yên xweş di dilê gelê Kurd de kon vedaye.
Aramê Kurê Tîgran Melîkyan 15ê Kanûna Paşîn a1934an li Qamişloka Binxetê ji
dayîk bû.
Aram, hîn 18 salî bû dest bi karê hunerî kir.
Aram bi dengê xwe yê hêmin û aram û kilam û stranên xwe yên nazik cihê xwe di dilê
her Kurdekî de girt.
Aramê Tîgran bi eslê xwe Ermenî bû lê hunera xwe bi Kurdî afirand.
“Kurê min Kurdan ji bîr meke”
Ew bi xwe li ser vê babetê wiha dibêje:
“Bavê min jî mîna gelek Ermeniyên din, sala 1915 di çaxê komkujiya Ermeniyan de,
bi rêya Kurdan ji kuştinê hat rizgarkirin.
Ji bona wê jî her tim ji min re wiha digot: Kurê min qedir û qîmetê gelê Kurd zanibe,
Kurdan ji bîr meke.”
Êdî Aramê şîrhelal jî bû semboleke zindî ya biratiya her du gelên Kurd û Ermenî û di
asmanê huner û strana Kurdî de bû stêrkeke teyisî.
Aram û malbata xwe sala 1966an vegeriyan Ermenistanê û Aram li wir heta 1985an li
Radyoya Êrîvanê ya Kurdî xebitî.
Piraniya stranên Aramê hestnazik resen û kûr in. Bi dengê cumbişa xwe û stranên
xwe yên evîn û evîndariyê dilê xort û keçan dicoşand û her dem li ser bextreşiya gelê
Kurd dikaliya û zarezar dikir.
Stranên Bi Hesreta Êrîvanê, Şev Çû, Zimanê Kurdî, Ey Welato Em Heliyan û bi
sedan stranên din ên Aram ku bêtirî 12 kasetan pêk tînin, bûne serweteke neteweyî
ya gelê Kurd.
Aram li ser naveroka hunera xwe wiha digot:
“Gava em dibêjin huner, du wate ji hunerê tên ber çav: Ya yekê hunerê jê dertê
marîfet û ya duduyan hunera sazbendî û kilambêjiyê.
Di nava van çend salan de hunerê rih daye min, nehiştiye ku ez zû kal bibim.”
Aram Tîgran ku bavê kurekî û du keçan bû, sala 1990î de wekî penaber li Ewropayê
hêwirî û roja 8ê Tebaxa 2009an li Atînaya paytexta Yewnanistanê çû ser dilovaniya
xwe.
Aram dixwest li Amedê bê veşartin lê li bajarê Brukselê bi axa sar hat spartin.

















