Li Stenbolê 7 Fîlmên bi Kurdî

Festîvala 44emîn a Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê dest pê kir û fîlmên Kurdî
mohra xwe li festîvalê dixin.

Festîvala 44emîn a Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê 11ê Nîsanê dest pê kir û dê
heta 22yê Nîsanê bidome.

Bernameya festîvalê ev 44 sal in ji aliyê ÎKSVyê ve tê lêdarxistin.
Di festîvalê de 139 fîlmên metrajdirêj û 15 kurtefîlm hene îsal li gorî salên borî zêdetir
fîlmên Kurdî cih digrin.

Di çarçoveya festîvalê de 7 fîlmên bi Kurdî hene û yek ji wan fîlmên bi Kurdî jî
kurtefîlma bi navê “Garan” a derhêner Mahsum Taşkin e.

“Cihê kêfxweşiyê ye ku temsîliyeta Kurdan heye”;

Derhênerê Kurd Mahsum Taşkin ji Rûdawê re got:
“Aliyên psîkolojîk û tirsê ên fîlmê hene. Min xwest ez fîlmekî cuda biceribînim. Garan
kurtefîlma min a duyem e.

Ez pir kêfxweş im ku fîlma min li vir tê nişandan. Cihê kêfxweşiyê ye ku fîlmekî bi
Kurdî li Festîvala Stenbolê temsîliyeta çand û zimanê Kurdî dike.”

Festîvala ku her sal rastê eleqeyeke mezin tê li 3 navçeyên Stenbolê wekî Beyoglu,
Kadikoy û Şîşliyê li 7 salonên sînemayê bi rê ve diçe.

Di festîvalê de îsal li gorî salên borî zêdetir fîlmên Kurdî cih digrin.

“Fîlmên Kurdî baş in”

Dîrektorê Festîvalê Kerem Ayan jî got:

“Îsal dîsa programa festîvala me têr û tije ye. Filmên ku ji hemû festîvalên cîhanê
derketine pêş jî hene.

Bi taybetî ji Festîvala Fîlman a Berlînê. Îsal me pêşbaziya neteweyî û navneteweyî
kirin yek.

Îsal 7 fîlmên ku bi Kurdî jî hene. Me ji bo van hewlek taybet neda. Lewra jixwe ew
fîlmên baş bûn. Ji loma me ew hilbijartin.”

“Temsîlkirina Kurdî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye”

Rexnegira Sînemayê Alîn Taşçiyanê jî got:

“Festîvala Fîlman a Stenbolê xwedî bernameyeke mezin e, gelek fîlm dixwazin di
bernameyê de cih bigirin.

Lewma hemû ziman bi xwezayî li vir in lê temsîlkirina Kurdî ji bo me cihê kêfxweşiyê
ye.

Ev yek di heman demê de nîşaneya pirjimarbûna fîlm û berhemên bi Kurdî ye jî.”

Di festîvala ku 11 rojan berdewam dike de, li gel nîşandayîna fîlman çalakiyên hunerî
yên wekî gotûbêj, panel, workshop û nîşandayina fîlmên taybet û kult jî cih bigirin.

“Îsal beşdarî kêm e”

Xebatkarê Festîvalê Ilgaz Alacayê jî got:

“Dema em lê dinêrin eleqeya herî mezin ji bo fîlmên Laleya Zêrîn heye. Lê dema em
li gorî salên borî binirxînin em dikarin bibêjin ku îsal beşdarî kêm e.”

Temaşevan Zekî Derleyen jî got, “Bi rastî ji aliyê hunerê ve ez ji festîvalê têr dibim.
Em nikarin li sînemayê herin gelek fîlman. Lê li vir ez dikarim fîlmên ku ji aliyê hunerê
ve xurt in temaşe bikim.”

Ji xeynî kurtefîlma bi Kurdî ya Garanê, fîlma nû ya Rêzan Yeşilbaş a bi navê “Uçan
Koftecî” (Kuftefiroşê Gerok), fîlma “Hîsterî” ya Mehmet Akif Buyukatalay, yekem fîlma
metrajdirêj ya derhêner Orhan Înce ya bi navê “Hêvî” û kurtefîlma Yakup Tekintangaç
a bi navê  “Morî” li festîvalê têne nîşandan.

Festîval dê 22ê Nîsanê bi merasîma xelatdayînê bi dawî were.

Nûçe: Ömer Sönmez / Rudaw

 

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Ji Nû ve Derwêş û Edûle

    Hunergeha Welat ji destana “Evîna Derwêş û Edûlê” re klîpek çêkir. Hunergeha Welata ku yek ji saziyên hunerî yên sereke yên Rojavayê ye berhemeke nû pêşkêşî hezkiriyên hunera Kurdî kir.…

    Zêdetir
    “Kaspar” Bi Kurdî Xweş e

    Berhema nivîskar Peter Handke ya bi navê "Kaspar" ji aliyê Asiya Xerzanê ve ji Almanî bo Kurdî hat wergerandin. Ev drama ku wekî yek ji berhemên girîng ên şanoya cîhanê…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext