Tacê Serê Zivistanê

Çemê Mûradê, çemê mezintir û dirêjtir ya Serhedê ye. Dirêjaya xwe 722 km ye. Ji bintara
Grîdax û Eledaxan destpêdike, raste rast tê Qerekilîsê. Ji binê bajêr re derbas dibe, mêla xwe
dide Xamûrê.
Diçe binê Xamûrê, dikeve nav newal û kendalên Eledaxan, di wan pêşan de ba dibe, xwe dide
kêleka rêya Dutaxê, diçe li pêsîra navçeyê dikeve, ji binpêşê dikişe.
Lê carna hêrs dibe, bi taybetî biharan dîn û har dibe, bax û baxçeyan, zevî û mêrgan, nava
malan tarûmar dike, havîna ancax aram û jar dibe, nerme nerm berê xwe dide Milazgirê.
Di kilamên dengbêjan û di çîrokên çîrokbêjan de dixûyê ku li wan taxan jî dibe rêbirê qaçax û
sîwaran, tengî û astengîyan derdixe pêş camêran, dibe gola tirsa hespan, hetanî zikê wan
hilpas dibe, xûdanên wan li nav xwe dixe û berê xwe dide deşta Mûşê, diherike diçe.
Macereya xwe ya li deşta Mûşê kin dimeşe. Jixwe naçe nagihîje bajêr jî. Tenê li bakûra deştê
dixe, diçe digihîje çemên Perî û Qeresûyê ku milên Munzûr û Firatê ne, bi wan û hin çemên
din yên hûr gir ve dirije Avbenda Kebanê.
Ji ber ku kêleka rê ye, çem dibe şahidên gelek rûdanan jî. Bi taybetî beşa xwe ya di navbera
Dutax û Xamûr gelek bi xeter û têlûke ye. Gelek cara erebeyên rêwîyan ji newalên pêşa
Eledaxê şiqitîne ketine Mûradê, Mûrad wan hildaye hetanî Milazgirê bi xwe re birîye.
Lê tevî vê yekê, dîsa dikare bê gotin ku halê xwe yê herî bedew û rewşedar yên zivistanê ye.
Her zivistana wekî bûken hîjde salî yên eşîran xwe dixemilîne û berpêşê çavên hezkirî û
meraqlîyên xwe dibe. Dicemide, diqerime, bûz digre. Dikeve bin rûpişta berfê û bûzê, sipî û
çîl dibe, di bin tîrêjên tavê de ku carna lêdikeve, dibriqe dibriqe, dibe şewq li rûyên bînerên
xwe dikeve, di çav û dilê wan de diteqe, ji xwe ve dibe. Her wiha wek mirazek sipî û qerqaş li
ber lingan û çavan radikeve. Wekî ku hûn di fotografadan de jî dibînin, mînanî xûyangehek
biefsûn, dibe tacê serê zivistanên Serhedê…
Lê gava meriv behsa Mûrad û pêşên Eledaxê bike, meriv behsa Xalê Kazim û gundê Gomê
neke nabe. Esas behs ya gund jî nîne, ya pira li ser çem e. Ew pireya ku di fotograf de dixûyê
tenê ji bo gundê Xalê Kazim, Gomê ye. Di navbera gund û rê re Mûrad derbas dibe. Gûndî ji
bo ku herin bajêra, Qerekilîs, Xamûr yan jî Dutax, berîya pireyê gelek zehmet kişandine. Jixwe
zivistana û bihara defreta derbasbûna ji avê tunebûye.
Xalê Kazim jî dixwaze dewlet pireyek çêke û diçe serîyan li derîyên dewletê dixe. Ha îsal ha
salek din, ha îcar ha carek din, dinhêre ku dilê karbidestan tune. Rojek diçe derdikeve
meqama walîyê Qerekilîsê. Daxwaza xwe bi walî dide zanîn û şîkatê karbidestan dike.
Dibê, “Walî Beg, qey me navê pirê danîye Ataturk Koprusu karbidest loma çênakin, Xwedê
zane ezê hetanî Enqerê herim.”
Dibên walî pê kêfxweş dibe, ji Xalê Kazim, tewra wî û navê pirê hez dike. Li ser vî telîmat û
fermanan dide, kar û barên çêkirina pirê zûtirîn destpêdike û havîna wê salê çêdibe. Xalê
Kazim lehweke piçûk li serê pêrê dixe ku li ser dinvîse “Ataturk Koprusu”.

Ew pireya ku di fotografa dîmana çemê Muradê de dixûyê ew pire ye. Alîyê milê çepê rê ye,
rêya Qerekilîs û Dutaxê ye, di milê rastê de jî gund heye ku pire wan digihîne hev.
Di salên vê axirîyê de aqilê hevpar yê mîrovahîyê ji germîyayîya kûrevî endîşe dike. Wek tê
zanîn welatên ku herî zêde di bin tesîra germê de dimînin yên Afrîqayê ne. Nîjer, Çad, Sûdan,
Senegal, Gana, Kamerûn û hê gelek welatên din yên Afrîkayê ji niha ve rastî gelek encamên
vê halê Dinyayê hatine jî.
Xêncî van welatan, li jora Dinyayê, qermên cemseran dihelin, lehî dikişin, berf kêm dibin,
hukma zivistana jar dibe û işaretên nebaş yên ji bo pêşeroja demsalên Dinyayê xwe didin der.
Lê wek di dîmenan de jî dixûyê, hê demsal û zivistanên Serheda me berxwe dide, çîyayên me,
Agirî, Sîpan, Kosedax û Qertewîn her zivistan, hinek ji wan havînan jî, berfa çîl sipî li xwe
dikin, bi rengê paqiş û qerqaş ve ku weke desmala serê bûkên eşîran e, xwe pêşberê welatê
me dikin. Her wiha ji sir û sermaya Serhedê Çemê Mûradê jî bêpar namîne. Diqerime,
dicemide, di bin bûz û berfê de vedileze, dibe tacê zivistana heremê.
Hê xweş e zivistanên Agirîyê, qermên li ser Mûradê, xêncî payîzê, her demsalê Serhedê…

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Dema Bextê Jan Valjean

    Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

    Zêdetir
    Milyaketê Muzîka Kurdî

    Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext