Serxwebûna Hunermenda û Mafê Telîfê
Hunermendê Kurd Mem Ararat di van rojên dawî de bi videoyekê li ser medyaya civakî nerazîbûna xwe li dijî hin sazî û dezgehên Kurdî, bi taybetî KOM Muzik, eşkere kir.…
Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan...
TêkilîMêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me.
Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr
Hunermendê Kurd Mem Ararat di van rojên dawî de bi videoyekê li ser medyaya civakî nerazîbûna xwe li dijî hin sazî û dezgehên Kurdî, bi taybetî KOM Muzik, eşkere kir.…
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê ku wekî “Dilê Sînemaya Cîhanê” tê naskirin, îsal bû şahidê beşdariyeke berçav a sînemaya Kurdî. Di nav qerebalixa stêrkên Hollywoodê û derhênerên herî navdar ên cîhanê de, derhênera Kurd a ji Hewlêrê Beyan Selahê bi projeya xwe ya nû “Jinwar” bala sînemaya cîhanê kişand ser xwe. Ev berhema ku hîn di qonaxa amadekirinê de ye, di beşeke taybet û girîng a festîvalê de hat qebûlkirin. Belgefîlm bû cihê balkêşiya pisporên sînemayê. Di nav 11 projeyên herî serkeftî yên cîhanê de ye Yek ji destkeftiyên herî mezin ên Beyan Selahê di gera îsal de, hilbijartina belgefîlmê wê “Jinwar” bû ku di bernameya “Spotlight Projects”ê de cih girt. Ev beşa ku taybet e ji bo piştgirîkirina fîlmên di asta bilind de, ji seranserê cîhanê tenê 11 projeyan hildibijêre. Ev hilbijartin bûye sedem ku şirketên mezin ên produksiyonê yên ji Brîtanya, Fransa, Holenda û Amerîkayê bikevin pêşbaziyê da ku bibin hevparê vê projeya Kurdî. Spotlight Projects ew beş e ku ji bo fîlmên di qonaxa post-prodaksiyonê de ye. Ev beş derfetên mezin ên hevkarî û naskirina navneteweyî pêşkêş dike. Selah vê yekê wekî “destkefteke gelekî mezin” bi nav dike. Ew dibêje ku ev serkeftin ne tenê ji bo wê ye, ji bo hemû jinên Kurd e. Tişta ku sînemakarên biyanî li Cannesê herî zêde pê matmayî man, rûyê rastîn û azad ê jinên Kurd bû ku di dîmenên Beyan Selahê de xûya dikir. Derhêner Beyan Selah behsa serpêhatiyeke balkêş dike û dibêje: “Gelek derhênerên Ewropî ji min dipirsî ka min lîstikvan bi kar anîne an na. Ji ber ku li cem wan nêrînek heye ku jinên li Rojhilata Navîn her tim girtî ne û çîroka xwe vedişêrin. Dema wan dît ku jinên gundê Jinwarê li ber kamerayê çi qas azad, xwebawer û bi vîn in, wan bawer nedikir ku ev jiyaneke rastîn e.” Bi vî rengî, “Jinwar”ê karîbû nêrîna klasîk a cîhanê ya li ser civaka Kurda biguhere. Kurd bi şandeyeke berfireh li Cannesê bûn Beşdariya Beyan Selahê beşek bû ji amadebûneke berfireh a Kurdan a di gera îsal de. Cara yekem bû ku Kurd bi şandeyeke zêdetirî 50 kesî (şanoger, derhêner û rojnamegeran) û bi standeke taybet a bi navê “Kurdistan” di bazara fîlman a Cannesê de amade bûn. Ev amadebûn bûye platformek ku sînemakarên Kurd tora têkiliyên xwe bi cîhanê re …
Dîzaynera navdar a Kurd Lara Dizeyî, bi yekê ji dîzaynên xwe yên bi navê “Tîrêja Rojê” beşdarî Festîvala 79emîn a Fîlman a Cannesê bû. Dîzaynera Kurd Lara Dizeyiyê ji Rûdawê re daye zanîn ku ku ew 15ê Gulana îsal saet 17:00an li Festîvala 79emîn a Fîlman a Cannesê li ser xalîçeya sor meşîyaye. “Îlhama xwe ji rojê wergirtiye” Lara Dizeyiyê da zanîn ku ew dê yek ji dîzaynên xwe yên taybet a bi navê “Tîrêja Rojê” li xwe bike. “Tîrêja Rojê” navê dîzaynek taybet e ku Lara Dizeyî ji bo Festîvala Cannesê amade kiriye. Ew dîzayn ji ronahî û hêza…
Di destpêka biharê de gund hêdî hêdî ji serma û bêdengiya zivistanê difilitin. Berf dihele, avên çeman zêde dibên û erd ber bi germbûnê xwe diguhizîne. Li çol û zozanan…
Bihar yek ji demsalên herî xweş ên salê ye. Ew piştî zivistanê dest pê dike û xweza dîsa zindî dibe. Di zivistanê de hewa sar dibe, dar bêpel dimînin û…
Di asta medyaya sosyalî de çend rûpelên min yên aktîf hene. Wek tê zanîn rûpelîn medyaya sosyalî li ser rêça algorîtmeyan ev bi rê diçe. Di bijarên algorîtmayên min de…
Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn. Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên…
Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrek hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dara sêva hebûye.…
Keça Kurd a 15 salî ya ji Qazaxistanê Dilvîn Filîtê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê serkeftineke mezin bi dest xist. Wergirtina xelatên bi prestîj ên Dilvîn Filîtê yên di pêşbirkên navneteweyî…
Tenêtîya Sedsalî di sala 1967an de weşîyaye û ji alîyê Gabriel Garcîa Marquez ve hatîye nivîsandin. Tê qebûlkirin ku berhemek herî girîng ya edebîyata dunyayê ye. Kurtayî Bajaroka Macondo ji…