Dilê Sînemaya Cîhanê de “Jinwar”
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê ku wekî “Dilê Sînemaya Cîhanê” tê naskirin, îsal bû şahidê beşdariyeke berçav a sînemaya Kurdî. Di nav qerebalixa stêrkên Hollywoodê û derhênerên herî navdar ên cîhanê de, derhênera Kurd a ji Hewlêrê Beyan Selahê bi projeya xwe ya nû “Jinwar” bala sînemaya cîhanê kişand ser xwe. Ev berhema ku hîn di qonaxa amadekirinê de ye, di beşeke taybet û girîng a festîvalê de hat qebûlkirin. Belgefîlm bû cihê balkêşiya pisporên sînemayê. Di nav 11 projeyên herî serkeftî yên cîhanê de ye Yek ji destkeftiyên herî mezin ên Beyan Selahê di gera îsal de, hilbijartina belgefîlmê wê “Jinwar” bû ku di bernameya “Spotlight Projects”ê de cih girt. Ev beşa ku taybet e ji bo piştgirîkirina fîlmên di asta bilind de, ji seranserê cîhanê tenê 11 projeyan hildibijêre. Ev hilbijartin bûye sedem ku şirketên mezin ên produksiyonê yên ji Brîtanya, Fransa, Holenda û Amerîkayê bikevin pêşbaziyê da ku bibin hevparê vê projeya Kurdî. Spotlight Projects ew beş e ku ji bo fîlmên di qonaxa post-prodaksiyonê de ye. Ev beş derfetên mezin ên hevkarî û naskirina navneteweyî pêşkêş dike. Selah vê yekê wekî “destkefteke gelekî mezin” bi nav dike. Ew dibêje ku ev serkeftin ne tenê ji bo wê ye, ji bo hemû jinên Kurd e. Tişta ku sînemakarên biyanî li Cannesê herî zêde pê matmayî man, rûyê rastîn û azad ê jinên Kurd bû ku di dîmenên Beyan Selahê de xûya dikir. Derhêner Beyan Selah behsa serpêhatiyeke balkêş dike û dibêje: “Gelek derhênerên Ewropî ji min dipirsî ka min lîstikvan bi kar anîne an na. Ji ber ku li cem wan nêrînek heye ku jinên li Rojhilata Navîn her tim girtî ne û çîroka xwe vedişêrin. Dema wan dît ku jinên gundê Jinwarê li ber kamerayê çi qas azad, xwebawer û bi vîn in, wan bawer nedikir ku ev jiyaneke rastîn e.” Bi vî rengî, “Jinwar”ê karîbû nêrîna klasîk a cîhanê ya li ser civaka Kurda biguhere. Kurd bi şandeyeke berfireh li Cannesê bûn Beşdariya Beyan Selahê beşek bû ji amadebûneke berfireh a Kurdan a di gera îsal de. Cara yekem bû ku Kurd bi şandeyeke zêdetirî 50 kesî (şanoger, derhêner û rojnamegeran) û bi standeke taybet a bi navê “Kurdistan” di bazara fîlman a Cannesê de amade bûn. Ev amadebûn bûye platformek ku sînemakarên Kurd tora têkiliyên xwe bi cîhanê re …

























