Tê gotin di zemanê berê de padîşahek ji bo kuştina dîlekî (êsîr) îşaret kir. Esîr fêm kir ku çare jê re nema. Di vê rewşa bêhêviyê de çavên xwe girt û devê xwe vekir. Bi zimanê xwe yê biyanî çi hat devê wî ji melîk re got û qet netirsiya. Lewra hatiye gotin: “Dema ji mirov re çare nemîne û bêhêvî bibe çi di dilê wî de hebe dibêje, tirs jê re namîne û zimanê wî dirêj dibe.” Padîşah ji ber ku ji zimanê esîr fêm nedikir ji wezîre xwe re got: “Gelo ev esîr çi dibêje?” Wezîr got: Padîşahê min! Dibêje: “Xwedê ji wan kesên qenc hez dike ku hêrsa xwe dadiqûrtînin û mirovan dibexşînin” Ev gotina wezîr xweşê qiral hat û rehm kete dilê wî. Ji ber van gotinên wezîr ji kuştina esîr borî û ew bexşand. Di wê esnayê de wezîrê din kete navberê û got: “Padîşahê min ne layiqê me ye ku em li ber te derewan bikin û rastiyê ji te biveşêrin. Wezîr gotinên esîr guherand û ji te re derewan kir. Êsîr ji te re da çêran, çi hate devê wî got.”
Padîşah ji ber bersivên wezîrê duyemîn hêrs bû û jê re got: “Derewên hevalê te ji min re ji rastiyên te xweştir hat. Lewra derewên hevalê te ji bo meslehetê bû lê gotinên te ji bo xirabî û fesadiyê ne.”
Zanayan gotiye:“Derewên ku karên xirab diqedînin ji rastiyên ku fitne derdixin çêtir in.”
Erê mirovê herî xeternak mirovê bêhêvî ye. Dema ji mirov re çare nemîne dibe ku her tişt bike. Di tengasiyê de dil û ziman dibin yek. Rastî li her cih û her wext nayê gotin. Mirovê dilpak kêmasî û xeletiyan diveşêre. Mirovê mutteqî, yên di dilê wan de tirsa Xwedê heye ji xelqê kerb nagire û mirovan dibexşîne.
Zehf kes hene bi niyeta qenciyê xirabiyê dikin. Sedema fitneyên herî mezin ziman e. Gotin heye dil şa dike û gotin heye mirov ji jiyanê sar dike. Ziman rastî û bandora bûyeran diguherîne. Hemû derew nabin yek. Hinek deriyê fitneyan dadin hinek jî xirabî û fitneyan geş dikin.
ÇandName – Ji Pirtûka Hîkmet Bi Hîkayet (Weşanxaneya Nubihar)
Sadullah TAŞAN














