Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan

Dem û dewran, waxt û zeman her tiştî bi xwe re diguhurîne, dibihurîne. Hinek tişta
diheşibîne, hinekan jî diafirîne. Wek avgurmek bêwest, jîyan û nifşan di germçanga xwe de
digerîne. Fîlozofên serdemên antîk yên Greekan sir û raza jînê û rastîya gerdunê di vî çerxê
de dîtine.
Teknolojîya îro bi her awayî û di her tangî de me dorpêç kirîye. Her wiha zarokên nifşên nû jî
bi zêdeyî para xwe ji vî halê nûjen hildane. Kar û barên xwe bi giranî bi alav û hacetên teknîkî
ve birêdibin. Idê ew ne mêjîyê xwe diwestînin, ne hunerîyên xwe yên bedenî kifş dikin ne jî
leyîstikên sûka dileyîzin. Serbarî ser, têkilîyên wan yên sosyalî jî dîsa bi piranî li ser
platformên dijîtalin.
Em di vê nivîsa kurt de li ser leyîstikên berê yên wek çevgirtonek, xezala ser kutika, tût,
bincilik, topa dara, niftik, tewrêz, çevgirtonek, vizik, kap û topa gêrê disenin. Ji bo ku alîkarî
kirîye û agahî daye em spasdarê Kutoyê Miheme (Kutbettin Başboğa) ne.
1-Xezala Ser Kutika
Bi du tîma tê leyîstin. Tîmek dibe kutik li meydanê rûdinê, tîma din jî li dohêlê xwe vedişêre.
Kesek ji tîma kutika dibe “xezala ser kutika”. Karê wî/wê parastina kutika ne. Diçe li yên ku
xwe veşartine digere, kê bi çevê xwe bibîne ew dişewite. Lê divê ji kutikên xwe zehf dûr jî
nekeve, ji ber ku ewên xwe veşartine tên kutikên wî/wê dikutin. Ew jî li hember endamên
tîma din koma xwe diparêze. Lê peyna xezala ser kutika li kê bikeve ew dişewite û ji leyîstokê
dertê.
2-Bincilik
Leyîstikek zivistanî ya li nava xanîyan e. Bi komek ve tê leyîstin. Ji komê yek dikeve binê cilekî.
Yên din her yek dor bi dor tepek li yê bin cil de dixe. Ewê bin cil, divê bêje ka gelo kê lêdaye.
Ger ku pê derxe ji binê cil dertê û îcar navê kê gotibe ew dikeve binê cil. Leyîstik her wiha
xwe dubare dike.
3-Topa Dara (Goga Dara)
Bi topek ku bi pûrtên dewara ve çêbûye ve tê leyîstin. Top, bi pûrtên rûçikandî yên dewaran
ve çêdibe. Pûrtên dewara dirûçe, şil dibe, tê dirûtin, her wiha dişide û dibe top.
Bi komek qelebalix ve tê leyîstin. Endamên komê tev li meydana ku jê re “garan” tê gotin de
disekinin. Du kes ji komê cûda disenin. Destê yekî de top, destên yê din de jî dar heye. Ewê
top di destan de top radike hewa ku jê re “nan dayîn” tê gotin. Ewê ku dar destan de gazî
dike dibê “nanek bide”, her wiha top radibe hewa. Gava top li hewa ye, ewê darbidest bi
darê xwe ve lê dixe. Bi vî awayî top diçe garanê. Li garanê kê top di hewa de bigre ew tê nan
dixwaze û heq distîne ku li topê bixe.

4-Niftik
Dikare were gotin ku leyîstikek zivistanê ye û di nav xanîyan de tê leyîstin. Leyîstikek li ser
şansê ye. Du rûyê bi poxan hene. Ew jî serkêlek û tîkayî ye. Ger tîk were du poxan, serkêlekê
bisene poxanek qazanç dike. Leyîstikek sivik e û bi piranî bi şert tê leyîstin e.
5-Çevgirtonek
Lîstikek şahî ya zarokan e. Bi komek ve tê leyîstin. Hejmer bisînor nîne lê ji 4 kesan kêmtir
nayê leyîstin.
Ji nav komê yek dibe pîrek û li ser hêlan disene. Lîstik bi çavgirtina pîrek ve destpêdike. Pîrek
çevên xwe digre û bi dengê bilind heta deha dijbêre. Ewên din jî diçin xwe vedişêrin. Deh
temam dibe pîrik çavê xwe vedike û gazî dike. Paşê dest bi lêgerandina yên xwe veşartine
dike lê divê zêde ji hêlanê dûr nekeve. Ji ber ku divê kes nikarêbe destê xwe li hêlanê bixe.
Destê yekî li hêlanê bikeve gazî dike dibe “hêlan” û ji pîrektîyê rizgar dibe. Lê gava ku pîrek
yekî ku xwe veşartîye bibîne û berîya wî xwe bigihîne hêlanê, ewê ku hatîye dîtîn dibe pîrek û
her wiha lîstik teze dibe.
6-Tewrêz
Leyîstikek havînê ye. Bi sê çar kesan ve tê leyîstin. Li ser erdê rêzek bi heft çavî çêdibe. Şeş
çav piçêk, yek jî mezin e. Lîstikvan kevirê xwe diavêje tewrêza mezin. Paşê li ser lingekî, mal
bi mal diçe ber kevirê xwe. Divê kevirê xwe lingo lingo ji nav rêzên tewrêze derxe. Eger kivir li
ser xetek, çixêzek bimîne listikvan dişewite.
7-Vizik
Lîstikek takekesî ya hunerîyê ye. Bendek li dora darê vizik dorpêç dibe. Dirêjahîya bend divê ji
mêtrokî kêmtir, ji du mêtreyî dirêjtir nebe. Serê bend bi pêçîk ve girêdayîye. Vizik ji nav çeng
kewkitîyê erdê dibe. Vizika kê en zêde û dirêj bizvire ew serdikeve. Bi zêdeyî zivistana li ser
bûzê tê leyîstin.
8-Kap
Wek niftik lîstikek şansê û zivistanê ye. Di hundur de tê leyîstin. Kap bi hestûyê pez ve çêdibe.
Du rûyê xwe hene; yek cot yek jî cozirt e. Wek zar tê avîtin. Ji kê re cot were ew kar dike.
9-Topa Gêrê
Lîstikek havînê ye. Hejmer bêsînor e. Ne bi tîmî lê bi takekesî ve tê leyîstin. Li erdê heleqeq
xêz dibe. Xêncî yekî, lîstikvan tev dikevin nav heleqê. Ewê ku li dervayê heleqê ye top diavêje
yên di nav heleqê de. Top li kê bikeve ew dişewite. Di dawîyê de kesê ku bi tenê di nav
heleqê de maye û top nexwarîye ew qazanç dike û dertê dervayê heleqê. Lîstika teze bi
topavîtina yê qazanç kirîye ve dubare dibe.
10-Tût

Lîstikek havînê ye. Hejmer bêsînor e. Bi du daran ve tê leyîstin. Yek darê lêdanê yek jî darê
tûtê ye. Darê lêdanê dirêj, yê tûtê kin e. Di destê her lîstikvanê de divê darê lêdanê hebe.
Li erdê kortek piçûk tê kolandin. Darê tûtê li ser tê bicîhkirin. Lîstikvanek bi darê destê xwe ve
li darê tûtê dixe. Ji lîstikvanên din kê ku bi darê destê xwe ve darê tûtê ji hewa bixe ew kar
dike.

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Dema Bextê Jan Valjean

    Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

    Zêdetir
    Milyaketê Muzîka Kurdî

    Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext