Çîroka Derew û Rastîyê

Hebû tune bû, dibêjin rojekê Rast û Derew li riyekê rastê hevdû hatine. Derew, Rastiyê hembêz kiriye
û gotiye: 

  • Îro rojek pir xweş e, ne wisa? 

Rastiyê li dora xwe nihêriye, serê xwe bilind kirine û li ezmanan nihêrtiye, piştre jî gotiye Derewê: 

  • Erê. Bi rastî jî, îro rojeke pir xweş e!

Rast û Derew bi hev re dane rê û çûne. Pir çûne, hindik çûne, herdu gihîştine ber golekê û li ser keviya
golê rûniştine. Derewê çengek av ji golê hildaye, piştre berê xwe daye Rastiyê û gotiye:
–  Ev av, avake xweş û germ e. Heger tu bixwazî, em dikarin têkevinê û hinek avjenî bikin.

Lê Rastiyê ji wê gotina Derewê guman kiriye, piştre wê jî destê xwe xistiye nava avê. Erê, ditiye ku bi
rastî av aveke xweş e. Herdu ketin nava avê û demekê tê de avjenî kirine. Demek şûnde Derewê bi
lezûbez ji nava avê derketiye, lê Rastiyê tê de maye. 
Derewê hahakê kirasê Rastiyê li xwe kiriye û çûye, xwe winda kiriye. 
Dema Rastiyê dîtiye ku Derewê kincên wê li xwe kiri û pêre pêre jî wenda bû. Rastiyê pir hêrs bûye û
ji nava avê derketiye, wisa tazî li derdorên xwe geriyaye, da ku Derewê bibîne û kincên xwe jê bistîne,
lê wê nedîtiye. Rastiyê kiriye hewar û gazî, qîr dane û ax û kovan kişandine, lê Derewê nedîtiye da
kincên xwe jê bistîne.  

Erêêê… 
Rastiya cîhana me ev e:
Cîhana ku Rastiyê tazî dîtiye, çavên xwe ber bi şerm û hêrsê ve kirine. Lê Rastiya belengaz hertim
şerm kiriye, lê tebata wê nehatiye û dest bi kişandina derd û kulan kiriye…
Dibêjin,  Rastî dîsa vegeriyaye çûye ketiye golê û tê de wenda bûye. Piştre noqavî xwe bera golê dane
û lê geriyane, lê kirine û nekirine termê wê nedîtine. 

Ji wê hingê ve Derewa lihab û dekvan bi cil û bergên Rastiyê li çaraliyê dinyayê digere ku pêdiviyên
cîhanê çareser bike. Lê dinya jî bi tu awayî naxwaze ew Rastiya tazî ku di dibi ava golê de mabû
bibîne.
Werger ji Ûriskî: Karîna Osêyan

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Ez ji Te re Av Bînim

    Sibehek germ ya havîna salê ye. Meha tebaxê bi tim taybetîya xwe ve hukma xwe dide der. Germ e û kifşe wê di seetên pêş de roj germtir bibe. Merivek…

    Zêdetir
    Serhonazê Kal

    Şéstpénc salî bû. Lé hé serxwe bû. Gava ku şîyar bû ji xewé, bi dengé melé gundé cînar hisîya. Li gundé wan jî mizgeft hebû, lé ji ber ku kesé…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext