Sibehek germ ya havîna salê ye. Meha tebaxê bi tim taybetîya xwe ve hukma xwe
dide der. Germ e û kifşe wê di seetên pêş de roj germtir bibe.
Merivek civan, emrê wî dora sî salîyan e, destê keçek girtîye, ber bi rawestgehê
dimeşe. Mêrik bi diltirs, xemgîn û bi xem e. Keça piçûk yê di desta de kerr e, gava
dimeşe li erdê, li ber xwe dinhêre. Tên digihîn rawestgehê. Li ser sekûyê rûdinên.
Keçik destê xwe di nav destê mêrik dikşîne, herd destê xwe bi hevre girêdide datîne
ser çokên xwe. Serê xwe dixe ber xwe, medê xwe dike. Xemgînîya li ser mêrik zêde
dibe, hingî diçe dibe barek giran li ser milên wî bar dibe.
Hinek paşê jinek tê. Bi hêrs û bi lez e, xetên sûretê wê işkên, li mêrik nanhêre, destê
xwe dirêjî keçkê dike. Keçik bêdilê xwe destê we dide jinkê. Jinik, keçkê kaşî xwe
dike, dike ku herin, keçik dizvire li mêrik dinhêre.
“De bavo, tu nayê?”
Mêrik serê xwe dixe ber xwe, tiştek nabêje. Jinik destê keçkê kaş dike, çend gav
diavêjin, keçik digrî gazî dike:
“Bavo tu jî were, de haydê, were.”
Jinik keçkê kaş dike dibe. Keçik hey digrî, hey dimeşe, hey gazî dike. Dûr dikevin,
dengê keçkê hingî diçe ditemire, jixwe hinek paşê herdik jî ji ber çavan winda dibin
diçin.
Mêrik li ser sekûyê rûdinê. Lê ne ku rûdinê, hema bêje hildişê, herwekî hildişe ser
sekûyê. Serê xwe hildide nav herd destê xwe, hêdî hêdî digrî, paşê girîna wî zêde
dibe, êdî bi dengê bilind digrî. Hinek paşê dirêjî ser sekûyê dibe, tu dibê xerîqîye, lê
na hê digrî, kerre kerr digrî.
Jinek ji taxê di pencere mala xwe de mêrikê li ser sekûyû dirêjkirî dibîne. Gunê wê pê
tê. Ji mêrê xwe re dibêje. Mêrê wê radibe, ew jî ji pencerê lê dinhêre, gunê xwe pê
tîne. Diçe kincê xwe li xwe dike. Diçe xwe digihîne mêrikî. Gazî dikê, dibê:
“Bira, bira tu başî?”
Destê xwe diavêje milê wî radike, “çi bûye bi te, tu dixwazî ez gazî ambûlansê
bikim?”
Mêrik serê xwe wek neyînîyê dihejîne. Ambûlans naxwaze. Têlefona wê lêdide. Di
ekrana têlefonê de navek xûya dike. Yê lê digere “Cansu” ye. Mêrik têlefonê hildide
nav destê xwe. Hinek difikire, başê red dike. Têlefon datîne kêleka xwe. Dîsa serê
xwe hildide nav herd destê xwe. Zehf xûdide û ji çavên wî hêsîr diherikin. Yê ku ji bo
alîkarîyê çûbû cem jê re dibêje:
“Ez herim ji te re av bînim.”
Ji cem radibe diçe, ji marketê avek piçûk distîne tîne, didê.
“Tiştek ez bikim heye?”
Mêrik serê xwe çep rast digerîne. Dîsa xwe dirêjî ser sekûyê dike.
Ava ku jê re hatîye standin tilol dibe, dikeve erdê. Yên tên û diçin, bi çavên bê eleqe
lê dinhêrin. Otobus û mînîbus tên û diçin, erebe, peya ji ber diherikin, germ hukma
xwe zêde dike, roj ber bi nîvro pêşdikeve, bajêr ji tempoya xwe nakeve.
Zerdust Öztürk














