Di romanên Lev Tolstoy de, profîlên gundîyan him îdealîze dibin him jî bi rastîyên derûnî ve xwe didin der. Her çiqas Tolstoy arîstokrat be jî mêla wî her lî ser jîyana gundîyatîyê bûye û di berhemên xwe de gundîyan bi awakî saf u xwezayî nîşan daye.
Gundîyên Tolstoy gelek cara anegorî bajarî û arîstokratan bextemam, sade û xwedî wîjdanên. Ji bo wan wateya jîyanê, di fikir û remanên tevlîhev da nîne. Jî bo gundîyên Tolstoy wateya jîyanê di ked, malbat û bawerîyan de ye.
Mesela di Şer û Aşîtîyê de gundî di zikê şer û tevlîhevîya civakî de jî bi aqlê selîm tevdigerin.
Gundîyên Tolstoy ehlên xwezayê ne. Bendê wanên bi erd ve bingeha nasnameya wan in. Ked ne tenê ji bo debarê ye lê di heman demê de wek qîmetek exlaqî pêşkeş dibe.
Ev rewş bi taybetî di Anna Karenîna de, di karektera Levîn de bi eşkere dîyar dibe.
Tolstoy, gundîyan wek kesên xwedî hêjayên olî û xwedî dunyaya menewî ne taswîr dike. Ev bawerî gelek cara jî dîndarîya sazûmanîyan zîyadetir wek dîndarîyan derûnî û samîmî xwe dide der.
Di berhemên wek Mirina Îvan Îlyîç de karekterên gundî li hember mirin û jîyanê de jî wek kesên aram û qebûlkirî ne.
Di heman demê de gundîyên Tolstoy hêsan û zana ne. Perwerdeyî nînin lê xwe digihînin cewherîya jîyanê. Ev zanetîya gundîyan gelek cara li hember krîzên derûnî yên karekterên arîstokratan xwe dide der.
Lê dikare were gotin ku Tolstoy her çiqas gundîyan romantîze dike jî bi giştî îdalîze jî nake. Di berhemên wî de xizanî, cahiltî û şert û mertên zor zehmet yên jîyanê cîh digre. Dîsa jî şeklên jîyana gundîyan di çevê Tolstoy de temsîla dirûstî û rastîyê ye.
Werin em li ser çend berhhemên vê nivîskarê mezin bisekinin û heta ji me tê em bi mînakên şênber ve gundîyên wî bibînin û binirxînin.
- Anna Karenîna – Levîn û Gundî
Wek tê zanîn Anna Karenîna di navbera salên 873 û 1877an de hatîye nivîsê. Weşana ewîl di sala 1877an de gihîştîye xwendavanên xwe.
Di romana Anna Karenîna de hinek sahne hene ku ji bo mijara me balkêşin. Mesela sahneyên ku Levîn û gundî dî zevîyan de bî hev re dixebitin zehf girîng in. Levîn ku kesek arîstokrat e, gava ku bi gundîyan re zevîyê didrû xwe zehf bextewar û di hemêza rastîya jîyanê de dibîne. Gundî, karên xwe di rîtîmek xwezayî de dikin û ti car şîkat nakin. Levîn dibe heyrana jîyana wanê sade û mûvazane.
Di Anna Karenîn de gundî, bi xwezayê re lihevhatî ne. Di vê romanê de gundî, bi keda bedenî ve halxweş û ji xwe razî ne. Gundîyên romanê, bi nêzîkatîya hizûr û derûnîya hundurîn ve dertên pêş.
- Şer û Aşitî – Platon Karatayev
Tolstoy vê romana xwe, ku navdarê cîhanê ye, di navbera salên 1865 û 1869an de nivîsî ye. Cara yekem di sala 1869an de wek textîn weşîyaye. Roman di sala 1865an de bi navê ‘1805’ tefrîka bûye û piştî waxta revîze bûye, axirîyê de di sala 1869an de şeklê xwe yê dawî hildaye û weşîyaye.
Di vê romanê de Platon Karatayev yek karekterek ji gundîyên sembolîk yên Tolstoy e. Platon Karatayev hêsîrê şer re. Lê bi beranberê vê ve merivek hêsan, aram û bihizûr e. Jîyanê bi hevokên basît ve bi wate dike, li hember herkesî bi şewqat e û ti car kîn nagre.
Merîv dîkare bêje ku di roman de Platon Karatayev di nav basîtîyê de zaneyîyê temsîl dike. Jîyanê wek ku diqewime qebûl dike. Di roman de, di heman demê de Platon Karatayev di nav derûnîyek kûr ya menewîyatê de jî xûya dibe. Jîxwe ev karekter dibe sebebê veguherîna ruhanî ya Pîerre jî.
- Mirina Îvan Îlyîç – Gerasîm
Romana Mirina Îvan Îlyîç di sala 1886an de weşîyaye û tê zanîn ku tê de, di gelek beşên wê de parçeyên ji jîyana Tolstoy hene.
Di roman de Gerasîm xulamek gundîye û li Îvan Îlyîçê nexweş dinhêre. Gerasîm ji rastîya mirinê nareve, bi berevajî ewê wek tiştek xwezayî qebûl dike. Şewqatek samîmî û însanî yê bêyî ku li benda gumanek menfaatê be nîşanê Îvan Îlyîç dide. Wek karekterên din yên ‘medenî’ xwedîyê karekterek sexte nîne. Derewan nake, kesî naxapîne, şaşî û sextekarîyan nake. Xwe venaşêre, li hember însana durûtîyê nake.
Di roman de girîngîya Gerasîm, ji temsîlîyeta însanîyetîya rastîn û merhemetê tê. Lî hember mirinê qayîlî û qebûlîyê nîşan dide û dirûst disene. Dikare bê gotin ku karekterek bihêz e.
- Însan Bi Çi Dijî – Sîmonê Gundî
Ev roman di sala 1885an de hatîya nivîsê. Roman lî ser hezî, merhemet û qencîyê disene. Di mijara sereke de tê gotin ku Xweda hezkirinê hînê însana kirîye. Bi fîgûrên solbendek gundî û milyaket ve tomerîya çîrokên klasîk yên dersên exlaqî pêşkeşê xwendevan dide.
Di vê çîrokê de Sîmonê gundî yê feqîr, di rewşek xedar da ye lê alîyê însana dike. Bi hêjayên maddî na lê bi yên menewî ve tevdigere. Tolstoy di vê romanê de gundîyan wek parvekar, bibawer û ji alîyê exlaq ve bihêz nîşan dide.
- Vejîn – Gundî û Dadmendî
Nivîsa wê di sala 1899an de qedîyaye û di heman salê de weşîyaye. Ev romana Tolstoy ya dawîye ku hê di jîyanê dabûye weşîyaye. Roman li ser bêdadîya civakî û rexneyên dêrê disene.
Di vê romanê de gundî bi realîzmek zelal ve tên nîşandan. Xizanî, bêdadî, mijokahî û kedşêlanî pêşkeş dibe. Gundî li hember sazîya dadê bêhez in. Di vir de Tolstoy, bêyî ku gundîyan îdalîze bike şert û mercên wan yên xitab nîşan dide. Pirsgirekên civakî yên wek neheqîyan li ber çevê xwendavan radixe.
Dawîng
Em di vê nivîsê de li ser gundîyên Tolstoy sekinîn. Lî ser manewîyat û zanetîya wan, li ser xwezayî û xebatkarîya wan, aramî û bihêzî û bi bawerîyan wan. Le divê meriv li ser tevahîyên karekterên romanên Tolstoy bisekine, li ser wan hûr be, bi wan bihise, binase.
Kesekî ku Tolstoy nexwendîbe bira nebê min kitêb xwendîne. Yên ku bi bêşansîya Katyûşa nehisîne, yên ku nebûne şahidê dîyalogên di navbera Sîmon û Mîhaîlê milyaket, bira nebên men jî Dunya dîtîye. Lê darazîyên Îvan Îlyîç, ku we nexwendibe, ka hûnê jê re çi bêjin. Jixwe divê her kes bi serpêhatîyên Pierre Bezukhov û qedera Anna bihise.

















