Bextîyar û Bêbext

Hebû tune bû du bira hebûn. Navê yekî Bextîyar û navê yê din jî Bêbext bû. Wan biryar dan
ku diravan peyda bikin. Bi rê ketin. Gihîştin ser kaniyekê û bêhna xwe vedan. Bêbext ji
Bextîyar re got:
“Bîne em ratiba te bixwin bila ratiba min jî bimîne ji bo cara duyem.”
Bextîyar got: “Baş e” û her çi ku pê re hebû derxist û bi hev re xwarin. Piştî ku bi rê ketin û
maweyek dirêj derbas bû dîsa birçî bûn. Bextîyar gote Bêbext:
“Êdî dora ratiba te ye ku em bixwin.”
Bêbext bersiv da: “Ez nadim te, ev tenê para min e.”
Bextiyar ku ew namêriya birayê xwe dît. Jê re got:
“Wê çaxê ez hevrêtiya zilamekî wekî te çavtarî nakim. Emê li ser vê duriyê ji hev cûda bibin”.
Bextîyar û Bêbext her yek bi riyekê de çûn. Piştî demekê Bextîyar rastî aşekî kevn hat. Wê
şevê li wir sitirî. Xwe di pişta dîwêr de mat kir.
Hinek dem derbas nebû ku şêrek, paşê pilingek, çeqalek û rovîyek, yek piştî yekî ketin
hundirê aş. Şêr berê xwe da rovî û got:
“Ev ji bo çi ye ku demeke te çi deng û behs ji min re negotine?”
Rovî bersîv da û got:
“Nû du xeber ketine destên min. Di qula aş de mişkekî xwedî duwanzdeh zêran heye. Her
sibehê ku roj li aş dide, derdixe derve û li ber tavê bi wan dileyze û bi wan yariyan dike. Gava
ku roj diçe ava jî wan dibe qula xwe. Xebera duyem jî ew e ku ew dîwarê ku li pişta aş e, heft
kûpên tijî zêr tê de veşartîne.”
Piştî çend gotûbêjên din heyeta dirindeyan civîna xwe belav kirin. Roja din ku tavê lê da, mişk
zêr derxistin derve. Bextîyar êrîş bir ser û zêr girtin. Paşê çû û kûpên zêr jî derxist. Bi zêran
koşkeke gelek xweş di nava yekîtiyekê de ava kir. Çardeh derwazeyên koşkê hebûn. Li ber her
derwazeyekê jî şirikeke avê hebû ku rêwî jê avê vexwin. Wî ji nobedaran re gotibû ku “heke
çavên wan bi kesekî ket ku avê vedixwe, wî vexwînin jorê û bînin ba min.”
Piştî demekê ew zilamê ku Bextîyar dixwest, hate ber destê nobedaran û ew birin ba
Bextîyar. Ku çavên wî bi birayê wî ket, ew nas kir û zanî ku ew Bêbextê birayê wî ye. Destê
xwe avêt stûyê wî û dilxweşî dayê. Soz da wî ku hêyiya mal û milkê xwe bike du pişk û nîvî wê
bide wî. Lê Bêbext li cihê spasê, got;
“Te ev mal û milk ji ku aniye bibêje da ku ez jî herim wekî te peyda bikim.”

Bi vî rengî Bextîyar neçar kir ku serpêhatiya xwe jê re bibêje. Vêca Bêbext wekî Bextîyarê
birayê xwe çû wî aşî û xwe veşart. Piştî demekê heyeta dirindeyan li wir civiya. Şêr ji rovî
pirsî:
“Ji bo çi ev demeke tu ji min re dengûbasan nayînî?”
Rovî di bersiva wî de got:
“Ez qurban cara din ku min ew xeber ji we re gotin, mirovekî xwe di aş de veşartibû. Wî hemû
gotinên me bihîstibûn. Sibehê hemû kûpên zêr birin û ji xwe re kire koşk. Niha ez qet nabêjim
heya ku aş neyê venêrîn.”
Şêr ferman da ku li her cihê aş bigerin. Piştî demekê Bêbext dîtin û anîn derve û parçe kirin û
xwarin.
Çîroka me çû dîyaran rihme li dê û bavên guhdaran.

Gelêrî

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Ez ji Te re Av Bînim

    Sibehek germ ya havîna salê ye. Meha tebaxê bi tim taybetîya xwe ve hukma xwe dide der. Germ e û kifşe wê di seetên pêş de roj germtir bibe. Merivek…

    Zêdetir
    Serhonazê Kal

    Şéstpénc salî bû. Lé hé serxwe bû. Gava ku şîyar bû ji xewé, bi dengé melé gundé cînar hisîya. Li gundé wan jî mizgeft hebû, lé ji ber ku kesé…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext