Qaçax

Navê gundê me Suphan e. Gundek ji gundên li ser  Bazîdê ye. Li gundê me jîyan,  piştî ku ro
diçû ava destpêdikir. Ez heyşt salî bûm û tim di heyşt salîya xwe de dimam. Min nedixwest
ew zara li ser sînoran mezin bibe…

Keķê min qaçaxçî bû, qaçaxçîyek li ser sînoran, nenasê xetê welatan bû. Wexta tarî dikete
erdê, hêvîyên xwe dixiste xurcê xwe, diçû. Di xurcê ku tê de xemgînî qet xalî nedibûn de, cîhê
hêvîyan jî hebûn bêguman.

Ez zarek heyşt salî bûm, lê bi xemgînîyek weke yekî heyştê salîyek, li benda kekê xwe
dimam. Carna bi roja nedihat. Min meraq dikir, xemgîn dibûm. Min bêrîya wî dikir, lê divê
min neda der. Ji ber ku divê meriv bêrîya qaçaxçîyan neke, li benda wan nemîne. Jixwe
qaçaxçî jî bi helalîyê ve ji mal derdiketin, li sînoran diketin.

Çaya tema devê min, titûna ber bêhna min û nasên li der û dorên min, herkes, hertişt qaçax
bû. Evîn jî her wiha; nêrîn û kenên xwerû, wek paqijîya zarek piçûk, wek berfa bêleke ya serê
Çîyayê Agirîyê bû.

Mêvanên me dihatin di nîvê şevan de. Tebaqayên titûnê li nav xwe de digerandin. Min di
navbera derîyan de li wan dinhêrî bi şermezarî. Çîrokên rêtandinên dewrîyan digotin ji hev re,
pê dekenîyan û laqirdîyan dikirin. Paşê, xemginîyek giran û kûr dimelisî li ser wan…  

Kekê min dîsa hatibû. Min, ewî di tarîya şevek de, di bin ronahîya hîvê de rêwî kiribû. Hinek
pêş de hevalên wî hebûn, li benda wî bûn. Di nav çenga wî de cixare hebû, gava ku dikişand
ronahîyek zirav direşîya ser rûyê wî yê bi hestû. Çavên wî dibiriqîn. Di şevên wihan de sitêrk
di çavên qaçaxçîyan de kom dibin. Û ez hê zarokek heyşt salî bûm, bi wan sitêrkan dihisîyam
û min wan dijbart. Weke şev û rojên bêyî kekê xwe…

Navê kekê min Rohat e. Wek navê xwe, rûyên xwe jî bi ronahî ye. Min ronî dikir, ji min re
dibû hêvî û gumana pêşerojê… Gava ew dihat min digot “ro hat.” Min bi gazî û bi şahî, bi
lezûbez pêşvazîya wî dikir.  Rohatê ku ji qaçaxîyê dihat, ji min re tim şekerê Îranê dianî, ev
êdî bibû qayîdeyek. Şekirê para min yên Îranê, qayîdeyek ku divê nehata binpêkirin bû…
Kekê min niha di hepsê de ne. Li ser sînoran ketîye defikê. Ew pîsporê şevan bû, rêberê wî
sitêrk bûn. Ba hevaltîya wî dikir di şevên zor de, xwîdana wî sar dikir, dilxweş û rihet dikir.
Gava diçû ser mayîna pir bi balkêş bûye. Rojek ji hevalek xwe re gotîye;
“Gava ez têm ser van mayînan, hezkirîyên min tên ber çavên min. Ez dibêm qey, ewê pê li
mayîna bike ez nînim, ewin.”

Jixwe mayînek ku li ser biteqîya wê her çiqas lingê wî parçe bikira jî, lê wê li nav dilê me de
biteqîya. Xwedêkirî tiştek nebû. Lê kete defikê. Heyal û xwezîyên me, bûn dîlgirtên
îxbarkarek bêbav.

Min naşînine qaçaxîyê, dibên “tu piçûkî.” Gelo niha kê li şiverêya ku kekê min vekirîye de
derbas dibe, ew mayînên ku wî pê lê nekirîye, devê xwe vekirine lê benda kê ne, devrîye gelo
niha li pey kê ye di tarîya cehnemê de?

Ew qaçaxçîyê ku tarîyên şevan diqelişand, niha di derê hepsê de ye. Xwe li ser ranzayê dirêj
kirîye, dilê xwe berdaye ser sînoran. Di hişê xwe de evîna xwe heye. Li deşta Rihayê dîtîye,
pêketîye, her wisa maye…

Îro roja hevdîtinê bû, em çûn dîtinaya wî. Ew kekê ku zorê dida sînoran, ewê ku di navbera du
welatan de her diçû û dihat, niha di tengasîya neh gavan de maye. Ewê ku li Îranê, Tûranê
hilnedihat, çawa li kabîna hevdîtinê de hilhatîye?.. Porê wî kur kiribûn. Halbûkî porê wî ber
şehê bayê bû. Hesrata xwe diqirîya ser gelîyan, evîna xwe bi barûd dinivîsî ser keviran, ser
çilûçîyayên ber rêyên qaçaxan…

Dîsa nêrînek wî yê qaçax heye. Dizanim, gelek bêrîya min kirîye lê nabêje. Ji ber ku bêrî li
qaçaxçîyan nayê, loma hesreta wan jî qaçax e.

Heyy kek Rohat… Tu li nav çar dîwaran de mehpûs, ez li ser sînoran de… Berde hesreta dilê
xwe… Bihêle bra bêje zimanê te, biqîre bêrîyên xwe… Nebê nedîtîya ha, hêsîrên te yên qaçax
yên li ser nêrînên kaçax. Lê ji kesî re nabêjim, xem neke. Dizanim, qaçax nagirîn….

Çirok: Şaşo

Photo: Ji Filma Katırcılar

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Ez ji Te re Av Bînim

Sibehek germ ya havîna salê ye. Meha tebaxê bi tim taybetîya xwe ve hukma xwe dide der. Germ e û kifşe wê di seetên pêş de roj germtir bibe. Merivek…

Zêdetir
Serhonazê Kal

Şéstpénc salî bû. Lé hé serxwe bû. Gava ku şîyar bû ji xewé, bi dengé melé gundé cînar hisîya. Li gundé wan jî mizgeft hebû, lé ji ber ku kesé…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext