Berf dihelîyan ji serê Qertewînê. Ava berfê ji jor ve, ji Çewirmê dikişîya, ji jêra Qereqûyê ve xwe berdida deşta İntabê. Qarxûn, bi ava berfa biharê tijî dibûn, bi coşa biharê gur dibûn, diçûn tev li ava çem dibûn.
Hespê Kerem ber lêva delav sekinî. Kerem gema wê nekişandibû ku bisene lê baş bû, Xwedê kirî sekinîbû. Ava çem zehf gur bibû, dême aqilê hespê nebirîbû ku wê bikaribe derbas be. Her wiha aqilê Kerem jî.
Hiro qenter danî. Çepilê satila ji qenter derxist. Her satilek danî kêlekek xwe. Çem dûrê gund nebû lê her çi bibû îro hinek westîya bû. Li ser kevirek piçûk rûnişt. Li ava gur nihêrî. Ava çem te digo hama har bibû. Divê zehf saxlem gav biavîta gava ku wê av hilda. Xwedê neke ku lingê wê bişqite bikeve avê idê wê zor xilas bûya ji ber pelên avê. Hinek qîzê gund diçûn qarxûna, ji qarxûna av hildidan lê Hiro nexwestibû bi wan re here. Nexwestibû bikeve nava teşqele û qelebelixa wan. Aha rind bû, carna tenêbûn çêtir e.
Xwe hinek ber bi avê da. Xwe xar kir li avê nihêrî. Sûretê xwe dît li ser rûyê avê da. Pîi ev çibû, laçika wê qet lê nehatibû. Destê xwe avîtê kişand, laçika tenik şiqitî hat ket nav destê wê. Dîsa li avê nihêrî. Serqot mabû. Serqotî lê hatibû. Porê reş û dirêj bi serbestî xwe berdan ser milan û têlên xwe dan ber bayê bihara deştê, wek alayek qedîm babûn, pêl dan, rûdan. Xwezil şeyê xwe bianîya. A niha şeyê wê li cem bûya wê porê xwe çiqas rind û bi kêf şe bikira.
Ji nişkiva hîrehîra hespek bihîst. Serê xwe rakir li dora xwe nihêrî. Tiştek nedît. Li alîyê Şemê nihêrî kes tune bû. Rabû ser pê, li alîyê Melehesen nihêrî. Ew çi bû, li walî avê, li ser kendalê Gola Mêra siwarek hebû. Li ser pişta hespê sekinîbû, li alîyê gund dinhêrî. Zehf tirsîya. Hankava laçika xwe da serê xwe. Satilên xwe hama nîvcû tijî kir, çepilê wan zûkava li çengala qenterê kir, qenter dan ser milê xwe û bi lez û bez berê xwe da gund.
Kerem ji kendal berjêrî ser Delavê Ereba bû. Li wir jî av gur bibû. Bi çavê xwe pîva, bi texmînî dît ku bikeve nav avê bawer bike avê biavîta ser pişta hespê. Neminkun bû ku derbas bibe. Xêncî pira Xirbesorkê ti çare tunebû. Bir nermahî berê xwe da Şemê.
Hiro bi lez û bez dimeşîya, idî xwe dabû perê gund, xwe gîhandiba jêra mala Farizo. İdî tirsa wê nemabû, ça hebe idî li gund bû, bi vê rehetîyê sekinî, zivirî li alîyê çem nihêrî. Ew siwarê ku li ser kendalê Golê dîtibû, xwe dabû hinda girê Delavê Ereba, ber bi gola Pîrka Bînaz dimeşîya. Siwarek xerîb bû, gelo wê kuda biçûya, çi digerîya?
Dîsa zivirî rêya xwe, ber bi malê, lê îcar bi aramî meşîya. Bi wê meşa bi aram re jixwe wî sîwarê xerîb jî ji bîrkir.
Bihna biharê li nav gund belav bibû. Gundî li ser xanîya, ber qelaxa, ber derîya top bibûn xwe dabûne ber germîya jar ya tava biharê.
Ahmed ji malê derket, çû ser kevirê dingînê rûnişt. Li Qertewîn nihêrî. Sipîtahî tenê li jorahîyan mabûn, li alîyên jêr û di pêşê de idî berf nemabûn. Hêşnahîyek bedew li ber çavê wî raxistî bû. Li ser rêya Cemalverdî, hetanî Kevirê Kilsê berfîn, beybûn, simbil û şile reng bi reng aj dane, çê û şîn bûne…
Destê xwe avîte cêba xwe. Qutîya xwe derxist. Kaxiê titûnê hilda di nav du pêçîyên xwe de vekir. Hinek titûn hilda li ser kaxiz raxist. Titûn bi kaxiz pêça, bir ser lêvên xwe, serê kaxiz şil kir û bi heva zeliqand. Di nav herd pêçîyan de hinek ba da û hilda nav lêvên xwe. Hestê mixtarîyê derxist, vêxist û dûyek qalind li ser xwe xist.
Berf dihelîyan ji serê Qertewînê. Ava berfê ji jor ve, ji Çewirmê dikişîya, ji jêra Qereqûyê ve xwe berdida deşta İntabê. Qarxûn, bi ava berfa biharê tijî dibûn, bi coşa biharê gur dibûn, diçûn tev li ava çem dibûn.
Kerem li ser hespê ber bi Şemê diçû. Hiro gihîştîye mala xwe, wê sibê dîsa here ser çem û vê carê wê şeyê wê bi wê re be. Ahmed hê li ber derî ye, cixare dikşîne û Xwedê bizanibe di hişê wî de çi derbas dibe ji halê Dunê…
Ro diçe ava, Dunya tarî dibe, sobe vêdikevin, dû hilpasî ewra dibin…














