Şeklemên Eydê

Waxtê ku hê ewên başê gundê me li hespên baş siwar nebibûn neçûbûn, eydên gundê me
gelek xweş, bi şên û şahî derbas dibûn.
Gundîyên me rojek du roj berîya eydê diçûne bajara, bi giştî diçûne Panosê, tevdîra eydê
ditîrin, lazimîyên xwe yên malê bîter dikirin dihatin. Xwerinên wek goşt, nan, penêr, savar û
her wekîyan nedistandin, ji ber ku tevahîyên wan bixwe, li gund berkêş dikirin. Li ser “alvêra”
(gundî wisa digotin) xwarin û vexwarinê ya gundîyan ku meriv hûr dibe, meriv dibîne ku bi
giştî û giranî gundî ji bajaran çay, şekir û rûn distandin. Û di eydan de bêguman şekir û
şekleme…
Gundî, du celeb şekleme distandin. Celebek ji bo mezinan yek jî ji bo zarokan. Şeklemê
mezinan yên rindtir, xweştir û baha bûn. Yên ku ji bo zarokan distandin jî hêsan, saltgir û
erzan bûn. Di sebehên eydan de, di danê zû de zarên gund li hev top dibûn, her yek wan di
destên wan de tûrên naylon, mal bi mal eydana degerîyan, tûrê xwe bi şekleman tijî dikirin.
Şeklemê ku didane zara her çiqas saltgir bûna jî li di heman demê de dilkêş bûn jî. Rengê
kaxizên wan zer, sor û spî bûn. Gava ku kaxizên ser vedibûn, tê de şeklemên wek rengê
kaxizên xwe dîsa zer, sor û spî derdiketin û dibriqîn. Gava meriv li wan dinhêrî devê meriv av
dida, meriv dixwast hama yekcar hilde bavêje devê xwe.
Gava em wek koma zarokan diçûne ber derekî, me bi hev re gazî dikir digot “eyda we
bimbarek be…” Bi dengê me re ehlên malê derdiketin şeklemê me didane me. Ji bo zara bi
giştî kevanîyên malê derdiketin. Di destê wan de tebaqên şekir, dihatin ber derî û wan jî eyda
me pîroz dikirin û şeklemên me pêşkeşî me dikirin. Celebê pêşkeşkirina şekleman jî, mal bi
mal, gorî kevanîyan diguhurîn. Hineka tebaq dirêjî ber ne dikirin, me çiqas bixwesta, gorî
dilên xwe jê hildida. Kevanîyên ku wisa dikirin, qirarê hildana mîktarê şeklema ji me re
dihîştin. Lê hinek jî tebaq dirêj nedikirin, di tebaq de yek heb, du heb şekleme derdixistin,
bixwe didane destên me.
Lê di nav wan rîtûelên eydan de, di bîranînên min de malek û jinek hebû ku kîngê behs dibe
bi dilxweşî, dilgermî û devkenî tê bîra min. Xwedê rihma xwe lêke Xecê, di mala xwe de tenê
dima. Zar û marên wê li xebatê bûn. Emrê wê mezin, jinek gir û bi heybet bû. Xwedê xirabke
tunebûnê, xizanî para başa ye. Xecê, her rojên eydan de, torbê şekirê çay yên kirtlame dida
ber xwe, xwe dida ber derê malê, kê bihata ji torbe yek hep şekir derdixist dida destê wan. Lê
ji kê hez bikira lêbên dirêj û mezin dida wan. Yek jê yên hezkirîyê Xecê jî ez bûm. Em kîngê
biçûna hebên piçûk dida hevalên min, yên mezin û dirêj jî dida mi. Her car destê xwe li serê
min dida û eyda min pîroz dikir. Lê em, melûm e, aqilê zartîyê, gava em jê dûr diketin me
şekirê ku dabû me diavîte erdê, me nedixwest ku em wê şekirê çay tevî nav şeklemên xwe
yên eydê bikin. Rihma Xwedê lêbe, heqê wê li ser me efû be.
Her wiha em di nav gund digerîyan, me gund serûbinê hev dikir, me ti malek, malbatek, me ti
kesek nedihîşt ku em neçûnê, me şeklemê heqê xwe ji wan nestandibe. Gava ku gera me
xilas dibû, em dihatin malê me tûrê xwe vedişart, me tûrek din peyda dikir, îcar em li hêvîya
gera mezinan diman.

Bêguman eyda mezinan jî gorî xwe xwedîyên qaîde û rîtûelên cûda bûn. Tê bîra min, çiqas
mêr û mezinên gundê me hebûna sibeya eydê dihatin mala me. Eyda hev dikirin, nan û av
vedixwarin û paşê bi hev re radibûn diçûn nav gund digerîyan.
Gava em çev wan diketin, jixwe em hêvîya wan bûn, me dida pey wan. Di nav apanan de
tenê Apê Nadê bi gundîyan re digerîya. Ewî dida pêşîyê, gundî didan pey mal bi mal
digerîyan, eydana gundîyan dikirin. Eydana mezina wek ya me nebû. Mezin ku diçûne ber
derîya Apê Nadê gazî dikir, digot “malêê, eyd erefeta we pîroz û bimbarek bee…” jin û kebanî
dernediketin ber mêra. Ew dem di nav koma mêran de malxê wê malê kê bûya, direvî diçû
hundur, tasa şeklemên biha ya ku ji bo mezinan amade bûye dianî dirêjî ber milet dikir. Jixwe
berê dirêjî Apê Nadê dikirin. Apê Nadê jî kefa destê xwe tijî dikir, dizvirî ser me û direşande
nav ne. Em tev li nav hev diketin, êdî kê gihîştibe çend hebî, me ji erdê şeklemên biha top
dikirin. Her wiha me mezinan gav bi gav, mal bi mal teqîp dikirin. Her carê ku Apê Nadê
şekleme diavîte nav me, her wiha tekoşîna meyê zeftkirina şekleman jî bi kêf û şahî destpê
dikir.
Bi vê qaîdeyî me tûrê xwe yên duyem jî, bi şeklemên mezinan, êdî çiqas top kiribe tijî dikir û
em vedigerîyan malên xwe. Şeklemên mezinan, ji ber ku xweştir bû me bixwe dixwar, me
nedida kesî. Lê yên din me hey bi heval û kesên din re parvedikirin.
Di rojên piştî eydan de me li ser şeklema niftik û tewrêz jî dileyîst. Me ji qapaxê kaxizê nifta
re digot niftik. Kê ji çembera leyzê çend niftik derxista ewqas şekleme kar dikir. Yan jî di
tewrêz de kê bi serketa, gorî bazar û qirara serê leyzê ewqas şekleme bidest dixist.
Belê, “ewên baş, li hespên baş siwar bûn û çûn.” Niha ne ew ne jî hespên wan hene. Ne
qaîde û ûsûlên wan ne jî eyd û erefatên wan. Tenê gundê wan mane, ji cimaeta xalî ne, wek
qedîfeyan tenik û mayî ne.
Yek jî şopên wan, nav û dengên wan, pêjnên wan…

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Tenêtîya Sedsalî û Marquez

    Tenêtîya Sedsalî di sala 1967an de weşîyaye û ji alîyê Gabriel Garcîa Marquez ve hatîye nivîsandin. Tê qebûlkirin ku berhemek herî girîng ya edebîyata dunyayê ye.  Kurtayî Bajaroka Macondo ji…

    Zêdetir
    Gundîyên Tolstoy

    Di romanên Lev Tolstoy de, profîlên gundîyan him îdealîze dibin him jî bi rastîyên derûnî ve xwe didin der. Her çiqas Tolstoy  arîstokrat be jî mêla wî her lî ser…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext