Şivanê Piçûk

Waxtekî, hebûye tunebûye, li welatek dûr, di nav xwezayek kesk de, şivanek zehf biaqil û
heywanhez hebûye. Ev şivanê piçûk ewqas biaqil bûye, bi bersîvên xwe yên ku dida
pirsên ku jê dihatin pirsîn ve însana şaş û metal dihîşt. Rojek ji rojan, nav û dengê
biaqilbûna şivanê piçûk çûye gihîştîye guhê Qral. Qral jî xwestîye vê şivanê biaqil bibîne
û binase.
Şivanê Biaqil ça ku daxwaza Qral bihîstîye, kelecanek pêgirtîye û rabûye çûye hizûra
Qral. Qral ji Şivan re gotîye;
“Hela were Şivanê biaqil, ezê niha sê pirsa ji te pirskim. Heger ku tu bersîva van hersê
pirsa bidî min ezê wezîfeyên girîng yên welat bidim te. Tê li qesra bijîyê.”
Şivan jî gotîye “temam” û Qral dest bi pirsên xwe kirîye.
“Li ser rûyê erdê de di kîjan behrê de çand niqut av heye?”
Şivanê piçûk wiha bersîva vê pirsî daye:
“Qralê min, ji bo ku meriv evî hînbibe, divê meriv çavkanîyên xwezayî yên ku behra tijî
dikin û ewra teqîp bike. Ji ewran niqutê şilîyê diniqutine behrê û avên ji çema dikişin jî
dirijine behra. Heger em çavkanîyên avên xwezayî kontrol nekin, emê nizanibin ka gelo
çend niqutên behrê hene. ”
Şivanê Piçûk wiha daye bersîva Qral û Qral derbasî suala xwe ya duyem bûye:
“Emrê bêdawîyîya gerdunê çiqas e?”
Şivanê Piçûk hankava dest bi bersîvê kirîye, gotîye:
“Bilindahîya Çîyayê Qafê 1 mêtre ye, kûrahî û berayîya wê jî yek mêtrene. Ji vî ye Teyrê
Enqe her sed salî carek tê Çîyayê Qafê. Teyrê Enqa ku xwe digihîne çîyê, çîyê nikil dike.
Waxta nikilkirina Teyrê Enka xilas dibe tenê yek sanîyek derbas dibe. Her wiha ji
bêdawîyîya gerdunê tenê sanîyek kêm dibe.”
Bersîva Şivanê Piçûk ya ji bo vê pirsê jî wiha bûye. Qral bi şaşmayîyek mezin ve pirsa
xwe ya dawî jî dipirse:
“Li ezman çend stêrk hene?”
Şivanê piçûk û biaqil, berîya ku bersîva pirsê bide ji Qral kaxiz û qelemek dixwaze. Qral
xwesteka Şivanê Piçûk hankava tîne cîh. Şivanê Piçûk, kaxiz bi birek nukte ve tijî dike.
Kê dike ku wan nukteya bijbêre, ji ber ku zehf bûne tevê hev dike û naqedîne. Paşê
Şivanê Piçûk ji Qral re dibêje:
“Ev nukteyên ku min li vir rêz kirine çiqas bin, stêrkên li ezman jî ewqas in. Hûn
diqedînin bijbêrin.”
Piştî pirsan Qral ji Şivan re gotîye:

“Aferin, tu zehf biaqilî, te her sê pirsan jî rast kir. Tê idî li vî welatî bibî şexsîyetek zehf
mihum. “
Qral biryar dide ku Şivanê piçûk û biaqil bibe endamê dîwanê û xwestîye waxta ku wê
biryaran bide Şivan jî di civata bilind de hebe.

Çîrok: Hans Christian Andersen

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Ez ji Te re Av Bînim

Sibehek germ ya havîna salê ye. Meha tebaxê bi tim taybetîya xwe ve hukma xwe dide der. Germ e û kifşe wê di seetên pêş de roj germtir bibe. Merivek…

Zêdetir
Serhonazê Kal

Şéstpénc salî bû. Lé hé serxwe bû. Gava ku şîyar bû ji xewé, bi dengé melé gundé cînar hisîya. Li gundé wan jî mizgeft hebû, lé ji ber ku kesé…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext