Tenêtîya Sedsalî di sala 1967an de weşîyaye û ji alîyê Gabriel Garcîa Marquez ve hatîye nivîsandin. Tê qebûlkirin ku berhemek herî girîng ya edebîyata dunyayê ye.
Kurtayî
Bajaroka Macondo ji alîyê Josê Arcadîo Buendîa û hevjîna wî Ûrsula ve ava dibe. Di serî de bajarokek îzole, kerr û tenê ye. Lê paşê bi dunyaya derva re têkilî datîne û tê naskirin. Di vê demajoyê de meraqa zanîstî, xwezîyên keşfê û xeyal berfirehîya bajarokê xêz dike.
Kesên ji nefşên paşê yên malbatê her daîm qedera heman parvedikin. Aurelîano Buendîa yê Serbaz tev li gelek şeran dibe lê ji tenêtîya navbendîyê rizgar nabe. Di malbatê de dildarîyên qedexe, trajedî, întîhar û rûdanên xerîb bi zêdeyî xwe didin der. Navên heman yên ku bi nifşan xwe dubare dikin, rê didin kesayetî û xetayên heman jî.
Macondo waxtîl waxt modernîze dibe. Tîren tên, şîrketên xerîb lî bajarokê peyda dibin. Lê ev rûdan bi xwe re kedşêlanî û felaketan jî tîne. Bi taybetî qetlîamên karkeran rêya helweşîna bajarokê vedîke. Di heman demê de rûdanên serxwezayî, yên wek hilpasbûna ber bi ezmanan, şilîyên ku bi salan didomin û şevereşk dibin parçeyên jîyana rojane.
Di axirîya romanê de, endamê dawî ya malbatê Aurelîano Babîlonîa, wesîqeyên kevn serast dike û dibîne ku qedera malbatê pêşta hatîye neqişkirin. Bi vê rastîyê ve him malbat him jî bajaroka Macondo tune dibin.
Bi kurtasî roman li ser vegotina rabûn û ketina malbatekî, tenêtî, qeder û dewrdaîma zemanên wan tevdigere.
Hûrgulîyên Romanê û Analîzek Sivik
Em dikarin vê berhema giranbiha bi hûrgilîyan ve analîz bikin. Roman bi çend nifşan serpêhatîyên malbata Buendîa û ji sazbûn heta hilweşînê demajoya bajaroka Macondo ya xeyalî vedibêje. Çîrok di navbera dunyayek rastî û fantastîk de dikişe.
Roman bi temayên cûda çêkirî ye. Tenêtî, wergerîya waxtê, qeder, rastî, realîstî û xeyal temayên sereke yê romanê ne.
Jîxwe tenêtî di navenda romanê de cîhek giran hildaye. Her kesên ji malbata Buendîa yek bi yek li tenêtîyê diqelibin. Ji bo kesên malbatê ev tenêtî him bi fîzîkî him jî bi hestî ye. Hema bêje ehlên malbatê tev heman qederê dibînin.
Dubarebûna zeman jî di vegotina romanê de balkêş e. Di dûmahîkan de rûdan û karekter xwe dubare dikin. Mesela di tim nifşan de navên heman yên malbatê tên bikaranîn. Dubarebûna navan dibin sedemê serpêhatîyên heman yên qederê jî. Wekî ku ev rewş dide zanîn ku divê merîv ji xetayên însanîyetîyê ders hilde.
Di roman de karekter gelek cara ji qedera xwe nareve, nikare bireve. Fikra neleta malbatê, bawerîya pêşta nivîsandina qederê û her wek kehanetên din li ser çîrokê rûdinê.
Dîsa roman alîyê xwe yê realîstî û sêhrê jî nîşan dide. Jixwe taybetmendîyek girîng ya Marquez ê realîteya bisêhr di vê berhemê de xwe dide der. Însanên ku difirin, şilîyên ku bi salan didomin û xeyalet mînakên sereke yên vê taybetmendîyê ne. Lê ev taybetmendî ji bo karekteran rûdanên ji rêzê ne.
Em dikarin hinek jî bi kurtasî li ser karekteran bisekinin:
Josê Arcadio Buendîa
Sazmendê malbatê ye. Aqilwindayê zanîstî û kewşîyî ye. Bi deman re ji rastîyê dûr dikeve. Hişpêç, xeyalperest û biînyad e.
Ûrsula
Karektera bihêz ya malbatê ye. Di malbatê de ya herî zêde emir kirîye ew e. Dike ku malbatê li ser pê bigre. Kevneşopî û sazîyê temsîl dike. Bihêz û zexm e. Biaqil, jêhatî û xwedî birpirsîyarîyê ye.
Aureliano Buendîa
Di halê xwe da ye, tenê û şervan e. Tev lî gelek şer û dewan bûye. Bi tenêtîya xwe re têdikoşe. Bêdeng û bireman e. Di gelek şeran de serketîye lê ew serketinan jî ewî bextewar nekirîye. Lî hember însana xwînsar û bimesafe ye.
Ev kesên ku serekeyên romanê ne li Macondoyê dijîn. Macondo ne tenê bajarokeke lê di heman demê de metafora Amerîkaya Latîn e. Di roman de sazbûn, berfirehbûn û hilweşîna wê diqewime. Kedşêlanî, modernîzebûn û tenêtî lî vir şênber dibe.
Teknîkên vegotinê bi realîteya bisêhr ve ne û rûdanên fantastîk wekî ku normal in pêşkeş dibe. Hevokên dirêj û herak hene. Vegotin ne wek kronolojîk e lê motîfên dubare yên rûdanan û navan gelek in.
Wek me li jor jî got, roman, tê qebûlkirin ku berhemek herî girîng ya edebîyata dunyayê ye. Edebîyata Amerîkaya Latînî bi dunyayê daye nasîn. Mînaka herî xurt ya rêbara rastîya bisêhr e. Xêncî van dîsa roman temayên navnetewî yên wek tenêtî, zeman, xwezaya însanî û her wekî din nîşan dide.
Bi kurtasî dikare were gotin ku ‘Tenêtîya Sedsalî’ ne tenê çîroka malbatekî ye lê di heman demê de alegorîya xetayên dubareyî yên însanî, tenêtî û dawîyên jênerev radixe ber çevan.
Em hinek jî li ser nivîskar bisekinin:
Gabriel García Marquez
Gabriel Garcîa Marquez (1927–2014), nivîskarê romanan, rojnamevan û senarîstê ji Qolonbîyayê ye. Di sala 1982an de Xelata Nobel ya Edebîyatê hildaye.
Gabriel Garcîa Marquez li delavê Qarayîpan, li bajaroka Aracataca mezin dibe. Her çiqas perwerdarîya dadmendîyê hildabe jî rojnamevanî û edebîyatê hilbijartîye. Gelek salan di rojnameya El Espectador de xebitîye.
Gabriel Garcîa Marquez xwedî vegotinek cûda ye. Ew rûdanên ji rêzê û serxwezayîyê bi hev re vedibêje. Alîyên dîrokî û sosyalî bi awayek helbestî pêşkeş dike. Tesîra William Faulkner û Ernest Hemingway li ser heye. Bi berhemên xwe yên wek ‘Tenêtîya Sedsalî’ ve îlham daye nivîskarên cîhanê yên wek Salman Rushdie û Mo Yan.
Min zehf dixwast ku min vî romana qedirgiran bi Kurdî bixwenda. Lê qet nebe em dikarin hevokek jê hildin: ‘Meriv namire, gava ji bîr dibe dimire.’

















