Evîna Bextewar Tune ye


Însan her tiştî di destê xwe de nagre ti car
Ne hêza xwe, ne bêhêzîya xwe, ne jî dilê xwe
Kîngê veke hemêza xwe dibe xaçek sîha wî
Kîngê hemêzke bextewarîya xwe parçe dike ew her tiştî
Jîyana wî hûrgulîyek bi xerîbî û bi jan tijîye her dem
Evîna bextewar tune ye.
Jîyana wî dişibe vê eskerê bêçek
Yê ku xwe piçaye û girêdaye ji bo qederek din
Çi kara wê heye ji wan re, ya rabûna sibê zû
Ewan însanên bê qirar, ewareyên êvara ne
Bêje vana gîyana min û bese evqas hêsîr
Evîna bextewar tune ye.

Bedewa min, şirîna min, birîna minê derbûyî
Te di hundurê xwe de dikşînim wek çivîkek birîndar
Û gava ew bi nezanî dinhêrîn diborîn ji me
Dubare dikin piştî min hevokên ku min honandine
Û ji nişkê ve dimirin bo çevên te yên gir
Evîna bextewar tune ye.

Waxt tûne idî ji bo hînbûna jîyanê
Bra bigrîn dilên me heta destê sibê
Ji bo stranek piçûk nêçe bedbextî divê
Hilperînek jî bi nêçe poşmanîya dayîn
Ji bo awazek nêçe hêsîr rêtin
Evîna bextewar tune ye.

Evîna ku bi dilêşî xilas nebûye tune ye
Evîna ku birîn venekiribe di dil de tune ye
Evîna ku şop nehîştibe tune ye di însan de
Û hema wek te ye evîna welat jî
Evîna ku di hêsîran de nexeniqîbe tune ye
Evîna bextewar tune ye.
Evîna me herdaye dîsa jî…

Yek evînek tuneye ku nenoqandîyê janan be
Yek evînek tuneye ku birîn venekiribe di dil de
Yek evînek tuneye ku şop nehîştibe di însan de
Ji te zêdetir nîne evîna welat jî
Yek evînek jîndar tuneye ku hêsîr nerêtibe
Evîna bextewar tune ye
Wihaye evîna me herdayan jî…
Louis Aragon
Werger ji Trikî: Seregola İntabê

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Dest

    Desta bipesin… Desta bipesin, Ewe ziyaretin, jîyîn, nifûsin. Tim zarê ji dê ew dikin xilaz, Ew dikin temiz dergûşa bi naz. Dest in, wek pencê tava pirşemal, Ber û bedena…

    Zêdetir
    Evîna Te Ez Bernedam

    Evîna te ez bernedam, Tî mam, birçî mam Şev xayîn, şev tarî bû Can xerîb, can kerr Can parçe parçe… Û destên min kelepçê de Bêtitûn, bêxew mam Evîna te…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext