Hunermendê Kurd Mem Ararat di van rojên dawî de bi videoyekê li ser medyaya civakî nerazîbûna xwe li dijî hin sazî û dezgehên Kurdî, bi taybetî KOM Muzik, eşkere kir. Ew got ku di nav 12 salan de hêjayiya ked û hunera wî nehatî dayîn û mafên telîfê yên hin albûmên wî vegerandin.
Di gotinên xwe de Mem Ararat gotîye:
“Ez koleyê kesî nînim, çekê min tenê gotin û sazê min e.”
Ew herwiha îdia dike ku hinek kes û sazî dixwazin hunermendan di bin kontrola xwe de bigirin û hunerê ji siyaseta partiyan cuda nebînin.
Alîgir û Rexnegir
Piştî van axaftinan, gelek gotûgo û nîqaş di nav civaka Kurdî de dest pê kir. Hin hunermendên din wek Blind İbrahim piştgirî da Mem Ararat û got ku piraniya hunermendan di bazara muzîkê de bi pirsgirêkên mîna kontrol, mafên telîfê û zextên siyasî re rû bi rû dimînin.
Li aliyê din, KOM Muzik daxuyaniyek belav kir û got ku îdîayên Mem Ararat “rastiyê temam nîşan nadin.” Wan got ku gelek caran hewl dane ku bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.
Ev bûyer di nav gel de nîqaşek mezin derxist:
- Hin kes Mem Ararat wek dengê hunermendê serbixwe dibînin.
- Hin kes jî dibêjin ku KOM Muzik di demên dijwar de ji bo parastina muzîka Kurdî xebitîye û divê mijar bi gotûbêj were çareserkirin.
Di heman demê de hinek hunermend jî raya xwe eşkere kirin. Şivan Perwer ku yek ji wan e, di demek kurt de ketîye nav vê gotûgoyê, nêrînên xwe li ser van xala eşkere kirîye:
- “Ji bo pereyan hevdu neşewitînin.”
- Hunermend û ronakbîrên Kurd divê yekitiya xwe biparêzin.
- Kurdan divê ji bo gelê xwe bixebitin, ne ku “bilbilê” dewletên din bibin.
- Wî di heman demê de bal kişand ser girîngiya sazî û dezgehên Kurdî û got ku nîqaş divê bi aqil û rêzdarî were rêvebirin.
Di şîroveyan de hin kes Şivan Perwer diparêzin û dibêjin “wî di demên qedexe de bedel da”, lê hinek din jî rexneyên tûj lê dikin, dibên “Şivan bertekên erzan nîşan dide.”
Xêncî Şivan, Ferhat Tunç jî tev lî gotûgoyê bûye. Hunermend Ferhat Tunç li ser Facebookê nivîsek dirêj weşandîye û KOM Muzik parastîye. Wiha gotîye:
- KOM Muzik di salên 90î dema muzîka Kurdî qedexe bû, ji bo hunermendan “deriyek” vekir
- Bi dehan hunermend, Mem Ararat jî tê de, li wir mezin bûn
- Rexneyên Mem Ararat ên ku tevahiya saziyê wek “îstîsmarker” nîşan dide, xelet e
- Got “pirsgirêkên peymanê bi hiqûqê çareser bibin, lê divê êrîşên kesane rawestin û saziyên Kurdî neyên lawazkirin”
Di nav şîroveyan de xelk li ser gotinên wî jî bû du parçe: hinekan piştgirî da, hinekan jî ew sûcdar kir ku “parêzeriya kompanyayê dike”.
Nêrîna Giştî ya Hunermendan
Li ser medyaya civakî heta niha hunermendekî din bi daxuyaniyek fermî derneketiye. Lê di bin postên Amida Haber û Amed TV de gelek bikarhêner dibêjin:
- Aliyê piştgiriyê dibêjin: “Kom Muzîk mafê hunermendek Kurd îhlal dike, KOM Muzîk heta niha mafê gelek hunermenda xwarîye, Mem Ararat ne tenê ye.”
- Aliyê rexneyê: Hinek dibêjin Mem Ararat “ji bo reklamê” dike û “tu car konserek belaş nade”
- Aliyê sêyemîn: Bang dikin ku “divê ev mesele bi hiqûqê û zelalî çareser bibe, ne bi şerê medyayê”
Di vê navberê de Mem Ararat straneke nû bi navê “KED Û KEN” jî belav kir, ku gelek kes ew wek bersivek hunerî li van bûyeran şîrove kirin.
KOM Muzîk: Dewa Serdestîya Bindestan
Dîroka muzîka Kurdî dîroka berxwedanê ye. Di salên ku ziman qedexe bû, stran sûc bû û kasêt bi dizî û veşarî dihatin firotin, hin sazî derketin holê û gotin “em dengê bindestan in”. Yek ji wan, rast e, KOM Muzik bû. Ew di 1997an de, bi soza “hunera alternatîf, kokdar û nebazirganî” hate damezrandin. 30 sal derbas bûn. Lê pirsa îro ev e: Gelo ew dewa ku ji bo bindestan hatibû avakirin, bi xwe nebûye serdestek li ser bindestan?
Ji Sîwanê Ber bi Qesrê ve
KOM Muzik di salên 90î de sîwanek bû. Li wê demê dewletê muzîka Kurdî qedexe kiribû. Hunermend nedikarîn bi navê xwe derkevin ser dikê. KOM wê valahiyê tijî kir. Bi dehan dengên ku îro navdar in, ji Şivan Perwer bigire heta Mem Ararat, albûmên xwe yên pêşî li wir tomar kirin. Lê sîwan gava dibe qesr, siyên xwe jî diguherîne.
Îro îdiayên ku ji devê Mem Ararat derketin, ne tenê pirsgirêkek şexsî ne. Ew dengê şikestinekê ne. Hunermendek dibêje: “5 sal in telîfa 2 albûmên min nayê dayîn. Ev ne meseleya pere ye, meseleya hiqûq û rêzgirtina li kedê ye.” Bersiva saziyê: “Em tu carî kedê bêqîmet nakin, werin em biaxivin.” Lê pirs ev e: Çima divê hunermend 5 salan biqîre da ku vexwendina “diyalogê” bigire?
Zehf na, du sal berê Kerem Gerdenzerî yê endamê Koma Wetan jî, dewa mafê telîfê dikir li ser KOM Muzîkê. Wek tê zanîn, strana navdar “Cahiltî” gotin û awaza wê ya Kerem Gerdenzerî ye. Mafê çap û weşanê ya vê stranê li cem KOM Muzik e. Kerem Gerdenzerî, du sal berê di gelek platforman de dianî ziman ku KOM Muzîk mafê wî xwarîye û wî xapandîye.
Wekî wisa ye, em dikarin pirsa xwe dubare bikin: Çima heqê hunermendan wiha talan dibe û hunermendên ku divê waxtê wan li ser hûrgulîyên hunerê derbas bibe, li pey gengeşîyên wiha mecbûr têne hîştin?
Mekanîzmaya Serdestiyê: Peyman û Bêdengî
Serdestî her dem bi çekan nayê. Carna bi peymanan tê. Di cîhana muzîkê de peymanên “herheyî” û “mafê weşanê yê bêsinor” hunermend dike koleyê berhemên xwe. Hunermend albûmekê çêdike, hemû mafan dide şirketê, û paşê ji bo her konserê, her klîbê, her weşana dîjîtal mecbûr dimîne destûrê bixwaze.
Bêdengî jî amûrek serdestiyê ye. Dema Ferhat Tunç derdikeve û dibêje “KOM 30 sal e ked daye, divê neyê lawazkirin”, ev parastin rewa ye. Lê dema bi dehan hunermendên din bêdeng dimînin, ev bêdengî bi xwe dibe zext. Zexta “eger tu biaxivî, tu yê jî wek Mem bêyî lînçkirin”. Bi vî awayî dewa ku ji bo bindestan hatibû avakirin, bi tirsa serdestiya xwe li ser bindestan didomîne.
Paradoksa “Nebazirganiyê”
KOM Muzik dibêje: “Polîtîkaya me ne li ser pere û populeriyê ye”. Lê telîf bi xwe pere ye. Telîf nanê hunermend e. Tu nikarî bibêjî “ez ne bazirgan im” û di heman demê de berhemên hunermendekî 5 salan bê berdêl bikar bînî. Ev paradoks e. Ev gotina “em ji bo çandê dixebitin” dike perdeyek li ser îstîsmarkirina aborî.
Bindestî ne tenê ya dewletê ye. Carna saziyên ku bi navê bindestan derdikevin, bi demê re zimanê serdest qebûl dikin: zimanê burokrasîyê, zimanê “em paşê biaxivin”, zimanê “parêzerê xwe bişîne”. Herwiha, dewa bindestan dibe dewa serdestiyê.
Pêwestiya Peymanek Nû
Mesele ne KOM Muzik bi tenê ye. Mesele pergala hilberîna çandî ya Kurdî ye. Divê Kurd ji xwe bipirsin: Gelo ji bo çi ev sazî ava kirine? Ji bo ku zincîrên dewletê bişkênin, yan ji bo ku zincîrên xwe yên nû çêkin?
Mem Ararat bi vîdeoya xwe ne tenê li telîfa xwe geriya. Wî neynikek danîye pêşberî me hemûyan. Di neynikê de em dibînin ku carna yê ku dibêje “ez te rizgar dikim” bi xwe dibe zindana te ya nû.
Ji ber vê yekê, çareserî ne “rûreşkirin” an “pîrozkirin”a KOM Muzik e. Çareserî peymaneke nû ya civakî û hunerî ye: Ev peymana nû divê, li ser zelal û demkî, şefafiya hatin û lêçûnan û mekanîzmayek serbixwe ya çareserkirina nakokiyan ava bibe.
Heta ku ew peyman neyê nivîsandin, her “dewaya bindestan” dê potansîyela “serdestiyê” di nav xwe de hilgire. Lewra desthilatî, bi xwezaya xwe, hez dike xwe ji nû ve hilberîne, heta di nav dilê berxwedanê de jî.

















