Ahmedê Xanî

Gava meriv ji Agirî’yé derté û berî xwe dide Bazîdé, réyek béçiv û rast, fireh û pak, ku bi qasî
100 km heye, li ber meriv diréj dibe. Réwîtîya ber bi Bazîdé, ji ber ku ré dikare we bibe her
derî, ji bo gelek ehlî û welatîyan bi heyecan e. Ré, dikare we bibe bin xeté, bike mévané
eşîrek çîyayî. Her wiha, dikare we derxe Çîyayé Araraté, bike hevalé şevgerén hemdem, an jî
téke Qesra Îshak Paşa, bigihîne dîroka qedîm. Belé, réwîtîya ber bi Bazîdé xweş e, dîmenén
der dora bedew e. Gava hûn nézî Bazîdé dibin, ger hûn bi şans bin, wé ew dem li ser çîyé ewr
tune be. Hûné li ser ré, ji dûr ve bilindahîya çîyé bibînin. Li ali milé rasté a bilind, li alî milé
çepé jî a piçûk, wé xwe peşkeşî ber çavé we bidin. Her wiha hûné bihesibînin ku hûn diçin
dikevin nav ziké çîyé. Wé çavé we ne li ser ré, lé wé li ser çîyé be. Hûn nakevin nav Bazîdé,
hûné bikevin bin bandora dîmena Araraté… Her wiha hûné bi dewlemendîya Araraté bihisin
û di binpéşé de çavén xwe li wateyén qedîm û hema bibéjin kevneşop bigerînin, dilén xwe ji
serpéhatî û nehatîyén Kurda re bişewitînin.
Di bin péşa vî çîyayé herî bilind de kesek qedîm heye ku, ev 300 sal e razayî ye: Ehmedé
Xanî, yek ji dewlemendiya Araraté ye. Di sala 1651 de li Çolemérgé, li Gundé Xanî hatî ye
diné. Di 14 salî xwe de dest bi nivisê kiriye. Dema ku „Mem û Zîn“ temam kiriye 44 salî
bûye. Xanî, di sala 1707 de li Bazidê wefat kiriye. Gora wî li wir, di bin péşa Araraté ye û
tirba wî ziyaretgaha xelkê ye.
Ehmedê Xanî, berhemén gelek bedew û bi rûmet péşkeşî edebîyada Kurda kirî ye. Wek té
zanîn Mem û Zîn, berhemé wî ya sereke ye ku di sala 1695 de çap bûye. Xéncî vî Nûbihara
Piçûkan jî berhemen din a naskirî ye. Eqîda Îmanê, Eqîdeya Îslamê, Fî Beyanî Erkanî Îslam
(Beyanata Erkana Îslamé) berhemén wî yén din in. Ehmedê Xanî ne tené nivîskar û wéjezan,
di heman demé de fîlozof e jî.
Ehmedê Xanî dersén xwe yén feqîtî yé bi Erebé hildide, her wiha Erebî hîn dibe. Di wan
deman de yén ku xwedîyén îmkan bûne perwerdehîya xwe di dibistanén feqîyan de pék anîne.
Ji bo Ehmedê Xanî ew îmkan çé hebûye. Ew jî diçe Bazîdé, dest bi Medreseya Mûradîyé dike.
Lé li wir namîne, piştî wexta, perwerdehîya xwe li medresén Xelat û Bilîsé didomîne. Paşé
diçe Botan û Mezopotamyayé. Pévejoya axirîyé ya perwerdehîya wî li medresén Bexda, Şam,
Heleb û İrané derbas dibe. 
Té gotin ku Ehmedê Xanî diçe Kâbeyé jî tavaf dike. Di berhemén xwe de xûya dike ku çûye
Mısıré jî. Bi taybetî, li medresén Sûrîyeyé de felsefe Yûnana Antîk, di medresén
Mezopotamya û Îrané de tasavvûfa Îslamé fér dibe. Li wan dera li ser astronomî hûr dibe û
teknîka şîir û huneré hildide. Di heman demé de, dîsa li wan dera Feqiye Teyran, Ehmedé
Cizirî, Hîpokrat, Platon, Aristo, Farabî, Şahabettîn Sûhreverdî, Mihyeddîn Erebî, Elî Herîrî,
Fîrdevsî û Ömer Hayam dinase, li ser eser û xebatén wan dixebite. Ehmedê Xanî, piştî
demajoyek dewlemend ya perwerdehîyé û piştî gerek berfireh ji bo dîtina dinyayé, bi îlm û
îrfanek kûr dîsa vedigere Bazîdé, dest bi dayîna dersa dike.   Yek ji taybetén balkéş ya
Ehmedê Xanî welatparézî û gelperwerdehîya wî ye. Ew, di waxté xwe de li heremé, péşengé
ronahî bûné bûye. Em dikarin bibéjin ku di tim remanén wî de téma bingehîn ev e. Ew
nemaze li ser yekîtî, péşketin û azadîya Kurda sekinî ye. Di berhemén xwe de rewşa Kurda ya

nebaş, jihevbûyî û bindest wek pirsgirekek lezgîn ya ber çareserkiriné ditîye, bi giranî li ser
sekînî ye. Péşveçûna çand û ziman gellek girîng dîtî ye, ji ber wé, berhemén xwe, wek té
zanîn, bi Kurdî nivîsî ye.
Ehmedê Xanî her çiqas alimek welatparéz bû ye jî, lé tu car nijadperest nebû ye. Ehmedê
Xanî dîrok, çand û qîmetén olî ya xelqén cînar wek nézikahîyek biratî dîtî ye û wisa nirxandî
ye.  Ehmedê Xanî mamostayek baş û péşketî û pîsporé zimane jî. Felsefe, teolojî û edebîyata
waxté xwe baş xûnaftî ye û li ser xîmén berhemén xwe reşandî ye. Xéncî Kurdî, serdesté
Erebî, Farisî û Osmanî jî bû ye. Di Mem û Zîn de,bi awaya dahûrîna bûyara ve xwendevan ji
xwe re  dike heyran û sermest dike. Vegotiné xwe vecîzî ye. Di fikir û vegotinén xwe de
bandora Arîsto û Eflatûn xûya dike.
Ji ber ku pîsporé ziman e bi awakî hésan zimané Îslamî, yanî Erebî hîné zarén Kurda dike. Ji
bo hînbûna ziman, metodén pratîk ku xelq bikaribe bi hésanî fem bike saz dike. Di Nûbihara
Piçûkan” de dibéje. “ Ne ji bo sahîp rewacan, belkî ji bo piçûkén Kurmancan.” Her wiha xûya
dike ku îlm û îrfana xwe ne ji bo zûmreya dewlemenda, lé bi giranî ji bo gel û bindesta bikar
anîye.
Welhasil, Fîrdevsî ji bo Îranîyan, Eflatûn ji bo Yûnanîyan çi be, Xanî jî ji bo Kurda ew e. Di
civaka de, ji beré heta îro, her daîm şexsîyetén girîng û péşeng gihîştine. Hinek ji wan
Péxemberin, berdevké hézén îlahî ne. Hinek ji wan leheng in, alén siûda gelen xwe ne. Hinek
ji wan jî alimin, niçîrvané sir û nagîhanén dinya û jîyané ne. Her wiha Ehmedê Xanî jî di vé
qategorîya dawîn de ye. Ji ber ku Xanî, li ser jîyané û péşveçûna însanîyeté sekînî ye û di
xebat û berhemén xwe de krîterén îlmî û felsefî ya gerdunî  bikar anîye, ji boyé navé wî di
qonaxa felsefe û zanîstîyé de cîhek birûmet girtî ye. Aristoteles, şagirté Eflatûn, memostayé
Îslenderé Mezin e. Di dema xwe de bingeha felsefeya antîk avakirî ye. Alimén Îslamé, yén ku
Aristo li ser atmosfera Îslamé nirxandine, jé re gotine “mamosteyé yekem.” Farabî, béyî ku ol
û bawerîya Îslamé li der ve bihéle, şîroveyén nû li felsefeya Arîsto dike û réya tasavvûfé
vedike. Nérîna,“xwesteka meriv, efendîyé kaînaté ye” berhema vé ekolé ye. Her wiha Farabî
ji bo péşveçûna civaka metodén zanîstî yén nû formûle kirî ye. Ji bo vé û xebatén herî
dewlemend yén Farabî, di alema îlmî ya Îslamé de, Farabî, piştî Arîsto,  bi “mamosteyé
duyemîn” hatîye binav kirin.
Ehmedê Xanî mîratkaré herd memostaya ye.  Xanî xwestî ye ku hiqûq bi otorîte re bizewice û
pé re bibe yekvicûd. Ji bo Xanî, azadbûn û bextewarîya ferda, bi otorîteyek hiqûqî ve girédayî
ye.  Azadîya ferdî, beramberé azadîya xwesteké ye. Yanî dikare were gotin ku Ehmedê Xanî,
bavé fikir ya dewleta bihiqûq a azadîxwez e. Yan jî bi gotinek din, formûlesazé dewleta
hiqûqa demoqratîk e. Ji ber van xebatén Ehmedê Xanî yén sosyalî, sîyasî, felsefî ûhwd. piştî
Arîsto û Farabî, jé re gotine “mamosteyé séyemîn.” Nivîskar H. Mem,  di pirtûka xwe ya
“Mamosteyê Sêyemîn Xanî” de li ser vé mijaré bi firehî disene.  Îro, nemaze dîrokzanén
felsefeya rojhilaté qebûl dikin ku ne Xanî ne jî Farabî, bi qasî Arîstoteles hilnehatine ber
çavan. Farbî û Xanî, wek Arîsto, ku fîlozafek bi nav û deng ya dinyayé ye, nehatine naskirin. 
Farabî ji alî devdorén zanîstî çiqas hatibe bi sînorkirin, Xanî jî ewqas ne hatîye ronîkirin.
Xezîneya wî nehatîye kefşkirin. Di bin péşa Araraté de, hé îro jî veşartî ma ye.  Belé, gava
meriv ji Agirî’yé derté û berî xwe dide Bazîdé, réyek béçiv û rast, fireh û pak, ku bi qasî 100
km heye, li ber meriv diréj dibe. Réwîtîya ber bi Bazîdé, ji ber ku ré dikare we bibe her derî, ji

bo gelek ehlî û welatîyan bi heyecan e. Ré, dikare we bibe ba Tirba Xanî, di dilé we de bibe
sedema peydabûna hizûr û aramîyek bésînor, we li wir bihéle, ji zeman û mekané biqetîne,
bibe sedsala 17’an, derxe hizûra îlm û îrfana qedîm ya Ehmedé Xanî…  Li heremé té gotin ku
kesén réya wan ber bi Bazîdé dikeve, ger ku neçén serîk li Tirba Xanî nedin, kar û şixulé wan
lihev nayé, di tu emelé xwe de sernakevin û nagihîjine miradén xwe.  Ji vî, gava berî we
dikeve Bazîdé, bihélin bla ré we bibe cem Xanî. Heye ku xezîneya veşartî, li benda aqilé we.

Seregol
Aforîzmayên Ahmedê Xanî
 Zimanê min sira min veşêre jî, rewşa min diyar dike. 
 Tebat dermanekî bi êş e, diêşîne lê pak dike.
 Derd, çiqas bê gotin ew qas mezin dibe, çiqas belav be ew qas har dibe, di dawiyê de jî
merivan dişewitîne, xilas dike.
 Singa kesên deryadil, hedefa tîra herî bi jehr e.
 Kesê ku bikeve bin fermana dil, para wî tenêtiye.
 Agirê ku dikeve nav dil pir dilsoje.
 Ji dilşadî û xemgîniyê re hemsir hewceye.
 Kesên arzûmend bi berjewendîne, lê evîndar cangorî ne.
 Şev du canin; hinek wekî Tacdîn dixwezin ku bigihîjin hev, hinek jî zehmetiyê
hildijbêrin wekî Mem û Zîn.
 Sermiyana tenêtiyê dînîtî ye.
 Kesê ku birînê dide te û dilşadiyê ji xwe re hildide ew kes heval nîne.
 Ga dimre çerm dimîne, mêr dimre nav dimîne.
 Meriv him ronahiye him jî tariye. Him nêz e him jî dûrî ye.
 Kê ku nezanî bi zanistê ve guhartiye, ew idî sifrê xwe bi zêr ve guhartiye.
 Ji kîndaran feyde nayê, ew kes bira be jî.
 Derdê xwe ji nezana re, şaşwaz û zarokan re nebêje.

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Dema Bextê Jan Valjean

    Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

    Zêdetir
    Milyaketê Muzîka Kurdî

    Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext