Ji Nû ve Derwêş û Edûle

Hunergeha Welat ji destana “Evîna Derwêş û Edûlê” re klîpek çêkir.

Hunergeha Welata ku yek ji saziyên hunerî yên sereke yên Rojavayê ye berhemeke nû pêşkêşî hezkiriyên hunera Kurdî kir.

Hunergehê destana navdar a “Evîna Derwêş û Edûlê” bi klîbek zindî kir û raxist pêş çavan. Klîp tenê çîroka evîna di navbera Derwêş û Edûlê de venabêje, di heman demê de çarçoveya dîrokî ya wê serdemê jî vedibêje.

Destan, qala şerê dîrokî yê eşîretên Mîlan û Beraziyan ê li hemberî Dewleta Osmaniyan û eşîretên Ereban dike û evîna her du lehengan di nava agirê şer de diçirise.

Ev berhema hunerî ya bi heybet, bi keda tîmeke profesyonel hatiye amadekirin.

Senaryo û derhêneriya klîpê ji aliyê Şêro Hindê ve hatiye kirin û muzîka wê jî mohra hunermendê navdar Mehmûd Berazî li ser e.

Dengbêj Delîl Mîrsaz bi dengê xwe can dide gotinên destanê.

Di klîpê de lîstikvan Barîn Hemo di rola Edûlê de û Şêrwan Mele jî di rola Derwêş de cih digirin.

Ev proje wekî gaveke girîng ji bo parastina mîrateya devkî ya Kurdan û gihandina wê ji nifşên nû re bi teknîkên hunerî yên modern tê dîtin.

Çavkanî: Rûdaw

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Dilvîn Filîtê Xelatek Giranbiha Stand

    Keça Kurd a 15 salî ya ji Qazaxistanê Dilvîn Filîtê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê serkeftineke mezin bi dest xist. Wergirtina xelatên bi prestîj ên Dilvîn Filîtê yên di pêşbirkên navneteweyî…

    Zêdetir
    Miss Germany Keçikek Kurd e

    Keça Kurd Dua Farisa ku bi eslê xwe ji Qamişloya Rojavayê ye, wekî Şaciwana Almanyayê (Miss Germany) ya sala 2026an hat hilbijartin. Ev cara yekem e di dîrokê de ku…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext