Di Nivîs û Ziman de Yaşar Kemal

“Dengê bilûrê bîstek hat birîn. Tav ji jorahîya Agirîyê wek kerîyek sorgevez xwe nîşan dabû. Sofî xwe
ve hat. Qasek li hespê nihêrî, qasek li derî. Hesp jî serê xwe rakir bi çevên xwe yên gir li Sofî nihêrî.
Tirsek nedîyar ket dilê Sofî…”
Ji “Efsaneya Çîyayê Agirîyê”

Di salên 90’dan de, li Zanîngeha Stenbolê me helbestên Ahmed Arîf wek ayetên pîroz jiber dikir û bi
eşk û kêfek bêsînor dixwand. “Qeydan Kevnkir Min Ji Hesrata Te” piştî waxtek ji alî Felat Dilgeş, hinek
jî bi alîkarîya me, ya min û Zana Farqînî bi Kurdî weşîya. Lê mixabin xêncî carek neweşîya. Ji ber ku
xwendevanê Kurdî tunebû û weşanxane zirar kir. Lê ne xem bû, em gihîştibûn mirazê xwe, me Kurdî li
“Adiloş Bebe” û hemû helbestên din kiribû.
Her wiha hêrsa me ya li ser Ahmed Arîf jî hinek danîbû. Belê lê, gava me wan helbestên bêemsal
dixwand em hêrs dibûn, me digo “çima bi Kurdî nenivîsîye?…”
Hûn dikarin bêjin ‘ev ne kêmasîyek e, gelek nivîskarên Dunyayê jî bi zimanê biyanî nivîsîne.’ Rast e.
Mesela Samuel Beckett nivîskarek Îngiliz e lê “Waiting for Godot” bi Fransî nivîsîye. Nivîskarê Ûris
Nabokov, Joseph Conrad ê Polonî û Halide Edip ê Tirk bi Îngilîzî nivîsîne. Mînak gelek in, gelek
nivîskarên Ereb bi Îbranî û Îngilizî dinivîsin. Divê di van de şaşî tunebin. Edebîyata Dunyayê bi van
mînakan ve tijî ye. Di wêje û hunerê de hêza xeyalan bêsînor e û awayên nivîsê cûda ne.
Lê di navbera van mînakan û nivîskarê Kurd de gelek cûdahî hene. Li ser rûyê Dunyayê de nêzî 200
welat hene. Di nav van welatan de bi giştî 6-7 hezar ziman tên xeberdan. Di îstatîstêkên Miletên
Yekbûyî (MY) de xûyaye ku gelekên wan bi tunebûnê re rû bi rû mane. Yek ji wan jî mixabin Zazakî ye.
Nivîskarên wek Fransî, Îngiliz, Ereb û Ûris xwedîyê ernîgarîya herî fireh ya zimanin. Îro bi mîlyonan
însan bi Îngilizî, Fransî, Ereb û Ûriskî xeberdidin. Dîsa bi mîyonan berhemên wan yên bi nivîskî hene.
Zimanê wan herî bi zindî, pêşta û serdest in. Loma ew dikarin bi zimanê xwe nenivîsin. Mesela gava
Îngilîzek bi Îngilizî nenivîse Îngilizî zirar nabîne. Lê Kurd û Kurdî xwedîyê heman şansî nînin.
Ziman, gazîya ewil ya jîyanê ye. Peyva yekemîn ya hezîyê, tema şîrê dayîkê ye. Bertekên me ji vî bûn.
Me digo em bi destên şaîr û nivîskarên xwe şîrê dayîkan xwe vexwin. Celadet Elî Bedirxan di hejmera
yekem ya Hawarê de gotîye, “ziman, şertê heyînîyê ya pêşîn e.” Mixabin em bêparê vî şertî mane.
Rojekî Yuksel Abê yê kurapê min diçe Hacîbotî dibe mêvanekî kalekî gundî. Li cem hev rûdinên,
sohbet dikin, çay qawe vedixwin. Kalê behsa zemanê berê, behsa mezina dike, dilê xwe dişewitîne
dibê “ewên baş li hespên baş siwar bûn û çûn.” Yuksel Abê şaş dimîne. Ji ber ku heman hevokî di
romana “Demirciler Çarşisi Cinayeti” ya Yaşar Kemal de xwendîye.
Wek tê zanîn Yaşar Kemal Kurd e lê nivîskarê Tirkîtîyêye. Ew hêrs û berteka me ya ku ji hezkirina
wêjeya Kurdî dihat Yaşar Kemal jî bêpar nedihîşt. Ji boyê hê îro jî gelek ronakbîr, xwendevan û
wêjehez ji Yaşar Kemal gazindarin. Serbarîser, wekî ku li jor jî behs dibe, di hin berhemên xwe de çand
û taybetîyên civak û cimaeta Kurda vediguhuze Tirkîtîyê. Bi gotinên me yên pêşîyan, bi hin reng û
dengên miletê me, bi par û parçeyên kultur û kevneşopîyên me edebîyata Tirkî xemilandîye. Xwezil
wan dewlemendîyên çanda me li ser rêya Kurdî bikarbianîya.
Di hevpeyvînek xwe de dibêje “Li malê bi zehfayî bi Kurdî xeberdidan. Ehlên malê bi Tirkîtîyek nîvcî
xeberdidan. Lê ti kes bi me zarokan re bi Kurdî xeber nedida. Kê ji me re çi bigota me bi Tirkî bersîv
dida. Ez niha kê bi Kurdî çi xeberde fehm dikim. Dikarim bi hevokên kin xeberdim jî. Lê nikarim mesela

çîrokek bibêjim. Helbet nikarim binvîsim jî. Nayê bîra min ez kîngê bi Tirkî hîn bûme, nayê bîra min ez
kîngî têgîhîştim Kurdîyê.”
Ji kovara “Gulan” re jî gotîye ‘ez Kurd bûme, ezê Kurd bimirim.’ Di sala 1995an de ji ber ku raportajek
daye kovara Alman Der Spiegel, Mehkema Ewlekarîyê ya Dewletê ewî sucdar dike. Di mehkemê de
dibê “we zimanê me birîye, gava hûn zimanê miletekî bibirin hûn wî dikujin.”
Mînakên wek wiha yên ku li Kurdî, Kurdîtîyê xwedî derketîye gelekin. Dîsa di heman demê de bi
ronakbîr û nivîskarên Kurd yên wek Musa Anter re xwedîyê tikilîyên dostane bûye. Ça tê gotin bavê
arîşen ya Mehmet Uzun bûye jî. Ji bo her pirtûkek bi kelecanî pîroz û piştgirî kirîye. Muhsîn Kizilkaya
teşvîk kirîye ku romanên Mehmet Uzun wergerîne Kurdîyê. Di merasîma cenazeya Mehmet Uzun de
gotîye:”Ez Kurd im lê nivîskarê Kurdî nînim. Mehmet nivîskarek Kurd e. Karê xwe ji her tiştî baştir
pêkanîye. Rêya bi kelem ya romana Kurdî vekirîye.”
Sadik Efendî yê bavê wî xelqê Wanê bûye, ji Erdîşê ye. Piştî waxta ji xizanî û neçarîyê koç kirîye çûye
Osmanîye ya Edenê. Yaşar Kemal li gundekî wê navçeyê bûye. Di gund de xêncî mala wan ti malek din
yê Kurd tunebûye. Dikare were gotin ku dorhêleyek xerîb de mezin bûye. Lê piştî ku bavê wî ji alîyê
zirkurê xwe ve tê kuştin, Kemal bi dayîka xwe re dimîne û bi çîrokên wê mezin dibe.
Heye ku tesîra çîrokên dayîka wî Nîgar Xanim li ser Yaşar Kemal zehf zêde bûye. Belkî bi saya van
çîrokên dayîka xwe bi Kurdîya xwe jî hisîyaye. Ji ber ku xalanên wî qaçaxên meşhûr yên wan deman
bûne, çîrokên qaçaxa zehf bihîstîye. Mesela Mahiro yê qaçax xalê wî yê heq bûye. Nav û dengê wî ji
nav Kurmanc û Ecema, heta Tirkmena belav bûye. Tesîra çîrokên wan qaçaxa di gelek berhemên wî
de yên wek “Ince Memed”de xûyaye.
Belê, welhasil Yaşar Kemal her çiqas Tirkitî nivîsî be jî hema bêje di tim romanên xwe de pir hindik
behsa Kurda kirîye. Di vê merhaleyê de em dikarin di refên pirtûkxaneyên Kurdî de cîhek bi rûmet jê
re cûda bikin. Her wiha Abmed Arîf jî. Her rêzên helbestên Ahmed Arîf jîyan û rihê Kurda û Kurdîtîyê
neqş dike. Lê her Kurdekî ku bi Tirkîtî dinivîse ne Yaşar Kemal û Ahmed Arîf e.
Ew helbest, çîrok û romanên ku nivîskarên Kurd bi Tirkî nivîsîne helbet dibin dewlemendîya edebîyata
Tirkî. Her çiqas naverokên van berhema xwerû civak û cimaeta Kurdî be jî dîsa bi problem e. Ji ber ku
ziman biyanîye û vegotina halê civakê ne wek zimanê dayîkê ye. Her wiha berhemên nivîskarê Kurd,
di alema edebîyeta Tirkî de ancax di teniştek dervayî de cîh girtîye.
Wekî ku Azîz Yağan di Nêrîna Azad de gotîye: “Bi rastî jî, Kurdên ku bi Tirkî dinivîsên gundewarên
edebîyata Tirkî ne û vê gavê li herema gewr de nin.” Nivîskar di dewama nivîsa xwe de dide zanîn ku
wê pîsporên edebîyata Tirkî, ti carî wan nivîskarên Kurd ji wê herema gewr dernexin, daneynin kêleka
nivîskarên xwe.
Gengeşîyên wiha ji zûda ve di nav cimaeta wêje û xwendekarên Kurdî de hene. Ça dixûyê wê hê gelek
bikşîne jî. Em dîsa werin ser mijara xwe. Gava meriv Yaşar Kemal dixwîne meriv texmîn dike ku îro
hebûya û xwedîyê îmkan bûya wê bi Kurdî binivîsîya. Ji ber ku di gelek hevpeyvîn û sohbetên xwe de
hesret û xwezîya xwe ya li ser Kurdî anîye ziman.
Lê îro, nivîskarên serdemê divê çi bikin? Bêguman divê bizvirine ser zimanê xwe. Divê xem nekin ku
wê neyine xwendin. Neyê xwendin yan jî kêm werne xwendin jî divê li ser Kurdî bi israr bisenin.
Nivîskar çiqas binvîsên xwendekar jî wê ewqas bixwînin.
Lê ne tenî nivîs; divê ziman di her qadê jîyanê de serdest be.

Jêgir:
1- Ağrı Dağı Efsanesi r14/Yaşar Kemal/YKY Yayınları
2- Yaşar Kemal Kürtçe Düşünüp Türkçe Yazdı/Fidan B. Mirhanoğlu/bianet
3- Kürtlerin Türkçe Yazma Sorunu/K.Sümbül/Rûpela Nû

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Dema Bextê Jan Valjean

    Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

    Zêdetir
    Milyaketê Muzîka Kurdî

    Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext