Di Wêjeya Devkî de Rola Hespan

Di wêjeya devkî û di çîrokan de fîgûrên hespa cîhên zehf bi hêz digrin. Hesp sembolên sereke yên çanda Kurdî ne. Hesp him wek parçeyek ji jîyana rojane him jî wek motîfên ku xwedîyên wateyên zexmin dertên pêş. 

Di gelek kilaman de navê qehremanan bi hespên wan tê ziman. Di kilaman de hesp weke rasthatîyek na lê bizanîstî tê binavkirin. Hesp hêmana çandî, hestîyarî û derûnîya vegotina rûdanîyê ye. 

Wek mînak, hespê Elmecîd Begê, di kilama “Şerê Horîşan – Îmdat Werin” de “Gogerçîn” ne. 

“heyla rebenê, sibe ye şerek li me çêbû,

qalekî li me qewimî li Horîşana şewitî wa bi tîl e,

rabî rabî dêhna xwe bidî,

bêxwedîyê Gogerçîn,

di binê Bavê Xalis Kekê Mexsê de helîyabû wek qendîl e…”

 

Her wiha hesp di çanda devkî de mijara vegotinê di aqilan de dihêle. Mijar û rûdanîyê ji gelêrîtîyê derdixe diguhurîne kesayetîyê. 

Di kilama “Ferzende Beg” de jî heman rewş heye. Di dubarîya kilam de Asya gazî Ferzende Beg dike û dibê:

“Ferzende mala te xirab be, 

te digot ez Ferzende me, ez Ferzende me,

ez Bavê Elfesîya, siwarê Eznawir im,

xwedanê kuçuk çapilîyê me,

li welatê dordincî ordîyê de mêr ser min re qet tunene…”

 

Di van mijaran de behsa hespê çê dibin. Gogerçîn û Eznawir hespên rewan û şahbaz in. Lê her çiqas xwedîyê van taybetmendîya bin jî, giringîya wan ji siwarên wan tên. Di kilaman de, ji ber ku hespên Elmecîd Beg û Ferzende Began bûna, navê wan derbas dibe, tê gotin. Hesp bi siwarên xwe ve bi wate ne, siwar jî bi hwspên xwe ve xûya ne.

Em li jêrê di çend xalan de li ser analîza hespa disenin: 

  1 Nîşana Hêz û Azadîyê

Di çîrokên Kurdî de hesp gelek caran nîşana azadî û hêzê ye. Bi taybetî ji bo Kurdên ku çîyayî ne hesp, beramberî qabîlîyeta tevgerîyê, ya serbixwebûnê û şervanîyê ve dihesibe. Hespê qehreman çiqas bihêz û bilez be, suwar ewqas mêrxas e. 

Kilama “Nêçîrvano” yek ji mînaka vê mijarê ye. Di kilam de, berîya ku pesnê siwar were dayîn,berê pesnê hespa wî tê dayîn.

Beşek ji kilam wiha ye:

“Bozek çaçanî, kapreşî, çavreş siware,

bêşliga Romê davêjî milê çepê,

cotê tejîyê kemê reşê xezalî davêjî merezê…”

 

Wek ku di kilam de jî xûya dibe, ziwarê me serbixwe, azad û bihêz e. Xwedîyê hespê rewan û şahbaz e, bi lez û bez e. Gava di pêşa gundek de rastî keçek eşîrê tê û bala xwe didê, keçik gazî dike û dibê:

 

“Lo segvano,

Tu nizanî ez xezal im, xezala egît im,

Gerdana min zer e, çepilê min dirêj e,

Porê min kej e, nava min bi qendîl e,

Zenda min bi bazin e, tilîya min bi gustîl e,

Lêva min tenik e, pozê min bi qerenfîl e,

Tu nizanî seba xatirê çav û birîyên minê reş û belek ketine dewê,

Ocaxkoro bîst û çar serî segvano…”

 

Li ser vê gazîya keçikê, nêçîrvan ku wê bersîva xwe bidê, hela em binhêrin ka gelo wê çawa bidê:

“lê lê xezalê,

Tu nizanî gelo, ne ez Şemo me,

Ez Şemo me, xwedanî hefsed mîhê serê çîyê me

Donzdeh kehêlê serê tewlê me,

Ji malê siwar dibim li bozî çaçanî kapreşî çavreş im.”

 

Wek tê dîtin di kilam de keçika eşîrê xwe xweşiktî û bedewîya xwe ve dide der, nêçîrvan jî bi mal û milkê xwe û helbet bi hespa binê xwe îfade dike, pesnê xwe dide, her wiha wateyan li xwe dike. 

      2 Şer û Qehremanî

Di vegotênên destanîyan de hesp parçeyek sereke ya şervan e. Bi taybetî di kilamên dengbêjan de hesp, rêhevalek dilrast ya xwedîyê xwe ye. Di şeran de hama bêje wek însana tevdigere. Carna wekî ku xwedîyê xwe rizgar kirîye tê gotin. 

Bi van taybetmendîyê xwe ve hesp, ne tenê wek alavak lê wek karekterek nekêm tê qebûl kirin. 

Mesela di “Dewrêşê Evdî” de hesp wek hêza şer xwe dide der. Di gelek vegotinên cûda de hespê Dewrêş wekî ku şervanek pişta xwedîyê xwe ye tê nîşan kirin. Jana hespê birîndar beramberî jana mêrxas e. 

Heman tişt di “Kela Dimdimê” de jî heye. Di demajoya dorpêçî û berxwedanê de hesp ji bo înformasyon û domandina şer rolek krîtîk dilayze. Jixwe me li jor jî got, hesp di heman demê de nîşana azadîyê ye. Tunebûn û kêmbûna hespa işareta têkçûyînîyê nîşan dide.

Di kilama “Silêmanê Ehmed” de hesp dîsa di dubareyan de pêşda ye. 

“Asyayê bi sê denga bang kir go Besrayê lê dayê rebenê,  

dilê min dibê ji êvarê hetanî mîla ber şefeqê,

Bavê Kazim Siwarê Alece,

tevî sêsed siwarî mala Emer ve 

ji Rasta Tucîyê siwar bû bi zereka tavê re

xwe dabû kirê Tendûrekê…” 

   3 Dilrastî û Dilsozî

Di hin çîrokan de, di navbera hesp û xwedî de bendên saxlem xûya dikin. Mesela hesp bi jana xwedîyê xwe dihise, ji ber mirina xwedîyê xwe diqehire, serbarî ser di hin vegotinan de tê gotin ku piştî xwedîyê xwe ew jî dimire. Ev, di navbefa însan û heywan de motîvek dilsozî ya derûnî ye. 

Di “Zembîlfiroş” de hesp cûdahîya çîna û statûya civakî temsîl dike. Feqîrîya qehreman bi tunebûna hespan ve xûya dibû.. 

Di “Memê Alan”, “Sîyabend û Xecê” û  di gelek destanên heman de, di rêwîtîya dirêj de hesp alava peyketina evînê ye. Di heman demê de pêkêşa qederê ye. Yan suwarê xwe digihîne hezkirîya xwe yan jî jê diqetîne. 

Kilama “Bavê Dilşayê – Curnalî Çetîn e” dibe wek mlnakek cûda  were qebûl kirin di vê mijarê de. Gava Bavê Dilşayê tê girtên, berê wî didin “taşxana Erzirumê”, hespê wî Gêjo, kef devê wê dikeve, nikare bimeşe, yan jî naxwaze bimeşe. 

Ev beş di kilam de wiha ye:

“gidî bira li me nehata sura sibê gelo vê sibengê bîna bakî Bulanixê

reben ez im, vê sibengê Gêjo di bin Bavê Dilşayê de ne dikare ne dimeşe

tu sêr bike gelo kefê davê ser sulixê,

gava Bavê Dilşayê dane taşxana Erziruma şewitî…”

   4  Xweza û Aheng

Di vegotinên Kurdî de xweza cîhek girîng digre û hesp jî parçeyek vê girîngêyê ye. Çîya, deşt û zozan û rêwîtîyên dûr dirêj, di demsalên germ û sar de li ser pişta hespa tê ziman. Hesp, di navbera însan û xwezayê de wezîfeya wek pirekî tîne cîh. 

Di kilama “Axao Ferman e” de Bavê Mihemed Siwarê Zebanî ye. Gava ku cendirme dor lê digrin, li ser serê wî hewar û gazîyên qereqol û qaymeqaman diqewimin, gazî dike dibê:

berxê li pêşîya bavê te,

ne havîn e ne bihar e,

li pêşîya me her çar rojê sar e,

ez nizanim vê sibengê,

qoce payîz û dîsa zivistan e…  ”

 

Her wiha dengbêj bi guhurîna demsalan hestên xwe sembolîze dike, dixwaze wan bi xurtî nîşan bide. Bi vê awayî guhdar him bi borîna demê dihise him jî yekgirtîya xweza û mîrova lihevtîne. Di encamê de ev mecaz dibe alîgirê vegotinê ku rûdan bi hêsanî ji bîr were, tesîr li guhdar bike û çîrokê zindî bigre. 

    5  Qada Nîşanîyê û Mîtolojî

Di hin çîrok û efsaneyan de hesp dibe xwedîyê taybetîyên awarte. Wekî mexlûqateyek pîroz ku xwedîyê xwe spartîye tê qebûlkirin. Ev taybetmendîyên hevpar di mîtolojîyên Tirkî û Îranîyan de jî dixûyê. Lê di kilamên Kurmancîyê de rûdan û rolên serxwezayî yên  hespan û siwaran zêdeyî nayên xûyan. 

Encam

Têkilîya di navbera hesp û kilaman de ne tenê awayek vegotina kevneşopîya dengbêjan e, lê di heman demê de bi xwe re wateyek derûnî yê çandîyê digerîne. Di kilaman de hesp, hevalê siwarê xwe, temsîla azadî û tevgerîyê ye. Siwar jî li ser pişta hespê xwe, nîşana hêz, wêrektî û hestîyarîyê ye. 

Ev herd alî bi hev re vegotinê bi hêz, zindî û bitesîr dike. Bi taybetî di kilamên ekola Evdalê Zeynikê de, dengbêjên wek Şeroyê Biro, Şakiro, Reso, Nûroyê Meter, Evselamê Koşkê, Hecî Elkerîmê Panosê û Nesoyê Zado de hesp, tenê wek sîwareyek nîne, lê hevalek ku bûye hevparê qedera qehreman e. Her wiha xwedîyê wateyek gelek girîng e. 

Bi kurtasî dubendîya hesp û kilam, hêz dide wêjeya devkî. Her wiha vegotinê him estetîze dike him jî watedarîyê xurt dike, dibe ahengek serketî. Jixwe ev ahenga qedîm jî vegotinên kûr û bêbîr digihîne guhdarên xwe. 

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Tenêtîya Sedsalî û Marquez

    Tenêtîya Sedsalî di sala 1967an de weşîyaye û ji alîyê Gabriel Garcîa Marquez ve hatîye nivîsandin. Tê qebûlkirin ku berhemek herî girîng ya edebîyata dunyayê ye.  Kurtayî Bajaroka Macondo ji…

    Zêdetir
    Gundîyên Tolstoy

    Di romanên Lev Tolstoy de, profîlên gundîyan him îdealîze dibin him jî bi rastîyên derûnî ve xwe didin der. Her çiqas Tolstoy  arîstokrat be jî mêla wî her lî ser…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext