Taybetmendîyên Helbestên Mungan

Kurtayî
Emê di vê gotarê de li ser taybetmendîyên karekterîst yên helbestên Murathan Mungan de
bisenin. Emê di nav helbestên wî de li ser nasname, bîrkanîya çandî, erdnîgarî û di serdema
modern de tenêtîya kesê hemdem bisenin.
Jixwe wek tê zanîn, di helbestên Mungan de şopa çana Mezopotamyayê, xerîbketîya jîyana
bajarîyên hemdem û lêgerîya nasnameyî ya takekesan li hev dikeve.
Ev nivîs wê bi taybetî analîza tematîk û formel ya berhemên wek Yaz Geçer ( Havîn Dibore),
Sahtiyan (Sextîyan) û Metal bike.

Destpêk
Piştî 1980an de helbesta Tirkî ket nav tîrbûna hestîyarîya takekesî û lêpirsîna nasnameyî.
Murathan Mungan mînaka herî serketî ya vê mijarê ye. Ji ber ku di erdnîgarîyek pirçandî de
gihîştîye, di berhemên wê de, mîtlojîya Rohilatê, vegotinên gelêrî û cûreyîyên çandî dertên
pêş. 1
Di helbestên Mungan da ziman tenê alavek estetîk nîne. Ziman bîrkanîya ku hafizeya çandî
dikşîne ye. Ji bo vê helbestên Mungan her çiqas takekesî be jî di heman demê de rûçikê civakî
jî dihewîne.

1- Temaya Nasname û Xwemalîyê
Di helbestên Mungan de meseleya nasnameyê bi hewildana xwenasîya takekesî ve girêdayî
ye. Heybestvan pirzimanî û pirçandîya Enedolê dikşîne nav helbestên xwe.
Bi taybetî di pirtûka Yaz Geçer de lêgerîna nasnameyê xûya dibe. Di helbestan de takekes di
navbera paşeroj û pêşerojê de teng dibe. 2
Di vê gilêyê de helbestên Mungan, vegotineke lêgerînê ya nasnameya bêkokîya însanê
modern e.

2-Bîrkanîya Çandî û Tesîra Mezopotamyayê
Di helbestên Mungan de çanda Mezopotamyayê û mîtên Enedolê cîhek giranbiha digrin.
Çîrok, destan, vegotinên gelêrî û atmosferên bajarên qedîm di helbestan de bi zêdeyî xûya
dibin.
Mesela di pirtûka Sextîyan de motîfên kevneşopîyê digihîjin tenêtîya takekesê modern. Di
van helbestan de paşeroj, ne wek bîranînên nostaljîk, lê wek hêzek zindî yê ku nasnamê kifş
dike xwe dide der. 3
Mungan, erdnîgarîyê wek nasnameya helbestî bikartîne û ev jî di helbestên modern ya
Tirkîtîyê de cîhek xweser dide wî.

3-Evîn û Tenêtî
Di helbestên Murathan Mungan de evîn ne bextewarîyek romantîk e; bi hestên windayî,
kêmayî û melonkolîkî ve girêdayîye.
Di pirtûka Metal de, sarîya jîyana bajarî û siviktayîya têkilîyên modern lêhevtîne. Di van
helbestan de evîn, bi zêdeyî hestên tenêtîya takekesîyê zelal dike. 4
Zimanê lîrîk ya helbestê, temaya evînîyê vediguhuze ser axaftinek kûr ya xwebixweyî.

4-Taybetîyên Ziman û Şêwazê
Zimanê helbestîyê ya Murathan Mungan bi van taybetîyan dertê pêş:
• Bikaranîna tîr ya hêmeyan
• Vegotina lîrîk lê modern
•Teknîka helbesta ku çîrok vedibêje
•Mîtolojîya rohilatê û bandora çanda gelêrî
Bi van awayan helbestvan, lîrîzma takekesayetîyê dike nav bîrkanîya çandîyê.
Encam
Helbestên Murathan Munhan, berhemên giranbiha yên ku bîrkanîya çandî û temayên
erdnîgarîyê bi kûrahî dinirxînin. Helbestvan tenêtîya takekesayetîyê bi çîrokên qedîm yên
Mezopotamyayê ve tîne ziman. Her wiha zimanek xweser ya helbestîyê diafirîne.
Helbestên wî tenê vegotinên estetîk nînin, di heman demê de qada bîrkanîya çandî ne.

Çavkanî
1- Mehmet H. Doğan, Modern Türk Şiiri Üzerine Yazılar, Stenbol, 1998
2- Murathan Mungan, Yaz Geçer, Weşanên Metîs, Stenbol, 1980
3- Ahmet Oktay, Cumhuriyet Dönemi Türk Şiiri, Weşanên Yapi Kredi, Stenbol, 2003
4- Murathan Mungan, Metal, Weşanên Metîs, Stenbol, 1994

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Serxwebûna Hunermenda û Mafê Telîfê

    Hunermendê Kurd Mem Ararat di van rojên dawî de bi videoyekê li ser medyaya civakî nerazîbûna xwe li dijî hin sazî û dezgehên Kurdî, bi taybetî KOM Muzik, eşkere kir.…

    Zêdetir
    Paletîya Gîhadirûnê

    Di destpêka biharê de gund hêdî hêdî ji serma û bêdengiya zivistanê difilitin. Berf dihele, avên çeman zêde dibên û erd ber bi germbûnê xwe diguhizîne.  Li çol û zozanan…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext