Dîroka Muzîka Kurda

Dîroka muzîkê kevn e. Meriv li ser hûr be dikara heta çar hezar salên berîya zayînê
here. Lê divê bê gotin ku muzîk, bi seremonîyên olî, bi îbadetên oldaran ve ketîye
jîyana civaka. Mûzîk ancax piştî serdema nêçîrvanîyê, bi destpêka serdema
cotkarîyê ve, xêncî îlahî û lavlavîyên olî, hes, çîrok, destan û efsaneyên beşerî xistîye
mijara xwe. Her wiha dîroka muzîka Kurda jî, wek yên hemû medenîyatan, bi destê
oldar û dewrêşan ve çêbûye.
Zerdüşt Öztürk 

Îro hûn ji kê pirs bikin, wê bêje destpêka muzîka Kurda dengbêjî ye, bi rastî, heta ku
min çend çavkanîya li hev nexist, min jî wisa dizanibû. Lê ne wisa bûye, dîroka
muzîka Kurda di kûrahîyên dûr û dirêj yên sedsalan de ye.
Gorî çavkanîyan, di serdema qiraltîyê de ku di navbera B.Z. 280 – P.Z. 130 salan de
xwedî hukim bûye, li Mezopotamyayê du hunermendê Êzdî hebûne ku bi muzîkê ve
nexweşîya qenc kirine. Yek Avger e û tê gotin ku yekem car muzîka gelêrî saz kirîye.
Ya din jî Îbrahîm Musûlî ye ku li Bexdayê hunera xwe pêşkeşî Harûn El Reşîd kirîye û
dibistana yekem ya muzîkê vekirîye.

Paşê, Îshakê kurê Îbrahîm Musûlî, li Musûlê pergala Avger berfireh dike û şiklê
melodî û ahengê, form û pergala deng lê bar dike, digihîne şagirtên xwe. Yek ji wan
şagirtan Yehya Elî, yê din jî Ebû Feyz Bîn Amed bûye. Şagirtê wan jî Farabî bûye û
Farabî bi navê Rîsaleyê Kebir qaîdeyên muzîka Kurdî bipergal dike. Piştî waxta, him
di qesrên Osmanî û Hîndûyan de, him jî li Bexdayê, di qada perwerdayîyê de em
rastî Evdilkerîm Meragî tên. Piştî Meragî, Zîryab dertê pîyasê ku ew jî muzîka
rojhilatê birîye Endulûsê.

Dîsa tê texmînkirin ku di sedsala 13mîn de mûzîka Kurda xwe di dergahên dewrêşan
de nîşan daye. Lê piştî salên 1300 de baskê muzîka Kurdî ya qesrê winda dibe, tenê
muzîka ku di nav xelqê de îcra bûye dimîne. Ew salan idî salên îstîlayê ne û şans û
şertên ku Kurd bi dînamîkên xwe ve muzîk çêbikin namîne. Ji vî demajoyê şûnda
muzîka Kurda idî li hêvîya dengbêjan dimîne. Lê hin lêkolîner, di mayîna muzîka
Kurdî de para lorîna dayîkan û feqîyên ku di medreseyan de muzîka olî afirandine jî
işaret dikin. Jixwe di dîroka merivahîyê de jî xûyaye ku muzîka yekem, olî ye. Wekî
ku me got, Avger û Îshak Musûlî Êzdî bûne û di serdema xwe de însana bi muzîk ve
qenç kirine. Lê divê ji bîr nebe ku gelek berhem û çavkanîyên muzîkê, dema îstilaya
Moxolan ya ser Îranê de, di sala 1258an de gava Bexdayê tune dikin, winda dibe.

ÇANDA DEVKÎ
Her çiqas Kurd xwedîyê çandekin ku dirêjê sedselan bûye, lê ji ber ku bikaribin
pêşveçûyînek serbixwe înşa bikin, nebûne xwedîyê avahî û yekitîyek sîyasî. Bi
taybetî piştî Şerê Yekem ya Cîhanê bûne mehkûmê parçemayînê. Ji ber zext û zorên
li ser wan, ji ber koç û koçberîyê, zargotin, muzîk û çanda devkî, ji bo parastina
nasnemeya neteweyî, dibe xwedîyê rola yekem. Jîyana Kurda, devokên cûrbecûr,
guhertinên civakî, tev bûne mijara vê çanda folklora dewlemend û her wiha xwe

gîhandine nifşên nû. Ne tenê bûyarên dîrokî, her tiştên qewimîne, wek berhemên
epîk, qehremanî, pevçûn, destan, çîrokên lîrîk, hêjayên mîstîk û bi giştî rituel, tev
qeyd bûne û bi saya muzîkê ve di hefizeya kolektîf ya civakê de cîh girtine. Her wiha
muzîk bûye amûra yekane ku hêjayên civakî û kevneşopan bigihîne nifşên teze û li
ser pêyan bigre.

Ji ber ku di Kurda de edebîyata nivîskî gelek kêm maye, berhemên çandî bi piranî bi
devkî gihîştîye roja îro. Lê nayê zanîn ku çavkanîya edebîyata devkî kê ye û kîngê
hatîye gotin. Ji bo vê wek anonîm hatîye qebûlkirin. Çavkanîya bingeh ya edebîyata
devkî, eşq, şer, jîyana rojane, têkilîyên eşîra, şerên Kurda yên bi xerîban re, koç,
qehremanî, jîyana xwezayî û dewlemendîya mîtolojîya Mezopotamyayê ye. Mijara vê
edebîyata dewlemend zarên êtîm, qehremanên ku bi rojan şer kirine, tirsonekin ji
rovîyan cambaztir, egidîyên xortên Kurda, keçên ku xwe ji xorta girtine, kal û pîrên ku
erd û ezman li hev anîne, mîrên baş û nebaş yên meraqlîyên nêçîrê, pêşengên ku li
hember dijminan şer kirine, têkilîyên di navbera aşiqan û mînakên îxanetan e.
Her wiha jîyana xelkê ku tenê bi zargotina xwe îfade kirinê de muzîk, di qadek gelek
bilind û girîng de cîh girtîye. Helbet sedema vê bi giranî, ji ber şert û şûrtên cûrbecûr,
astengîyên li ber bikaranîna zimanê dayîkê ye. Hinek lêkolîner bal dikşînin ser
zêdeyîya folklora Kurda. Sedema wê jî bêguman, wek ku me li jor jî got, tunebûna
çand û edebîyata nivîskî ye. Çanda devkî yê ku behs dike jî, bi saya dengbêja heta
roja me hatîye. Lê her çiqas ku giranî û serdestîya dengbêja hebe jî, nayê gotin ku
çand û muzîka Kurda bi temamî homojen e. Bi berevajî, gorî heremên ku Kurd lê ne,
cihêrengîyên piralî hene. Sedema vê ya bingehîn jî helbet taybetîyên erdnîgarî û
hevbandorîyên bi xelq û miletin din re ne.

DI MUZÎKA ÇÎYAYÎYAN DE ENSTRUMAN BILÛR E, YA BAJARÎYAN JÎ SAZ E
Muzîka Kurda bi esasê xwe ve anonîm e û ya gel e. Bi giranî derdmend û xemgîn e.
Bi destê dengbêja xwe girtîye û belav bûye. Kilam, bi parzemînên ku dubare dibin ve
çêbûne. Firqa parzemînan, tenê guhertina gotina ye. Kilam û sitran tev, serî heta binî
bi heman halan ve didome. Tê de ritîmên bişahî yên ku herkên kilama biguhurînin
tune ne. Lê tenê di destanan de, ji bo aksîyonan, di her beşek de qalibên birîtîm
hene.

Muzîka kevneşop ya Kurda yekdeng e û xwedîyê karektera vokal e. Bi piranî
enstruman tune ye, yên heyî jî, ji bo bandora peyamê li ser guhdar zêde bike bikar tê
û di rolek duyemîn de ye.
Jîyana koçberîyê gelek tesîr li muzîk kirî ye. Derketina zozanan, daketina deştan,
pîrozkirina zayîna berxan, beranberdan û her kar û barên koçerîyê bûye mijara
muzîkê.

Muzîka Kurdên çîyayî û yên bajarî jî cûda ye. Di muzîka çîyayîyan de meqamên
teqildar û enstrumanên wek bilûr heye. Lê muzîka bajarîyan aramtir e û bi saz e.
Meqamên ku bi kar hatine yên wek rast, newrozî, kurdî, çargeh û hîcaz in. Dikare bê
gotin ku muzîka Kurda hevpar û şirîkê meqamên Rojhilata Navîn e. Awaza muzîka
Kurdî, dikare di her dereceyek de destpê bike, lê bi dengê bingeh ve temam dibe. Awaz, bi giştî zirav, bi teqil û xulxulandin e. Jixwe di pîvanên kilaman de ‘es’ jî tune
ye.

TEMBÛR WEK SAZA KURDA TÊ ZANÎN
Bilûr; piranî bi darê qeysîyê çêdibe û enstrumanek hevpar ya hemû miletên Rojhilata
Navîn e. Di Kurda de zêdeyî dengbêjên Kurdên Yêrîvanê bikaranîne. Dengek nerm e
û nêzî rengê dengê însana ye. Zirne; bi giştî pergala mirtiba ye û bi dahol bikar tê.
Duzane; celebek zirne yê bi du qamûş e û li herema Behdînan de bikar tê. Tembûr;
wek saza Kurda tê zanîn. Bi zêdeyî Kurdên Sûrîye û İraqê bikar tînin. Santûr; wek
qanûnê ye lê têlên wê kêm in, bi darek ve dixebite û enstrumana Kurdên Îranê ye.
Def (Erbane); bi du celeb e û li ser tarê zengil hene. Him di ayînên dewrêşan de him
jî bi kilama ve bikar hatîye. Dahol; di her heremê de bi kar tê, di destpêka xwe de zêdeyî ji bo bangê û
ragîhandinê bi kar hatîye, îro tenê di dewat û dîlana de, bi zirne ve bikar tê. Rebab;
kêmtêlek wek kemençê ye û li herêma Botan bi zêdeyî bikartê. Keman; di destê
Kurdên Dersîmê de tê dîtin û gorî çavkanîyan heye ku ji Ermenîyan hildabin. Qirnata
( klarinet); ji herema Dersîm û Elezîzê ye. Û saz; wek muzîka gelek miletên rohilatê,
pergalek sereke ya muzîka Kurda ye jî. Bi zêdeyî di semahan de bikar hatîye lê paşê
bûye enstrumanek muzîka nûjen ya polîtik.

DENGBÊJ Û DENGBÊJÎ
Kilam, bi qaydê lawje ya muzîka folkê tê xwendin. Lê bi maweyên xwe kin e.
Hevokên dîyar ya qaîdeyan û mijaran heye. Lê di kilamên dengbêjan de taybetîya
bingeh, serpêhatî ye. Meqam tenê alavek e ku guhdar pê bikeve bin bandora çîrokê.
Di heman demê de meqam, xêva dengbêj bihêz dike û zindî digre. Dengbêj bi
meqaman ve atmosfera bûyarê ava dike û pê guhdaran rageş dike. Huseyînî, ûşak û
hîcaz meqamên sereke yên kilaman e.

Usûla xwendina dengbêja ‘resîtatif’ e. Dengbêj bi vê usûlê ve kelîme û hevokan li ser
hev lod dikin. Xêncî vê bi Evdalê Zeynikê ve, perwerdekirina şagirtan, wek qaîde û
kevneşopîyek teze dikeve çanda devkî. Êdî her dengbêjek çend şagirt bi xwe re
digihîne. Jixwe huner û kevneşopîya dengbêjîyê her wiha li ser xwe maye.
Bi gorî çavdêrîyên lêkolîneran, sê cureyên dengbêjan heye: Yek ji wan dengbêjên
xelqê ne, ji nav xelqê derketine û bi xelqê re mane. Efsane, mîtolojî û serpêhatîyên
xelqê gotine. Yê duyem, dengbêjên dîwanan bûne, dîwanên axa û began, mîr û
paşayan de gotine. Cureya sêyem jî dengbêjên gerok in ku gund bi gund gerîyane.
Hunera dengbêjîyê bigiştî di şevbihurkan de icra bûye. Şevbihurk, bi taybetî di şevên
dirêj yên zivistanan de, him di dîwanên axa, beg û paşayan, him jî di cimeatên
gundan de saz bûne û di wan şevbihurkan de carna dengbêj ketine lecê. Leca
dengbêjan car hebûye sê çar rojan, çar hebûye şeş heft rojan domandî ye. Di dîroka
dengbêjîyê de du lecên ku yên zehf tên zanîn û îro jî hê behs dibe, ya Evdalê
Zeynikê û Gula File û dîsa ya Evdalê Zeynikê û Şêx Silê ye. Kilamên cûr be cûr yên
van herd leca hê jî tê gotin.

HERÊMA SERHEDÊ SÊLINGA GOLA DENBÊJA NE
Di kilaman de aktorên nebaş ‘kor û seqet’, yên baş û pak jî ‘tîtal û çelengên xorta û
siwarên hespên baş in’. Em dikarin bêjin ‘Metê’ ku kilamek Evdalê Zeynikê ye û ji
Şeroyê Biro hatiye bihîstin, yek mînakê vê taybetîyê ye. Dengbêjên dîwanan yên mîr,
paşa û began bi zêdeyî qehremanî û serpêhatîyên mîrên xwe, dîroka eşîra û
pevçûnên di nav wan de xistine mijarên kilaman û qeydan. Jixwe ji bo ku
serpêhatîyên wan qeyd bibe mîr, beg û paşa dengbêjan hildane bin bask û dîwanên
xwe. Mesela Gula File dengbêja Surmeli Memed Paşa bû ye, Evdalê Zeynikê berê
dengbêjê Hesen Begê Sîpkî bûye, paşê ew jî çûye gihîştîye Surmelî Memed Paşa,
dîsa Şêx Silê dengbêjê Tarxan Begê Qelenîyê bûye.
Dengbêj muzîsyenên profesyonelî nebûne, bi peretî kar nekirine. Lê pêdivîyên wan ji
alî cimaeta wan, yan jî ji alî mîr, paşa û begên dîwanê ve hatine tedarîkkirin. Herwiha
hewce nedima ku dengbêj bixebitin. Kawîs Axa, Şêx Silê, Gula File û Evdalê Zeynikê
wek mînak in.

Bi taybetî li Serhedê gava ku behsa degnbêja dibe, du navend tê aqilê guhdara: Yek
sêlinga gola dengbêja ne ku di navbera İntab, Milazgir û Qereyqazî de peyda ye.
Evdalê Zeynikê, Gula File, Bedîhê Çavşûşe (Bedîhê Kor), Ferzê, Reso, Şakiro,
Tahiro, Zahiro, Mistefayê Xelê Heyran, Mistefayê Çiftborî, Mihemedê Canşah,
Mihemedê Xilxile, Mihemedê Beyro, Mihemedê Panîyê, Hecî Evdilkerîmê Panosê,
Nesoyê Zado, Evselamê Koşkê, Nûroyê Meter, Ahmedê Heliksan û gelekên din
dengbêjên vî golî ne.
Navenda duyemîn jî bêguman Radyoya Rewanê ye. Radyoya Rewanê bi serê xwe
navendek zexm ya dengbêjîyê ye. Esas meriv dikare bêje ku Radyoya Rewanê ne
tenê navend bûye, di heman demê de wek dibistanek rol leyîstî ye.

RADYOYÊN REWANÊ Û BEXDAYÊ
Piştî salên çil û pêncîyan, li Rewana Ermenîstanê û li Bexdaya İraqê, radyoyên
dewletan cîh dane beşên Kurdî û her wiha cara yekem bi Kurdî weşan çêbûne. İdî
Kurd dengbêjên xwe, kilam û çîrokên xwe, derd û kulên xwe, deng û behsên xwe bi
zimanê xwe guhdar kirine. Tesîra radyoyan li ser civak û cemaeta Kurda gelek zêde
ye û divê sosyopsîkolojîya vê tesîrê bibe mijara gotarên zanîstî. Piştî Rewan û
Bexdayê li Ûrmîye, Kîrmanşah, Qahîre û Tehranê jî weşanên Kurdî destpêkirine. Lê
ya herî bibandor bêguman Radyoya Rewanê ye.

Radyoya Rewanê, bi piştgirî û destûra Yekitîya Dewletên Sovyet yên Sosyalîst ve, di
sala 1955an de li Rewanê dest bi weşanê kirî ye. Weşan, heftê de çar roj, bi qasî 15
deqe wek test destpêkirîye. Piştî du salê radyoyê temam dibe, Hikumeta Ermenîstan
û Yekitîya Sovyetê, di sala 1957an de ji bo rêvebirîya radyoyê komîsyonek avadikin û
serkarîya radyoyê didin Xelîlê Çaçan (Xelîl Muradov). Xelîlê Çaçan evî karî heta sala
1981an bi rê ve dibe. Xelîlê Çaçan, bi xebatên xwe yên qedirbilind ve 1800 kilam
qeyd kiriye û hemû taybetmendîya folklora miletê xwe gîhandîye guhdarên radyoyê.
Gava ku behsa Xelîlê Çaçan û Radyoya Rewanê dibe, meriv spîkera bi nav û deng

Eznîva Reşîd ji bîr neyîne nabe. Eznîva Reşîd, spîkera yekemîn ya zimanê Kurdî ye
û heta salên 1982an, bi qasî 27 salan, dengê xwe gîhandîye guhdarên xwe yên ezîz.
Îro kesên ku emrê wan ji çil salî zêdetir be, hema bêje herkesê ji wan, qet nebe carek
bûye guhdarê Eznîva Reşîd û bi anonsên wê gelek dengbêj nas kirine û ji wan hez
kirine. Eznîva Reşîd, her wiha di hêlûna dilê miletê xwe de cîh hilda ye.
Lîsteya dengbêjên Rewanê dirêj e. Karapetê Xaço, Şeroyê Biro, Meryem Xan, Aram
Tîgran, Sûsika Simo, Zadîna Şekir, Aslika Qadir, Efoyê Esed, Reşîdê Baso, Fatma
Îsa, Egîdê Tecir, Neçoyê Cemal, Mecîdê Silêman, Şewabê Egîd, Belgîa Qadir,
Dawûdê Xelo, Ahmê Çolo, Asa Evdile, Xana Zazê, Şiblîya Çaçan, Werda Şemo û
gelekê din li ser vê radyoyê gihîştine dilên guhdarên xwe. Xêncî dengbêjan divê
bilûrvanên wek Egîdê Cimo, ku jê re gotine ‘mîrê bilûrê’ û Xelîlê Evdile jî ji bîr bê.
Şamilê Beko jî jxwe bi zirne ve hunera xwe xebitandî ye.

Radyoya duyem ya Bexdayê ye. Weşana beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê, dikare bê
gotin ku xwedîyê weşana yekem ya Kurdî ye. Di sala 1939an de vedibe. Du sê salan
rojê carek tenê 15 deqe diweşe. Paşê, bi salan hey zêde dibe û digihîje 2 saet 45
deqeyan. Mihemed Arîf û Hesen Cizrewî, Hesen Zîrek, Mihemed Şêxo, Elî Merdan,
Tehsîn Taha, Meryem Xan, Eyşe Şan, Îsa Bervarî, Kawis Axa dengbêj û hunermedên
sereke yên Radyoya Bexdayê ne. Di nav hunermendên Kurmanc yên jin de Meryem
Xan e ku yekemcar plak derxistîye.

Radyoya Bexdayê her çiqas berîya Radyoya Rewanê dest bi para Kurdî kiribe jî, bi
qasî radyo û dengbêjên Rewanê tesîr li civak û cimaeta Kurda nekirî ye. Di Radyoya
Bexdayê de hin enstrumanên muzîka Ereban jî carna bikarhatîye, lê di Radyoya
Rewanê de tim bilûr, carna zirne ku tenê enstrumanên muzîka Kurdî ya folklorî ne,
bikar hatine. Kilamên wek Lawikê Metînî, Filîtê Kuto, Hekîmo, Baro, Koçero, Keleşo,
Dîno Lawendo, Metê, Xozan Daxê, evînên wek Sîyabend û Xecê, Mem û Zîn, Memê
û Eyşê, destanên Dewrêşê Evdî, Hemê Mûsê ku li ser meqamên kilaman, bi hunera
dengbêjan li dîwan û cimaetên Kurmancan de digerîyan, idî bi radyoyan ve hingî diçû
di nav milet û dûrahîyan hereman de berfirehî belav dibûn. Her wiha, bandora
radyoyan him li ser guhdar, cimeat û civakê, him jî li ser hunermend û dengbêjan de
gelek mezin bûn.

DÎROKA MUZÎKA KURDA BI DESTÊ OLDAR Û DEWRÊŞAN VE ÇÊBÛYE
Dîroka muzîkê kevn e. Meriv li ser hûr be dikara heta çar hezar salên berîya zayînê
here. Lê divê bê gotin ku muzîk, bi seremonîyên olî, bi îbadetên oldaran ve ketîye
jîyana civaka. Mûzîk ancax piştî serdema nêçîrvanîyê, bi destpêka serdema
cotkarîyê ve, xêncî îlahî û lavlavîyên olî, hes, çîrok, destan û efsaneyên beşerî xistîye
mijara xwe.

Her wiha dîroka muzîka Kurda jî, wek yên hemû medenîyatan, bi destê oldar û
dewrêşan ve çêbûye. Lê di folklora Kurda de taybetmendîyek din jî heye, ew jî lorîna
dayîkan e. Lorîka dayîkan û jinên ku di şînan de li ser mirîyan xwendine, bûne
serateyek din û bingeh ji muzîka folklorîk re.

Her wiha lorîn û lîyanên dayîkan, ketine qalibên meqaman, bûne kilamên dengbêjan, li ser pişta pêlên nifşên teze siwar bûne, ji kûrahîyan dîrokê filitîne, hatine gihîştine me. Xwedêkirî hatine…


Çavkanî

  1. Geleneksel Kürt Müziğine Genel Bir Bakış, N.N.Çelebi, V.Yıldırım, A.G.Ataş,
    wwwcafrande.com
  2. Sê Radyoyên Girîng di Dîroka Kurdan de, R.Xelîl,wwwcandname.com
  3. Dîya Min, Gulsoz Ucê, Kovara Buhar
  4. Antolojîya Dengbêjan (Şakiro), Ö.Güneş, İ.Şahin, Nûbihar
  5. Şaîrê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê, Ahmed Aras, Akyad
    6.Kilam û Jin, T.Çiftçi, Nûbihar
  6. Fehmi Atmaca, Mala Dengbêja, Agirî
  7. Dengbêj Tefik Deniz
  8. Dengbêj Hikmetê Panîyê

Photo Gazete Duvar

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Dema Bextê Jan Valjean

Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

Zêdetir
Milyaketê Muzîka Kurdî

Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext