Dîroka Navdarên Kurd

Baba Merdox, dîroka arif, alim, edîb, şair, nivîskar, mîrek, siyasetmedar û hwd. ên
Kurd ên li her devera dinyayê bi awayekî birêkûpêk û bi çavkaniyên cûrbecûr pêşkêşî
nezera xwendevanan kiriye.

Baba Merdoxê Rûhanî, bi mezaxtina nêzîkî nîv çerxê ji temenê xwe, yanê ji ciwaniyê
ta kalîtiyê, di ber berhevkirin û amadekirina belgeyên dîroka navdarên Kurd de gorî
kiriye û di vî warî de gaveke qahîm avêtiye û berhemeke mayinde li pey xwe hiştiye.
Ev pirtûka dîrokê ji du beşan pêk tê:

Beşa Yekem: Der barê danasîna arif, alim, edîb û şairên Kurd de ye. Ev beş ji du
bergan pêk tê. Bergê Yekem, ji çerxa destpêka Îslamê heta dawiya çerxa 13an e.
Bergê Duyem, ji çerxa 14an û destpêka çerxa 15an heta roja ku ev pirtûk hate
weşandin di nav xwe de dihewîne.

Beşa Duyem: Bergê Sêyem jî jinnameya mîrekan û dîroka xanedanên Kurd di xwe
de dihewîne.

Baba Merdox heta dawiya temenê xwe bi vî karî re mijûl dibe û ta ku êdî ji ber kalî û
nexweşiyê rojekê qelem ji dest dikeve. Her du bergên ewil di xweşiya wî de têne
çapkirin; bergê sêyem ê nîvcomayî jî kurê wî Macid Merdox temam dike.

Wergera vê berhemê bi bal Kurdî ve, di sala 2000î de li ser daxwaza Mam Feqî
Huseyn Sağnıç ji aliyê Mela Reşîd Irgat û Mela Îsmet Kılıçarslan ve, bi niyeta ku li
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê çap bibe dest pê dike. Jixwe Mela Reşîd û Mela Îsmet
her du jî endamên Enstîtuyê bûn. Pêşiyê wergerê bi daktîloyê dinivîsîn û piştre bi
gelek zehmetiyan derbasî kompîtorê dikin. Feqî Huseynê ku pirr dixwest ev wergera
Kurdî bê çapkirin, beriya ku werger biqede di sala 2003an de wefat dike. Hêj werger
didomiya mixabin di 2006an de jî seydayê Mela Îsmet li Îzmirê di qezayeke trafîkê de
wefat dike. Çawa ku nivîskarê kitêbê beriya qedandina bergê sêyem wefat dike, yek ji
wergêrê wê jî beriya qedandina wergera bergê sêyem wefat dike. Li ser vê Mela
Reşîd wergera cildê sêyem bi xwe temam dike. Hersê berg nêzîkî 1900 rûpelî ne, ji
bo meraqdar û lêkolîneran çavkaniyên gelek hêja ne.

ÇAVKANİ: Ansîklopekdiya K

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Kendal, Însan û Ziman

“Kendalên Kevanên Min” pirtûka yekem ya Zerdo ÖZTÜRK e. Di sala 2010’an de ji nav Weşanên Pêrî çap bûye. Pirtûk bi giştî 96 pûpel e û bi 19 kurteçîroka ve…

Zêdetir
Kuştina Çivîkan Guneh e

Pirtûka girîng û navdar a edebiyata cîhanê li Kurdî hat wergerandin. Romana “Kuştina Çivîkan” a Harper Leeyê ku ji dema xwe ya weşandinê vir ve yek ji şahkarên edebiyata cîhanê…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext