Edebîyat Bi Kurdî Xweş e

Ziman zelalîya meriv, berdevkê delalîya dil û nêrînê, nîşana serpêhatîya hiş û aqil e. Ziman pergala li ser xwe mayînê ye, xwe zanîn e, hebûn e, herdem ji nû ve vejîn e, rêwîtîya ber bi pêşerojê ye. Yek ji fîlozofên Serdema Antîk Protogoras, ziman wek şertê yekem ya têgîhandinê dibîne. “Tiştê tu nikaribî bêjî, tune ye.”   Tiştê ku meriv bikaribe bêje, gotina ku xwe gîhandiye însan ancax dikaribe hebe. Jixwe rastî û jîyan jî di wê heyînîyê de veşartî ye.

Îkon, Yezdan û her tim rengê bawerîyan bi kelamên qedîm hebûne û dîsa bi gotin û gazîyên pîroz ve xwe gîhandine roja îro. Kelam xwe radigîhîne hevokên zimana, tê de belav dibe û dikişe nav dil û hişê meriva. Li wir cîh dibîne, bêhn hildide û bi rê dikeve. Ew rêye ku yekem car bi dengê dayîkan ve dibe nav û nasnameya me, dibe deng û zimanê me, tê dikeve guhê me.

Melûm e, hingî şarezayîya beşerîyetê mezin û giran dibe ziman jî xwe teze dike, diguhure, vedije, gurr dibe. Ziman hingî bikar were ewqas pêşta diçe, kûr û dewlemend dibe, peyvok û hevokan li ser hev dide.

Yek ji pergal û sedemê pêşveçûyîna ziman, xwendin û nivîsandin e, belê, lê ya herî bi tem û lezet bêguman  edebîyat e. Mixabin em di vê mijarê de gelek paşve mane. Gorî ziman û berhemên xwe yên miletan, Kurdî di gelek heleqên teng de maye, derbe hildaye, ketîya bin erîşên asîmîlasyonê, lê berxwe daye, nehelîyaye, netemirîye. Sedemên rewşê gelekin, lê wek tê zanîn di bingehê de polîtîk e. Ji ber vê Kurdî bi dem û zemanên dirêj tenê di karûbarên rojane de bikarhatîye.  Kurd bi Kurdî perwerde nebûne, nexwendine, nenivîsîne. Her wiha bi Kurdî ne berhemên zanîstî ne jî yên edebî û wêjeyî xwe nedane der.

Lê îro ne wek berê ye. Belê problem û astengîyên li ser, çareser nebûne, rast e. Lê êdî Kurdî bi xwe ve tê. Ji ber ku berhemên nivîskî,  bi taybetî yên wêjeyî ku bi Kurdî diweşin hingî diçin zêde dibin. Kurdî êdî ne tenê bi kilamên dengbêja heye, di heman demê de sitranên modern, helbest, çîrok û roman jî pê dibin.  Nivîskar û helbestvan, hunermend û bestekarên Kurd êdî berhemên xwe bi Kurdî diafirînin. Bi zimanê hezkirîyên xwe, berhemên xwe pêşkeşî miletê xwe dikin. Ev çalakîyên întellektuel dibe, bibe mijara nivîsek û bikeve bin merceka xwendevanên Seregola Intabê, heye ku di rojên pêş de be. Lê em di vê nivîsê de li ser wergera klasîkên Ûris û Dinyayê disenin.

Em êdî roman û berhemên edebî yên Dinyayê bi Kurdî dixwînin. Ji Gorkî bigrin heta Kafka, Ji Kundera  heta Pûşkîn, Tolstoy, Dostoyevskî, Steînbeck, Shakespeare û Homeros werdigrine Kurdî û pêşkeşî eleqeya xwendekarên xwe dibin.

Wek me di sernivîs de jî bal kişandîye, çîroka Raskalnîkov bi Kurdî xweş e, ya Lennîe yê reben, Şivanê Piçûk û Makar Çudra jî… lê ya herî xweş Parîs û Helen e, Îlyada bi Kurdî xwdş e….

Wek çend mînakên li jêrê ku me bi we daye nasîn, em bi serpêhatîyên qehremanên nivîskarê mezin bi Kurdî dihisin.

1–Keçika Parsek Makar Çudra- Maksîm Gorkî

Werger: Emîn Gurban, Evrensel, Stenbol

2-Nezanîn- Mîlan Kundera

Werger: Ibrahim Seydo Aydoğan, Rana û Sara Anter, Musa Ekici, Rûpel, Stenbol

3-Çîroka Mesîgir û Mesîya Mezin- A.S.Pûşkîn

Werger: Celîlê Celîl, Înstîtûya Kurdzanîyê, Wîen

4- Çîrokên Andersen – H.C Andersen

Werger: Nesrîn Rojkan, Morî, Stenbol

5- Keleh- Franz Kafka

Werger: Fatîh Aydin, Avesta, Stenbol

6- Îlyada- Homeros

Werger: Fecrî Polat, Kamuran Demîr, Heyamola, Stenbol

7- Merivên Reben- Fyodor Dostoyevskî

Werger: Hesenê Metê, Welat, Stenbol

8- Mişk û Meriv- John Steînbeck

Werger: Xalis Xerzan, Lîs, Dîyarbekir

9-  Sûç û Ceza- Fyodor Dostoyevskî

Werger: Medeni Öğüt, Nûbihar, Stenbol

10- Xewna Şeveke Havînê, Hemû Soneyên Wîllîam Shakespeare- Wîllîam Shakespeare

Werger: Kawa Nemir, Lîs, Dîyarbekir

Seregola İntabê

 

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Dema Bextê Jan Valjean

Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

Zêdetir
Milyaketê Muzîka Kurdî

Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext