Wek tê zanîn Gabriel García Márquez hostayê wêjya ber dilê me her kesî ye. Hê niha jî tema xwendina romanên wî ji dil û hişê ti kesê ku xwendibin neçûye. Em di “Tenêbûna Sedsalî” de bi malbata Buendía re xemgîn dibin, bi “Duşema Sor” ve li ser qedera Santiago diricifin, ji bo Angelayê ber xwe dikevin û dixwazin kêra destê Pablo û Pedro ji wan bistînin. Márquez ne tene nivîskarê pirtûka di destê me de ye, ew di heman deme de heval û hogirê wîjdan û aqilê me ye jî…
Li jêrê kurtegotinek wî yê ku êdî li ber mirina xwe de ye nivîsîye heye ku me ji bo we ji Tirkî wergerandîye.
“Heger emrê min hînek hê zêde dirêj bûye, min yek rojek xwe, bêyê ku ez ji însana re bêjim ez ji we hez dikim, derbas nedikir. Minê herkesî, çi jin çi mêr, ikna bikira ku ji hezîyê biqimettir tiştek tune.
Û minê nîşanê herkesî bida ku çiqas şaşin yên dibên meriv hingî kal dibe eşq jê meriv diçe. Nizanin ku însan ji bêhezîyê kal û pîr dibe.
Minê, ji bo ku bifirin bask bidan zarokan, lê minê bihîşta ku bi tena serazê xwe hîn bibin. Minê ji kal û pîran re jî bigota ku kalbûn û pîrbûn ne bi temenê lê bi bîrbûyînê tê.
Minê her tiştê ku difikirîm bigota, lê her fikrê xwe berê bipîva paşê bigota.
Minê qîmeta eşyaya gorî xweyîyê çi tiştane na, gorî çi îfadekirina wan bidayê.
Ezê hindik razama, minê zehf heyalan bikira. Ji ber ku minê bizanibûya, her çav girtinek min windakirina îşiqa şêst sanîyeyî ye.
Gava ewên din disekinîn ezê bimeşîyama, gava herkes radize ezê hişyar bimama.
Ez gelek tişt ji we hîn bûm. Herkes dixwaze xwe bigihîne navserên bilindahîyan, lê bêyê ku bizanibin sira bextewarîyê tenê hilpas bûna wan navseran e.”
Gabriel García Márquez
Nivîskarek ji Kolambîyayê ye. Di 6ê Nîsana 1927an de ji dayîk bûye. Perwerdehîya xwe yê lîsansê li Zanîbgeha Neteweyê ya Kolonbîyayê û Zanîngeha Cartagenayê li ser dad û rojnamegerîyê temam kirîye.
Di sala 1973an de li Barcelonayê cîwar bûye û di 17 Nîsana 20214an de jîyana xwe ji dest daye.
Karbendîya Wî
Bi salan li Roma û Parîsê rojnamegerî kirîye. Di sala 1958an da zivirîye bajarê Caracasê ku lê hatîye Dunyayê de dest bi rojnamegerîyê kirîye. Di sala 1960an de li Mexîcoyê de karên rojnamegerî û nivîsîna seneryoyê kirîye
Piştî waxta dest bi jîyana xwe yê nivîskarîyê kirîye û di salan 1982an de bi roman “Duşema Sor” ve xelata Nobelê ya Edebîyatê kar kirîye. Di demajoya karbendîya wî de romana wî ya herî biqîmet û binav û deng “Tenêbûna Sedsalî” ye.
Zewac û Malbat
Di sala 1958an de bi Barcho Pardo re dizewice. Bi navên Rodrigo Garcia û Gonzalo du zarên wî hene.

















