Evdalê Zeynıkê

Gava mirov dibeje dengbêj, peyva yekemîn tê hişê mirov ku ew Evdalê Zeynikê ye. Evdalê
Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî yê Kurd û Kurdistanê wekî Homerosê
Kurdan tê nasîn. Di destpêka sala 1800an de li gundê Cemalwêrdî ya girêdayi Dutax ku niha
girêdayî Agiriyê ye ji dayîk bûye û di sala 1913an de li gundê Qanciyan a Qereyazîyê jiyana
xwe ji dest daye. Evdal temenekê pir dirêj jiyaye. Gorî neviyê wî Emerê Zeynikê Evdal 110
salî zêdetir jiyaye û li seranser Kurdistanê geriyaye.
Navê bavê Evdal Mistefa, navê dîya wî jî Zeynê ye. Evdal di sê salîya xwe da bavê xwe
winda dike, sêwî dimîne û dîya wî, wî mezin dike. Sedem vê yekê ye ku ew her tim bi navê
dîya xwe tê nasîn û heta dawîya temenê xwe, heta îro jî wek Evdalê Zeynikê tê binavkirin.
Evdal zarokek taybet bûye. Bala xwe daye neheqî, welatparêzî û dewlemendiya civakê.
Evdalê Zeynikê, di zaroktiya xwe de heyranê xweza û jiyanê bû.
Bi tena serê xwe diçû deşt û zozanan, nav bexçe û ber çeman. Guh dida dengê avê û çivîkan.
Evdalê Zeynikê têkiliyeke xurt bi jiyanê re daniya. Jiyan pir kûr hîs dike. Car caran derdikeve
çolê. Bi zinaran re bi kûlîlkan re sohbetê dike. Derdê dilê xwe dide wan, êşa xwe dide wan.
Car caran tê nav jiyanê bi gundiyê xwe re bi cînarê xwe re der haqê felsefa jiyanê de diaxive.
Taybeytiye wî ev bû ku ji deşt û zozanan gelekî hez dikir, ji mirovan, ji heywanen hez dikir.
Evdal evînê jiyanê bû. Evdal heta 30 salîya xwe, di gundê xwe da kar û barê rênçberîyê dike. 
Di wan salan xwe da tu car kilamek jî nestiraye. Evdal di 30 salîya xwe da şevekê xewnek
dibîne û di bin bandora wê xewnê da dimîne. Nexweş dikeve, sedem nexwaşîyê, jîyana wî bi
mehan di nav nivînan da derbas dibe. Tê gotinê ku di dema nexwaşîya wî da stran û
melodîyên ku heta wê rojê nehatine bihîstin, ji devê Evdal derdikeve.
Ji nexwaşîyê xilas dibe, lê ji wê rojê şûnda şev û roj distirê û bi sedan kilam û stranan li pê
xwe dihêle. Piştî mirina Evdal, Dengbêjên Serhedê stranên wî distirên û bi deng û awazên
xwe ekola wî het îro jî didomînin. Di kilam û stranên Evdal da evînî û hîciv bi giranîyek
mezin û bi hev ra cîh digrin. Jîyana Evdal di nav feqîrîyê da derbas dibe. Evdal bi xwe jî
mirovekî bejn kin û zirav e. Evdalê Zeynikê di stran û destanên xwe de pir behsa qulingan,
Temo, Gulê ( Dengbêj Gulê ), korbûn, xizanî, kalbûn, bêbextî hwd dike. Gihîştinên xwe kiriye
stran. Dilê wî ketiye dengbêj Gulê. Gulê di dîwana „Sirmelî Memed Paşa“, de eslê xwe Fileh
(Ermeni) an jî nemisilman bûye. Evdal di civatên axa û began de dengbêjiyê dike. Evdal di
kilam û stranên xwe da xwe wiha dide nasîn: “Siyarê Kuvî û Bavê Temo.“
Temo lawê Evdal nîne. Evdal wî di dema koçberîyê da, di nav pêçekê da li serê rêyekî dibîne.
Pêçeka wî ji erdê radike, hembêz dike û bi xwe ra dibe. Wek lawê xwe wî mezin dike, ji zarên
xwe yên heq venaqetîne û navê wî Temo lêdike. Jiber ku Temo xwe sêwî nebîne, di kilam û
stranên xwe da, xwe wek Siyarê Kuvî û Bavê Temo bi nav dike. Evdal di kaltîya xwe da
nexwaş dikeve, kor dibe. Bi çavên xwe yê kor havîn, zivistan Qulungeke baskên wê şikyayî
xwedî dike. Roj tê bi awayekî ronîya çavê Evdal lê vedigere û Evdal wek berê pêşîya xwe
dibîne. Tê gotin ku bi dîtina Evdal ra baskê Quling jî baş dibe. Evdal mesela xwe û Quling di
gelek kilam û stranên xwe da distirê û vedibêje.

Evdal bi hezaran stranên dengbêjiyê diafirîne. Mixabin piraniya wan êdî nayên bihîstin.
Celadet Elî Bedirxan dixwest stranên Evdal tomarbike. Ji dengbêjê navdar Ehmedê Fermanê
Kîkî alîkarî dixwaze lê pir bisernakeve.
Evdal bi dengbêjên hemdemî wekî jina xwe Gulê, Sêwî Silo (Şêx Silo) hwd re dikeve
pêşbirkan(lecê). Carekê bê rawestan sê roj û sê şevan didome ev pêşbirk û Evdal biserdikeve.
Evdal kê dibe bila bibe, mamosteyê dengbêjiyê ye. Mehmet Uzun bi navê „Rojek ji rojên
Evdalê Zeynikê“ pirtûkek li ser Evdal nivîsiye.
Kilamên Evdalê Zeynikê
Evdal kilama Xozanê u Dêrsimê zef hez kirîye. Wexta ku Evdal ber sekerata mirinê de bûye ji
kurên xwe re dibêje ku wan her du kilamên min tu carî bîr nekin.
•Wey Xozanê
•Dîber
•Şêx Ronî
•Hayê li min
•Lo Mîro
•Lê Axçik Canê
•Sincarî Talo
•Ezê ji teyra teyrekî hur im
•Evdal û Şêx Silê
•Minê Li Hafa Nexşê Nexşîwanê
•Dêrsime xweş Dêrsime
•Heyla Wayê
•Evla Begê Mîrê Zirav
•Hekîmo
•Evdal Kor e
•Qulîng li serê me ha neke
•Wey kaliyê wey korîyê
•Evdal kore rê nabîne
•Eyşo rabe çirê vêxe
•Roj di Qolîbaba da welgerya (Kazoyê Garisya)
•Haylê Metê
•Rabe Rabe
Ezê bi diharê Qelenyê diketim (dema şerê 1885-1890).

Çavkanî
↑ 1 – Evdalê Zeynikê, Ahmet Aras, Weşanên Deng
↑ 2 – Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê, Mehmet Uzun, Weşanên Îthaki
↑ 3 – Ehmed Cengiz Çamlibel:Evdalê Zeynikê
↑ 4 -Bülent Gündüz: Evdalê Zeynikê Belgefîlm.

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Dema Bextê Jan Valjean

Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

Zêdetir
Milyaketê Muzîka Kurdî

Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext