Ferzende Begê Hesenî

Yên ku dengbêj Şakiro guhdar kiribin miheqeq rastê kilama “Ferzende Beg” hatine.
Di destpêkê de Şakiro bi dilek şewat bi dengek têr:
“Axaooo hey li miiiiiiiin li min li min

Besrayê bi sê denga ban dikir:
Ka te digo ez Ferzende me Ferzende me
Siwarê Eznawir im bavê Elfesiya me” dibêje.
Ev kilama ku bi kurtasî behsa Ferzende Beg dike, her wiha kurteçîroka qehremanî,
mêrxasî û xîretê ye. Helbet sedema ku Ferzende Beg bibe kilam û bikeve ser zimanê
Şakiro tenê ne qehremaniya wî bû, bêbextî û xayîntiya li hember wî hatibû kirin jî
xwediyê parek mezin e.
Ferzende Beg ê ku bi salane em ji devê dengbêja dibihîzin, min xwest di vê nivîsê de
berfrehtir û zelaltir behsê bikim. Ji ber ku ez jî ji eşîra Ferzende Beg im, min jî heya
îro gelek çîrokên Ferzende  bihîstine. Dema ku me buyerên li ser Ferzende Beg
guhdar dikirin, em carna bi qehremaniya wî serbilind, carna bi zulm û zoriya ku dîbû
xemîn dibûn.
Ferzende Beg bi çend navan tê naskirin: Ferzendeyê Hesenî, Ferzendeyê
Suleymanê Ehmed, Bavê Elfesiya…
Ferzende kurê Suleyman,  Suleyman jî kurê  Ehmed e. Ji eşîra Hesenan ji milê
Torinan ye. Li navçeya li Kopê(Bulanık) gundê Kêranlixê tê dunyayê. Eşîra Hesenan
li herêma Erzirom, Mûş û Agiriyê de bicî bûne. Hesenî eşîrek têra xwe mezin e.
Dema Alayiyên Hemîdiyê de, qismek mezin ji eşîrê tev li Hemîdiyan dibin. Ji
Hesenan çend kesên wek: Fetullah Beg, Riza Beg, Xalid Beg, Suleymanê
Ehmed(bavê Ferzende) heya “Mîralay”tiyê, di gelek rutbeyên bilind de wezîfe digirin.
Ferzende Beg jî nêzê 5 salan di alaya 27an de qumandaniyê dike. Ferzende hem ji
bavê xwe hem jî ji van wezîfeyên ji hêla leşkerî ve gelek tecrubeyek mezin bi dest
dixe.
Di sala 1912han de piştê ku Alayiyên Hemîdiyê hêdî hêdî hatin belavkirin wek gelek
eşîra, navbera dewletê û Heseniyan jî sar bûbû. Hesenî bi du alayîyên mezin tev li
Hemîdiya bûbûn.  Yek ji wan di bin qomandaniya Fetullah Beg de bû, ya din di bin
qomandaniya Xalid Beg de bû. Alayiya ku Xalid Beg mîralay bû Suleymanê Ehmed jî
serheng(albay) bû.   Alayiya Fetullah Beg di şerê cîhanê yê yekem de li hember Ûris
şer dike û gelek kes di vî şerî de şehîd dikevin. Alayiya Xalid Beg heya serhildana
Şêx Seîd hebûna xwe didomîne. Ev hêz, her çiqas wek berê xurt nebe jî di şertên wê
rojê de quwetek muhîm bû.

Piştê ku komara cumhûriyeta Tirkiyê ava bû, dewletê xwest ku, ew kesên di nava
Kurdan de xwedî tecrubeyên leşkerî ne, her tim wan di bin kontrola xwe de bigre. Ji
ber vê yekê, van kesan yan cihên wan diguherandin yan jî dihatin girtinê.
Di sala 1925an de biryara girtina Xalid Begê Cibrî û Yûsuf Ziya derket. Du meh piştê
girtina Xalid Begê Cibrî di derheqê Xalid Begê Hesnî de jî biryara girtinê derket. Ev
biryara ji aliyê dadgeha Bilîsê  ve hatîbû hildan. Ji bo girtina Xalid Beg cemsekî leşker
ji Bilîsê tê Kopê gundê Melemistefa. Dema ku Xalid Beg vê buyerê dibihîze bi
rûspiyan re dişêwire ka çawa tevbigere. Lewre baş dizane ku eger bê girtin idî cardin
vegerîn tune. Lê belê Xalid Beg ji niha ve naxwaze bi cendirman re bikeve şer jî;
lewre zivistan e û ji bo şerek bi dewletê re tu tevdîr tune. Xalid Beg biryar dide ku bi
awayek, serokê cendirma îkna bike û vê carê bi wan re neçe. Ji bo vê yekê, wan
cendirmana baş dihewîne û bi wan re bi îkram tevdigere û her wiha li dora xwe jî
gelek mêrên Hesenî yên bi çek jî amade dike. Xalid Beg ji serokê cendirman re
dibêje: “ biryara dewletê ser çevan re lê belê niha tu tevdîra min ê ku ez bi we re
werim tune. Ez dixwazim ku hûn hinek muhletê bidin min, pişt re ezê bi nigê xwe
werim Bilîsê.” Leşker jî çevê wan nabire ku Xalid Beg bi zor biherin. Mecbûr dimînin
destvala vedigerên. Di meha sibatê de piştê ku serhildana Şêx Seîd dest pê kir Xalid
Beg bi eşîrtî tev li serhildanê bû.
Di pêvajoya serhildanê de rola herî mezin ya Ferzende bû. Lewra hem dema
xortaniya wî bû, hem jî  ji dewletê re zûde sondxwarî bû.[1]  Di serhildanê de
wezîfeya Ferzende ew bû ku, nehêle dewlet ji Erziromê tu alikarî nebe aliyê Diyabekir
de. Lewre wê çax hêzên dewletê yên herî xurt li navçeya Xinû sê ya Erziromê bûn.
Ferzende gelek cara davêje ser Xinûsê, lê mixabin nikare bistîne.
Di serê meha sibatê de hêzên Şêx Seîd ji qewet de dikevin û ber bi belavbûnê diçin.
Di vê demê de Şêx Seîd ji bo ku nekeve destê dewletê qesta herêma eşîra Heseniya
dike. Lewre di wê demê de cihê ku hêzên dewletê herî zeyîf bûn herêma Patnos-
Milazgir-Kop bû. Şêx Seîd qest kir ku biçe wir û ji wir jî derbasê Îranê be. Lê mixabin
Şêx Seîd bi planeke xayînî li Mûşê li ser çemê Mûradê hat girtin.
Piştê ku  Şêx Seîd hat girtin dewlet bi hêzeke mezin bi aliyê herêma Heseniyan ve
çû. Du sedemên vê hebûn: yek, serokên wek Xalid Begê Hesenî, Suleymanê Ehmed,
Keremê Kolaxasî û Ferzende Beg hebûn, ya duduya jî du kur û birayekî Şex Seîd di
nav Heseniyan de bûn. Birayê Şêx Seîd Şêx Mehdî bû. Herdu kurên wî jî Seleheddîn
û Elî Riza bûn.
Çûyîna Heseniyan ya Îranê
Xalid Beg, Suleymanê Ehmed, Ferzende Beg, Kerem Begê Zirkî û nêzê 200 mêran
ve ji bo derbasê Îranê bibin dikevin rê. Hinek ji van malbatê wan jî bi wan re bû.  Lê
belê derbasbûna Îranê ne ew qas hêsan bû. Di wê demê de hinek eşîr li mêla
dewletê bûn. Ji ber vê yekê kesên ku mîlîstiyê dikrin hebûn. Astengiya herî mezin ya
li hember wan Eşîra Heyderan bû, lewre heya îro ev herdû eşîr ji hev gelek mêr
kuştibûn. Xalid Beg di nava vî şerê bi dewletê re, naxwaze bi Kor Huseyn Paşa re jî
bikeve şer. Ji ber vê sedemê Ferzende Beg nakeve nav Patnosê di çiyayê Tendûrekê

re derbas dibe. Lê mixabin li vir jî Celalî û eşîra Keskoyî rê li wan digirin.[2] Ferzende
Beg û Kerem Beg piştê 5 rojan vê çeperê dikelêşin û derbasê Îranê dibin. Li aliyê
dinê sînor digihîjin navçeya Kilesekendê. Ev navçe navçeyeke piçûk û nizê sînor e. Li
navçeyê qereqoleke mezin heye. Mêrkomê Hesenan tên vê qereqolê û dixwazin bi
destûr derbas bibin. Cihê ku dixwazin biçinê navê wê Makko ye. Ew der di bin
kontrola Îsmaîl Begê Şikakî (Simko) de ye. Mebesta wan jî ew e ku xwe bigihînin
Simko.
Xalid Beg, Suleymanê Ehmed,Ferzende û Kerem Beg ji bo lihevkirinê dixwazin bi
serleşkerê qereqolê re biaxivin. Serleşkerê qereqolê di heman demê de qeymeqamê
navçê ye jî. Daxwaza wan ew e ku qaymeqam destûrê bide ku derbasî Makkoyê
bibin. Lê belê qaymeqam vê destûrê nade.  Dibê îllam hûnê sîlihên xwe teslîmê me
bikin. Yên ku bi qumndar re diaxivin sê kes in: Xalid Beg, Kerem Beg û Bavê
Ferzende ye. Dema ku Xalid Beg daxwaza komandan bi milet re parve dike, kurê
Xalid Beg Şemseddîn û Ferzende qebûl nakin. “Em sîlehê xwe li vir nadin, em heya
neçin Makko yê em sîleh nadin.” Suleymanê Ehmed û Kerem Beg dIhsan difetilin bal
qûmandan û dibên hevalên me naxwazin sîlihên xwe teslîm bikin. Di vê demê de
çawa dibe qûmandan û Suleymanê Ehmed li hev sîleh dikşînin, Suleyman Beg
birîndar dibe. Kerem Beg jî tam li derketinê didin ber gula û şehîd dixin. Bi dengê
gulan re leşkerên îranê hemû miletan bi jin û zaroyan ve didin ber gulan. Şerek dijwar
dertê û gelek mêr tên kuştin. Xalê kalkê min Hecî Baqil ewî jî ji Huseynê Gedo[3]
gohdar kiribû û vê meselê wiha ji me re digot:  cara ewil ji bo bi qumandan re biaxivin
Xalid Beg, Kerem Beg û Bavê Ferzende çûn. Piştê ku Ferzende û Şemseddîn gotin
“em çekên xwe teslîm nakin” bavê Ferzende û Kerem Beg cardin çûn hundir, lê vê
carê Xalid Beg neçû û ji Ferzende re got “bi tevdîr bin”. Piştê çend deqeyan Dengê
gulleyan ji hundir hat. Min hew dît Kerem Beg di derî de xuya kir, lê hêj derneketibû
wî dan ber gulla û kuştin. Li ser duwarên qereqolê eskerên xwe bi cî kiribûn û
gelleyan bi ser me da direşandin. Hinek revîn ketin ber dûwar lê Xalid Beg û
Ferzende dixwestin di aliyê paş re çeperê biqelêşin. Me hema bê nîşan gulle diavêtin
lê Ferzende û Xalid Beg berdidan kê ew ji dûwar de dixistin xwarê. Sê leşker li
duwarê paş hebûn, Xalid hersiya berjêr kir. Ferzende, deng li milet kir ku di derê paş
re derên. Em di hewşê de ji 200 mêrê zêdetir bûn, gelek kes hatin kuştin. Birayê Şêx
Seîd, Şêx Diyadîn jî di nav sûra Qereqolê de hat kuştin. Em ji hewşê derketin lê
hespên me belav bûbûn. Ferzende qest dikir ku ji bo bavê xwe bifetile, lewra dît ku
bavê wî birîndar bû. Hevsera Ferzende Besra û kurê wî yê 7 salî Elfesiya jî bi me re
bû. Ferzende wan teslîmê Şemseddîn kir. Şemseddîn du hesp anîn yek da Xalid Beg
ya din jî Besrayê suwar kir. Şemseddîn ji para fetilî ji bo ku nehêle leşker li pey me
werin. Piştê wextek Ferzende Beg hat feqet tu xeberê ji bavê xwe hilneda bû. Lê
Şemseddînê kurê Xalid nehat. Paşê me bihîst ku ew jî miriye. Xalid Beg ji bo kurê
xwe gelek hêsir barandin. 
Kilama Şakiro ya ku me di serê nivîsê de behs kir, behsa vê buyerê dike. Şakiro di
kilamê de, carna bi devê Besrayê carna bi devê Ferzende Beg diaxive û vê zulma ku
li wir hat serê wan tîne ziman.

Yên ku ji vî şerê xilas dibin digihîjin herêma Simko. Îsmaîl axa di serî de qedrê wan
baş digre û dixwaze ji tecrubeyên kesên wek Xalid Beg û Ferzende îstifadeyê bike. Li
di navbera wan de hinek pirsgirêk dertên.[4] Xalid Beg tenê salek li Îranê dimîne.
Piştre derbasê Turkiyê dibe. Gorî ku tê gotinê pilana Xalid Beg ew e ku, derbasî
Turkiyê bibe malbata xwe hilde û derbasî Dêrsimê ba Seyît Riza bibe. Piştê ku Xalid
Beg tê Kopê tê girtin.[5]  Wî dibin Mûşê ji wir jî dibin Diyarbekir û idam dikin.
Serhildina Agirî û Ferzende Beg
Di dawîya sala 1926 de ji bo Biro Hesikê Telî biryara girtinê hatibû dayîn. Biro ji eşîra
Celaliya bû. Biro tevlî serhildana Şêx Seîd nebûbû. Dema ku Heseniyan ji ber
dewletê kesta derbasbûna îranê kirin, yê ku li çiyayê Tendûrekê rê li wan girt û çar roj
bi wan re şer kir Biro bû. Lê dIhsan jî dewletê biryara girtina wî dabû. Biro Hesikê Telî
ji ber vê biryarê serî hilda û derket çiyayê Agirî. Ji eşîrên deverê jî gelek fîrar tev li
serhildana Biro bûn. Piştê ku saziya Azadî wek serok Ihsan Nûrî Paşa şand wir, gelek
kesên ku surgun bûbûn qesta Agiriyê kirin û tev lî serhildanê bûn. Wê demê
Ferzende Beg li Îranê bû. Piştê ku wî jî vê serhildanê bihîst bi gelek mêrên Hesenî re
hat tev li serhildanê bû.   Piştê ku Ferzende tê Agirî û tevlî serhildanê dibe, Biro
Hesikê Telî tê ba Ferzende û ji ber ku pênc sal berî rê li wan girtibû û nehişibû
derbasê Îranê bibe lê birîn ji Ferzende dixwaze. Ihsan Nûrî Paşa di serhildanê de
wezîfeya yekem ku da Ferzende ji nav eşîran tovkirina hespan bû. Osman Sebrî di
berhema xwe ya Çar Leheng[6] de bi van hevokan pesnê Ferzende dide: Serdar
Ihsan Nûrî, Ferzende digel şêst siwarî şande nav eşîrên serhedan ku hesp peyda
bike. Tirkan du alayiya şandin pêşiya Ferzende. Ferzende hespên ku civandibûn
sipartin deh siwaran, bi pêncî siwarî dirêjî alayîya Tirk kir. Şer bi awakî birûskîn dest
pê kir. Şervanên kurd li pê bavê Elfesiya(Ferzende) ajotin… Tirkan ev celeb şer
nedîtibûn, nedikarîn sînga xwe ji devê tifingên şehsiwarên Kurd biparêzin. Kurdan
tifing dest bi dest bera pêsîra neyar didan. Leşkerên Tirk wek pelên daran di ser pişta
hespan de dihatin xwarê. Bîstek neborî neyar dest ji ber hev berdan û her yek bi alîkî
da revîn… Ferzende diajote ser wan, wek bazên ku dikevin nav refê qulîngan her ew
di ser pişta hespan da tanîn xar…
Carna dema ku Ferzende birîndar dibû hevalên wî jê re digotin ji para vekişe tu
birîndar î!
Ferzende wiha bersiv dida: “Ez nahêlim Leşkerê Romê bêje merêk Hesenî gavek
para avêt. Bila ez bimrim bila Rom ji bo min vê nebêje”
Hêzên Ihsan Nûrî paşa bi vî awayî li deverên Agirî û Mûşê gelek cih hildan bin
kontrola xwe.  Di sala 1930yan de dewleta Îranê û dewleta Tirkiyê li hev kirin û Îran
piştkiriya xwe ya ji Kurdan re dikir birrî. Di vê salê de şer pir dijwar bû û hêza
serhildana Agiriyê şikest. Di dawiya sala 1930yan de Ihsan Nûrî û hevsera xwe bi
hinek leşkerên xwe re derbasê Îranê dibe. Biro û Ferzende şerê bi dewletê re
didomînin. Biro heya ji destê wî tê li ber xwe dide. Lê mixabin ew jî li sînorê îranê ji
kuştin.

Girtin û Kuştina Ferzende
Di sala 1930yan de ji ber ku Îran û Tirkiye li hev kiribûn, idî herdu alî jî ji bo firarên
Kurd ne ewle bû. Ferzende derbasê aliyê Îranê bû lê belê li wir jî her tim di
pozuzyona şer da bû. Ferzende hevsera wî Besra kurê wî Elfesiya û nêzê pêncî
mêrê Hesenî li aliyê Îranê di quntara çiyayê Navor de  li gundekî bicî bûbûn. Rojek
leşkerên Îranê bi cemseyek giran dor li gund girtin û ji bo teslîm bibin deng li wan
kirin. Ferzende vê gaziyê qebûl nekir û şer derket. Ji aliyê Ferzende gelek kes hatin
kuştin. Di nava van kuştiyan de kurê Ferzende yê deh salî Elfesiya jî hebû. Ferzende
jî bi giranî birîndar bû û hat girtinê. Ferzende ewil dibin Kelaxo, pişt re dibin Tehranê
girtigeha Qesrî Qencer. Di vê girtîgehê de gelek Kurd hebûn. Yek ji wan jî kurê Kor
Huseyn Paşa Nadir Beg bû.  Kurdên ku di vê girtîgeha da dihatin girtin zarok an jî jinê
wan hebana wan di malek de binçev dikirin.  Piştê ku Ferzende Beg tînin vê girtîgehê
maliya wî Besra jî li cem maliya Nadir Beg Zerîfe Xanimê dimîne. Ji vir wiha çi te serê
ferzende em ji Zerîfe Xani guhdar bikin:
Mêrê min Nadir û Ferzende di heman girtîgehê de bûn. Maliya wî Besra jî li ba min
dima. Ez û besra em diçûn dîtana wan. Ji dîtina Ferzende re gelek astengyan
derdixistin. Nedihiştin ku Besra mêrê xwe bibîne.  Carek min û Besra bi hev re
Ferzende dît. Ferzende gelek ber xwe diket. Rojek ez û Besra em çûn dîtina
Ferzende, ji me re gotin Ferzende îşev mirîye. Cinaze dan Besra lê herdu çevên
Ferzende derxistibûn. Besra cinazê mêrê xwe hilda. Ji Ferzende re meqberek çêkir,
kevir stand û li ser nivîsî “mêrên ser mêran re Ferzende”. Me wî li Tehranê
definkir. [7]
Jina Ferzende Besra heta sala 1939an li Tehranê dimîne pişt re tê Turkiye bi tiyê xwe
re dizewice û diçe Qeyseriyê..
Çîroka qehremanekî Kurd wek Ferzende jî bi vî awayê bi dawî dibe…
Ekrem Malbat
Ji Malpera ÇandName

Çavkanî
[1] Li ser mesela girtina Xalid Begê Cibrî apê min tiştek wiha digot: dema ku Xalid
Begê Cibrî tê girtin wî dibin Erziromê. Ji wir tînin di Patnos, Milazgir  û di Kopê re
derbasê Bilîsê dikin. Xalid Begê hesenî, Suleymanê Ehmed û Kerem Begê Kolaxasî
dişêwirin û dibêjin: eger Kor Huseyin Paşa Xalid Begê Cibrî ji destê eskera xilas neke
emê vî karê bikin. Paşê pê dihesin ku Paşa bi Xalid Beg eleqedar nebûye. Heta Xalid
Beg û Kerem Beg biryar digrin gelek derengî dibin. Lê dIhsan jî Ferzende Beg 
nasekine û dibêje: xîreta min dest nade ku Xalid Begê Cibrî di nav ş eşîra Heseniya
re derbas bikin bibin. Li ser vê Ferzende Beg  çend mêra tov dike û peywan dikevin
lê mixabin heya Bilîsê xwe nagihînin leşkeran.

[2] Hamidiye Alayları Ağrı Kürt direnişive Zilan katliamı, Kemal Süphandağ, s.335,
Peri Yayınları, İst.
[3] Hecî Baqil ji gundê Qilêçiyê bû lê Huseynê Gedo kî ye ji kêjan eşîrê ye ez
nizanim. Qasê ku ez dizanim ev Huseyin hevalek Ferzende buyê û di buyera îranê
de ew jî hebûye
[4] Ez û nivîskar Ahmed Aras em carek li ser vê buyerê axivîn. Aras pirsgirêka di
navbera Simko û Xalid be de wiha behs dikir: dema ku Xalid Beg wan digihêjin cem
Simko, Xalid Beg damança xwe diyariyî Simko dike. Simko jî ew damançe li ber Xalid
Beg dide xulamê xwe. Xalid Beg bi vê herektê gelek adis dibe.
[5] Xalid Beg di sala 1926 tê kopê. Giliyê wî tê kirin û cendirme li her derê li pey Xalid
Beg dikevin. Di dawî de li gundê Tirçongê tê girtinê. Rihmetiyê apê min Hecî Mihimet
Salih wiha digot: “ez zarok bûm me bihîst ku Xalid Beg hatiyê girtin. Bavê min û
kurapê wî tivingê xwe hildan û çûn Gundê Temo. Xalid Beg anîbûn wir û wê şevek li
wir bimana. Bavê min dema ku Xalid Beg dibîne gelek ber dikeve lewra dest û lingê
wî zincîr kirî bû.  Bavê min Hemzo, bi Kurdî ji Xalid Beg re dibêje “Xalid Beg eger tu
bixazî ez sibê rê li van cendirman bigrim û te xilas bikim”. Xalid Beg dibêje: “ na
Hemze bes e idî bila kes ji bo min nekeve belayê. Ez ji Milazgirê derketim min xwe li
we girt ez hatim. Lê mixabin hespa min xayîntî kir bi min re. Min kir û nekir neket ava
Mûradê min da dest.”
[6] Ev berhem di sala 1984 de ji aliyê Osman Sebrî va li Suriyê hat nivIhsanndin. Di
vê berhemê de behsa çar qehremanan dike. Ev qehremanana Ferzende Beg,
Seyidxanê Ûso, Remezan û Adil Beg e.
[7] Hamidiye Alayları Ağrı Kürt direnişive Zilan katliamı, Kemal Süphandağ, s. 475,
Peri Yayınları, İst.

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Dema Bextê Jan Valjean

    Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

    Zêdetir
    Milyaketê Muzîka Kurdî

    Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext