Festîvala Parîsê Destpêkir

Çaremîn Festîvala fîlmên kurdî ya Parîsê (FFKP), ku dê ji 8 ta 11ê heyva nîsanê ya
2025ê dom bike, li Centre Wallonie-Bruxellesê, li Parîsê bi projeksiyona fîlmê “La
Vierge à l’enfant” a derhêner Binevşa Bêrîvan dest pê kir. Di festivalê de, dê fîlmên
kurt û dirêjmetraj yên belgeyî, karton û dramayên fiksiyonê yên sînemagerên kurd
bên nîşandan.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya festîvalê de tê gotin, “zêdetirî bîst salî ye ku festivallên
kurdî li Tirkîye, Iraq, Îran û Sûriyê û herwiha li navendên metropolanên cîhanê yên
wekî Londra, Stokholm, Îstanbûl, New York, Kopenhag, Hambûrg an jî Berlînê pêk
tên. Weke hemî çalakiyên kurdî, Festivala Fîlmên Kurdî ya Parîsê jî cihekî girîng ê
hevdîtina profesyonel û heskirên sînemayê ye”.

Festivalê Fîlman Kurdî ya Parîsê ji hêla Enstituya Kurdî ya Parîs û Komela Fîlmên
Fransî-Kurdî ya CinéBej ve, bi hevkariya Navenda Wallonie-Bruxelles û piştgirîya
Wezareta Çandê ya Fransa û Şaredariya Parîsê, pêk tê.

Çavkaî: Azad Şatehî, Rûpela Nû Parîs

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Ji Nû ve Derwêş û Edûle

Hunergeha Welat ji destana “Evîna Derwêş û Edûlê” re klîpek çêkir. Hunergeha Welata ku yek ji saziyên hunerî yên sereke yên Rojavayê ye berhemeke nû pêşkêşî hezkiriyên hunera Kurdî kir.…

Zêdetir
“Kaspar” Bi Kurdî Xweş e

Berhema nivîskar Peter Handke ya bi navê "Kaspar" ji aliyê Asiya Xerzanê ve ji Almanî bo Kurdî hat wergerandin. Ev drama ku wekî yek ji berhemên girîng ên şanoya cîhanê…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext