Ez peyayê qarajek kevn ya trena dibim. Dîwarên kevir yên westa dewr û dewranan dikşînin, lewheyên zer bûne, bêhna zengê… Ev der tu dibê ne tenê qaraja trena ne, di heman demê de ya serpêhatîyane jî. Qaraj kerr e, tenê dengvedana lingê min heye. Ne anonsek, ne qelebalixek, tenê ez, ez û şopa paşerojan…
Li ber derê qarajê de faytonên li benda minin hene. Hêlma bêhna hespa wek dûkelan hilpasî hewaya sar dibe. Ajokarên ku li ser rûyên wan westa hezar salan hene bi serên xwe slav didine min. Li faytonek siwar dibim. Dengê teka yên li ser rêya bikevir de dertên derîyê çîrokek vedike ji min re.
Rê min dibe Xirabeyên Anî. Zimanê kevira heye li vir, tu bixwazî bibhîzî, wê çîrokên hezar sala bibêjin ji te re… Her dîwar, her kember diayan, evînan, şer û dewên ku di zikê zemanên qedîm de neqş bûne vedibêje. Heta ba jî cüdaye li vê derê, dengvedanên paşerojê digihîne guhên mim.
Rê min dibe Xirabeyên Anî. Zimanê kevira heye li vir, tu bixwazî bibhîzî, wê çîrokên hezar sala bibêjin ji te re… Her dîwar, her kember diayan, evînan, şer û dewên ku di zikê zemanên qedîm de neqş bûne vedibêje. Heta ba jî cüdaye li vê derê, dengvedanên paşerojê digihîne guhên mim.
Rê idî ne tenê ber bi warek, welatek, cîhek e, bi sere xwe rêwîtîyek e. Wateya her kevirek, her sîhek, mena dengê her çivîkek heye. Heye ku yê/ya ku tu lê digerî, li ser girê çîyayek de nîne, lê gihîştina wir, wekî gihîştina rihê xwe me ye.
Gava ez gihîştime Agirîyê, hewa giran lê paqiş bû. Tav, wekî xençerek zêr ku li jorahîya çîyê daye bû. Di rihê min de aramîya bêdengîyek heye idî. Aramîya rêwîtîyek ku ji qaraja trenê destpêkirîye, ji xirabeyan borîye, heta vira hatîye…
Bi vê aramîyê ve dikevime bajêr. Ba, bayê berê nîne idî, di nav de gotin hene. Belkî bûm parçeyek ji efsaneyan, belkî di destpêka çîroka xwe de me.
Lê dizanim, ev idî ne tenê rêwîtîyek e, heye ku veguhastinek be. Di qarajek kevn ya trena de destpêkir, min gîhande dîwana kesayatîya xwe…

















