A
• Adetên bav û bapîran, kerik xweştir in ji hêjîran. – Dededen babadan âdetse ham incir
olgun incirden daha iyidir.
- Agir berda kayê xwe da ber bayê. – Samanı ateşe verdi, kendisi kenara çekildi.
- Agir xweş e lê arî jî jê çêdibe. – Ateş iyidir ama kül de bırakır.
• An bike, melerize, an meke, melerize. – Ya davran titremeden yada davranma ve titreme. - Aqilê sivik barê girane. – Hafif akıl ağır yüktür.
- Aşê dîna bi xwe digere. – Delinin değirmeni kendi kendine çalışır.
• Axa, bi deh gundên xwe ve, bawer dike Keyxosrow e. – Ağa, on köyü ile kendini
Keyhüsrev sanıyor.
• Ava hêdî hêdî, me ecêb jê dî. – Çok yavaş sudan çok garabetler gördük. - Av bi bêjîngê nayê civandin. – Elekle su toplanmaz.
- Ava de serî; çi bihostek çi çar tilî. – Başı aşan su; ha bir karış olmuş, ha dört parmak.
B - Ba ji tehtê çi dibe? – Yel kayadan ne götürür?
- Ban qul be binban şile. – Dam delikse damdibi ıslaktır.
- Baran disekine ga bi cil dike. – Yağmur durunca öküze çul örtüyor.
- Bedewê çav kil kir, dilê xortan tev kul kir. – Güzel gözlerine sürme çekti, gençlerin
gönlünü yakıp geçti. - Behr bi devê kûçika heram nabe. – Deniz itin ağzıyla haram olmaz.
- Bela tên serê mêra. – Bela yiğidin başına gelir.
- Bext nadim bi text. – Bahtı tahta değişmem.
- Bê derpê bigere, stûyê xwe li ber zalim xwar neke. – Donsuz dolaş fakat boynunu zalim
önünde eğme. - Bi desta berda bi linga bidû geriya. – Elini bıraktı, ayağı ile ardına düştü.
- Bila conegayê rojekê bim, ne çêleka sed rojî bim. – Bir günün boğası olayım, yüz günün
ineği olmayayım. - Bi dinyê bişêwir bi aqilê xwe bik. – Dünyaya danış, aklına göre yap.
- Bila avis be kengî dizê bila bizê. – Gebe olsun da ne zaman doğurursa doğursun.
- Bila dilê min bi dil be bila tûrê kirasê mû li min be. – Gönlüm hoş olsun da varsın giysim
kıldan olsun. - Bila hespê çê be bila bê nal be. – İyi at olsun da varsın nalı olmasın.
- Bila rû biêşe zik ne êşe. – Yüz acısın, karın ağrımasın.
- Birîndar bi birîna xwe zane. – Yaralı yarasını bilir.
- Bi pirsê mirov diçe mala Xwedê – Sorma ile insan Allah’ın evine kadar gider.
- Bi xwezîya dest nagîhê baqê kezîya. – Keşke ile eller saç örgüsü demetine yetişmez.
C - Carina mirov ji yarê dîya xwe re dibê yabo. – Gün olur insan anasının dostuna baba der.
• Cer di riya avê de dişkê. – Su testisi su yolunda kırılır.
Ç - Çavê derîgirtîya li ê derîvekiryaye. – Kapısı kapalı olanın gözü kapısı açık olandadır.
- Çêlîkê mara bê jahr nabin. – Yılanın yavrusu zehirsiz olmaz.
• Çira nîne ku heta sibehê pêkeve. – Lamba değil ki sabaha kadar yansın. - Çira ji kora re def ji kera re bêfêdeye. – Çıranın köre, davulun sağıra yararı yoktur.
D - Dara xwezîya hêşîn nabe. – Keşkenin ağacı yeşermez.
• Daran di ser xwe re mebire. – Ağaçları üstünden kesme: seni koruyan, senden büyük
olana saldırma. - Darê ji binî nebire. – Ağacı kökünden kesme.
• Derew sêwî ye. – Yalan öksüzdür. - Deriyê xerata bi bena girêdayîye. – Marangozun kapısı iple bağlıdır.
- Deriyê xwe bigire cîranê xwe diz dernexe. – Kapını kapa, komşunu hırsız çıkarma.
- Destê xebitî li ser zikê têre. – Çalışan el tok karnın üstündedir.
- Destikê bivir ne ji darê be dar nakeve. – Baltanın sapı ağaçtan olmazsa ağaç devrilmez.
- Dev dixwe rû fedî dike. – Ağız yer yüz utanır.
- Dîn ne dînin; ê ji wan bawer dikin dînin. – Deliler deli değil onlara inananlar delidir.
- Dê û dotê şerkirin, bêaqila bawer kirin. – Ana kız kavga ettiler, akılsızlar inandı.
- Dibêjin tu li rê qeze û bele li rê. – Derler ki sen yola çıkınca kaza bela birlikte yola çıkar.
- Dikana Bekiro; du qalib sabûn û çar torbe xwê. – Bekir’in dükkanı; iki kalıp sabun, dört
torba tuz. - Dilê xweş her lê bihar e. – Neşeli gönül hep bahar gibidir.
- Dilê tirsonek timî dikute. – Korkak yürek hep çarpar.
- Dilê tirsonek sînga gewr nabîne. – Korkak yürekli, ak göğsü göremez.
- Dile yekê ket kevirekî heft salan bi xwe re gerand. – Birinin (kadının) gönlü bir taşa düştü,
yedi yıl birlikte dolaştırdı. - Dil ku şikest, êdî nacebire. – Gönül ki kırıldı artık düzelmez.
- Dil ne sifre ye ku mirov ber hemûyan veke. – Gönül sofra değil ki insan herkesin önüne
açıversin. - Dilê şivên bixwaze kare ji nêrî şîr derxe. – Çobanın gönlü isterse tekeden süt çıkarır.
• Dinya bi dore, ne bi zor e. – Dünya sabır ile yürür, şiddet ile değil. - Dinya guleke, bêhn bike û wê bide hevalê xwe. – Dünya bir güldür, kokla onu ve
yakınındakine ver. - Dinya li dinyê; çavê gur li mîhê. – Dünya durdukça kurdun gözü koyundadır.
• Diyari qesp in, şûndiyari hesp in. – Armağan (hediye) olarak hurma alınınca, karşılığında
at vermek gerekir. - Dît ezim nedît dizim. – Gördüyse benim, görmediyse hırsızım.
- Dûjminê te gêrikek be jî dîsa hesabê xwe bike. – Düşmanın bir karınca bile olsa önlemini
al. - Dûr bi nure. – Uzak ışıklıdır.
E - Eger xêr bê welatekî wê bigihîje hemî cîhê welat. – Eğer bir ülkeye iyilik gelirse ülkenin
her yerine ulaşır. - Erd birinc be, av rûn be, ku xwedî tunebe zû xelas dibe. – Yer pirinç olsa, su da yağ,
sahibi yoksa tez biter. - Eyarê bênamûsa firehe. – Namussuzun postu geniştir.
- Ez çi dibêjim bilûra min çi dibêje. – Ben ne diyorum kavalım ne çalıyor.
- Ez ez im, tu tu yî. – Ben benim sen sensin.
- Ez hêdî dimeşim bela digihê min, ez zû dimeşim ez digihêm bela. – Yavaş yürüyorum bela
bana yetişiyor, hızlı yürüyorum ben belaya yetişiyorum.
• Ez kelê rojekê bim û ne mangê hezar salî bim. – Bin yıl inek olmaktansa bir günlük boğa
olayım.
Ê - Ê diziya hingiv bike wê mêş pêvedin. – Bal hırsızını arı sokar.
- Ê jinê berde li panîyê nanêre. – Karıyı boşayan ardından bakmaz.
- Ê ne di şer de be şêr e. – Kavgada olmayan aslan kesilir.
- Ê rabe cîhê wî, ê bimre jîna wî dimîne. – Kalkanın yeri, ölenin karısı kalır.
- Êş hat Şam’ê, ecelhatî mirin. – Bulaşıcı hastalık Şam’dan geldi, eceli gelenler öldü.
- Êl hebe, êlbeg jî heye – Aşiret varsa aşiret beyi de vardır.
F - Fala Qereçîya lihev derdikeve. – Çingenenin falı birdir, atar tutturur.
- Feqîr çûn xwe daliqînin dîtin ku dewlemend li ba dibin. – Fakir kendini asmaya gitti,
zenginlerin ipte sallandıklarını gördü.
• Ferxekî şêra, şêr e. – Aslan yavrusu (gene) aslandır.
G
- Galgala ket nav dev û dirana, wê bigere li bajar û şaristana. – Ağız ve dişlerin arasına
düşen söz, kentleri memleketleri dolaşır. - Giya di bin kevir de namîne. – Taşın altında ot kalmaz.
- Gotina rast bi mirov ne xweş tê. – Doğru söz insana hoş gelmez.
• Gotina xweş buhara dilan e. – İyi söz yüreklerin baharıdır. - Gotin: Bavê te siwaran kuşt yan pêyan? Gotî: Her kuştin, çi siwar û çi pêya – Dediler:
Babanı süvariler mi yoksa yayalar mı öldürdü? Dedi: Öldürüldükten sonra ha süvari ha
yaya ne fark eder. - Gula bidin gul nasa. – Gülü, gülü tanıyana verin.
- Gul ew gul bû baran jî lê hat şil bû. – Gül gül değildi, yağmur yağdı mahvoldu.
- Gundê bê rez, konê bê pez, mirovê dibêjê ez û ez, hemî ne tutişt e. – Bağsız köy,
koyunsuz çadır, hep ben ben diyen adam, bunların hepsi işe yaramaz (beş para etmez). - Gur dikujin qijik dixwin. – Kurt öldürür karga yer.
- Gurê ku dijminî min nîn e, bila hezar sal bijî – Bana düşman olmayan kurt bin yıl yaşasın.
H - Ha kevir li cer ket ha cer li kevir ket. – Ha taş testiye değmiş ha testi taşa.
- Hechecîkê silava li hecêk. – Ey kırlangıç hacca selam söyle.
• Heçî li hespê hevalan siwar e, herî peyar e. – Dost atına binen hep yaya kalır. - Heft çîrokên hirçe hene, her heft jî li ser hirmiyene. – Ayının bildiği yedi hikaye, yedisi de
armut üstüne.
• Helaw ji şîrêzê çênabe. – Zamk’tan helva yapılmaz. - Hemî çêlek tên dotin, hemî gotin nayên gotin. – Her inek sağılır, her söz söylenmez.
- Hem ji dêrê bû hem jî ji mizgeftê. – Hem kiliseden oldu hem de camiden.
- Hem serê xwe dişkîne hem jî xercê xwe dide. – Hem başını kırdırıyor, hem de vergisini
ödüyor.
• Hêştir radibin hev, hêstir û ker bin lingên wan de diçin. – Develer dövüşünce katırlarla
eşekler tekmeleri altında ezilirler. - Here miletan, bigre adetan. – Uluslara git, gelenekler öğren.
- Her giya li ser koka xwe hêşîn tê. – Her ot kendi kökü üzerinde yeşerir.
• Her şêrek bi lepê xwê ye. – Her aslan kendi pençesiyle. - Her kezîzerek, simbêlsorek li himbere. – Her sarı örgülünün yanıbaşında bir kaytan bıyıklı
vardır.
• Herçi jar e, li havînê jî sar e. – Kim ki zayıftır yazın bile üşür. - Her tişt bi ziravî dişkê, mirov bi stûrî. – Her şey incelikten dolayı kırılır bozulur, insanlar
kabalıktan. - Heta min xwe naskir mal li xwe xelas kir. – Kendimi tanıyıncaya kadar malımı bitirdim.
• Heta li mirinê, çav li kirinê. – Ölünceye kadar çalış. - Hevalê bêje “heval heval” nede dû. – “Arkadaş arkadaş” diyen arkadaşın ardından gitme.
- Heya tu cehnemê nebînî bihuşt bi te xweş nabe. – Cehennemi görmeyene dek cennet
sana tatlı gelmez. - Heyfa ciwanîyê pîrî li pê ye. – Yazık gençliğe, yaşlılık ardından geliyor.
- Heywana tu bigerînî wê erzan bibe. – Gezdirdiğin hayvan ucuz olur.
- Hin dikin hin dixwin. – Kimi yapar kimi yer.
- Hingivê debeye di eyarê kâçikdaye. – Süzme baldır ama it postu içindedir.
- Hûrik hûrik dagir tûrik. – Ufak ufak doldur dağarcığını.
J - Ji hirçekî du eyar dernayê. – Bir ayıdan iki post çıkmaz.
- Jin kelehe mêr girtîye. – Kadın kaledir erkek tutsaktır.
- Jina ne delal, çavê mirov diêşine, jina delal dilê mirov diêşine. – Çirkin kadın göz ağrıtır,
güzel olan da gönül ağrıtır. - Ji pira pir diçe, ji hindika hindik. – Çoktan çok gider, azdan az.
- Ji rovî fenektir tune ji eyarê wî pirtir tune. – Tilkiden kurnaz yoktur, derisinden de çok
yoktur.
• Ji xezalê bezatir nîne, ji rizqê xwe zêde naxwe. – Ceylan kadar hızlı yoktur, (ama)
kısmetinden fazlasını yemez. - Ji xelkê re masîgiro ji xwe re kûsîgiro. – Elaleme balıkçı kendine kaplumbağacı.
K - Kaniya ku tu avê jê vexwî kevira na avêjê. – Su içtiğin kaynağa taş atma.
- Karê ne ji min re bayê wê di ser min re. – Benim olmayan işin yeli üzerimden geçsin.
• Keça mîran bi qelenê gavana nayê. – Sığırtmaç başlığıyla bey kızı alınamaz. - Keça gan nîşandayê diran. – Gönlü olan kız gülümser.
- Keçkê bêbav çîyayê bêav. – Babasız kız susuz dağ gibidir.
- Keda helal dibe mû naqete, keda heram bibe werîs jî diqete. – Helal ekmek kıl olsa
kopmaz, haram ekmek halat da olsa kopar. - Kes nakeve gora kesî. – Kimse kimsenin mezarına girmez.
- Kihêl di bin mêrxasan de dibezin.- Küheylan at, yiğitlerin altında koşar.
- Kor çilo li Xwedê dinêre, Xwedê jî werge le dinêre. – Kör Allaha nasıl bakarsa Allah da
ona öyle bakar. - Ku kela şorbê çû buhayê heskê pere nake. – Çorba taşarsa kepçenin değeri para etmez.
• Ku agir li çiyê ket, ter û hişk tev de dişewitin. – Ateş dağı sarınca,yaş kuru, her şey yanar. - Kumê rasta tim qetyayîye. – Doğru kişinin külahı hep yırtıktır.
- Kurmê şîrî heta pîrî. – Ana sütündeki kurt ölüme kadar.
- Ku te girt bernede ku te berda bi dû nekeve. – Tuttunsa bırakma, bıraktınsa ardına düşme.
- Kûçik ji kê bitirse bi wî alî direye. – Köpek korktuğu yana havlar.
L - Lê kalîyê lê korîyê; mirin çêtire ji feqîrîyê. – Ah yaşlılık ah körlük; ölüm yoksulluktan
iyidir. - Li bejnê nerî bi zêra kirî, laçek rakir kertkê gurî. – Boyuna posuna baktı altınla aldı,
örtüsünü kaldırdı kel çıktı. - Li kerê mirî digere ku nala jêke. – Ölmüş eşek arıyor ki nalını kopara.
• Li ser kebab ve çû, li ser dexdexana keran ve bû. – Kebaba giderken eşek dağlamasına
rast geldi.
• Li şera xal û xwarzî; li xwarina, mam û brazî. – Savaşta dayı ve yeğen, yemekte amca ve
yeğen.
M - Mala me li çoyê meye; çoyê me li ser milê meye. – Evimiz sopamızda, sopamız
omzumuzun üstündedir. - Mala mêran kaniya zêran. Yiğit(lerin) evi altın çeşmeye benzer.
• Malê dinê qoçê mêran e. – Koça boynuzu ne ise dünya malı da insana odur. - Malê axê diçe canê xulêm dêşe. – Ağanın malı gider uşağın canı yanar.
- Malê camêrkî û xesîskî wek hev dire. – Cömerdin malıyla cimrinin malı aynı oranda
harcanır. - Mal li ser malê nabe. – Ev üstünde ev olmaz.
• Ma ne xwîn e? Ha ji dest, ha ji zend. – Kan değil mi, ha elden çıkmış, ha bilekten. - Mal mala teye lê bi aliyê firaxa nere. – Ev evindir ancak mutfak tarafına gitme.
- Mêja Kurmanca ne îbadete, adete. – Kürt’ün namazı ibadet değil adettir.
- Mêrê qels du cara şer dixwaze. – Güçsüz adam iki kez kavga ister.
• Min xelk hin kir govendê, êdî kesî destê min negirt. – İnsanlara oyun oynamayı öğrettim,
o zamandan beri kimse (oyuna katılmak için) elimden tutmadı. - Mirin mirine xirexir çiye? – Ölüm ölümdür, hırıltı nedir?
- Mirîşka bigere wê lingê wê bi zelq be. – Gezen tavuğun ayağında pislik olur.
• Mirov here masiya, qûna wî şil dibe. – Kim balığa giderse kıçı ıslanır. - Mirovê Kurmanc gava têr xwar ya mêrekî bikuje yan jinekê birevîne. – Kürt’ün karnı
doyunca ya bir adam öldürür ya bir kadın kaçırır. - Mirov bi carekê qûnek nabe. – Bir seferle i*ne olunmaz.
- Mirov xwe bi destê xwe ne xurîne xura mirov naşkê. – İnsan kendini kendi eliyle
kaşımazsa kaşıntısı geçmez. - Mirazê min dil be ber seriyê min kevir be. – Gönlümün muradı olsun, yastığım taştan
olsun. - Mirov pîr dibe, dil pîr nabe. – İnsan yaşlanır, gönül yaşlanmaz.
N - Nabêjin kê kir; dibêjin kê got. – Kim yaptı demezler kim söyledi derler.
- Nan û pîvaz hebe nexweşî çavreşîye. – Ekmek ve soğan olursa hastalık çekememezliktir.
- Navê gur derketîye; rovî dinya xera kir. – Kurdun adı çıkmış; tilki dünyayı yıktı.
- Neger li newala nebîn xeyala. – Vadilerde dolaşma, kabus görme.
- Ne dijminê xeraba bin; dijminê xerabîyê bin. – Kötülerin düşmanı değil kötülüğün
düşmanı olun. - Ne fene, ev çi dar û bene? – Tuzak değilse, bu ne değnek ve iptir?
- Ne xwar ne da hevala, genî kir avêt newala. – Ne yedi ne arkadaşlara verdi, kokuttu
vadilere attı. - Nivişta bê tişt, xwediyê xwe kuşt. – Ücretsiz muska sahibini öldürdü.
• Ne çira ji kwîra re, ne duhêl ji kera re. -Ne köre ışık, ne sağıra davul.
• Ne jina kenokî, ne mêrê fêtokî. -Ne hayasız kadın, ne utangaç erkek
• Ne dixwim savarê, ne diçim hawarê. – Ne bulgur yerim, ne imdada koşarım.
• Ne gayê min li garanê ye, ne galgala nanê gavên dikim, ne sürüde sığırım var. – Ne
çobanın ekmeğinden söz ederim.
• Nû hatin, kevin xelatin. – Yeniler gelince eskiler hediye olur.
Î - Îro roja te ye, sibe roja min e. – Bugün senin günündür, yarın benim günümdür.
P
• Pezê nêr ji bo kêrê ye. – Koç bıçak içindir. - Pisîk ne li male mişk Evdirrehman’e. – Kedi evde olmayınca fare Abdurrahman kesilir.
- Pîvaz, çi sor çi sipî. – Soğan, ha kırmızı ha beyaz.
Q - Qantir nazê xwê hêşîn nayê. – Katır doğurmaz, tuz yeşermez.
- Qedirê gulê çi zane; kelbeş divê kerê reş. – Gülün değerini ne bilir; devedikeni ister kara
eşek. - Qûna wê qûna mirîşkêye hêkê qaza dike. – Gtü tavuk gtüdür kaz yumurtası
yumurtluyor.
R - Reng rengin, sor bi dengin. – Renk renktir, kırmızı ünlüdür.
- Rûyê reş ne hewcî tenîyêye. – Kara yüze is gerekmez.
• Rê reya mirine be jî, tu her li pêş be. -Yol ölüme giden yol olsa bile daima önde ol.
• Roja xweş ji sibehê de xweş e. – Güzel gün sabahtan belli olur.
• Royê kiçik lê herikî ji avê mezin lê sekinî çêtir e. – Akan küçük dere duran büyük sulardan
iyidir.
• Rovîkî berdayî ji şêrekî girêdayî çêtir e. – Özgür bir tilki, zincire vurulmuş bir aslandan
daha iyidir.
S - Serê du berana di beroşkê de nakela. – İki koçun başı bir tencerede kaynamaz.
- Serê sale bine salê, Xwedê bihêle kevaniya malê. Sene başı sene sonu, Allah bağışlasın
evin hanımını. - Serê sale bine salê, Xwedê bihelê kalê malê. Sene başı sene sonu, Allah korusun evin
ihtiyarlarını. - Serê sale bine salê , sal qurbana kalê. Sene başı sene sonu, yıllar kurban olsun
ihtiyarlara. - Serê sale bine salê, Xwedê kurekî bide vê malê. sene başı sene sonu, Allah bir erkek evlat
versin bu eve. - Serê sale bine salê , Xwedê şênayî bide vê malê…Sene başı sene sonu, Allah mutluluk
versin bu eve. - Sê wêne dost hene: Nano, gano, cano. – Üç türlü dost vardır: yiyici, ırz düşmanı, candan
dost. - Simbêl bi pisîka jî heye. – Bıyık kedide de vardır.
• Siwarê kerê ne tu siwar e. – Dişi eşeğe binen süvari sayılmaz.
Ş - Şahidê rovî teriya wî ye. – Tilkinin tanığı kuyruğudur.
- Şeb û şekir çûn Dîyarbekir, şekir rûnişt deng nekir, şeb rabû pesnê xwe kir. – Şap ile
şeker Diyarbakır’a gittiler, şeker sustu oturdu, şap kalktı kendini övdü. - Şerê sibehê ji xêra êvarê çêtire. – Sabahın kavgası akşamın hayrından iyidir.
- Şeva reş keleha mêraye. – Kara gece yiğidin kalesidir.
- Şeytên gotîye “ê li xwe bi heyire ez di wînim.” – Şeytan, “Şaşırıp kalanı edeyim.” demiş.
- Şêr şêr e; çi mê ye çi nêr e. – Aslan aslandır; ha dişidir ha erkek.
- Şikefta sed pez heryê wê sed û yek pez jî heryê. – Yüz koyunun sığdığı yere yüzbir koyun
da sığar. - Şûr kalanê xwe nabire. – Kılıç kınını kesmez.
- Şûşeya dil ku şikest nacebire. Gönül camı bir kırılırsa artık birbirine yapışmaz.
T - Ta bi ta dibe rîh. – Kıl kılla sakal olur.
- Tajî bi zorê nare nêçirê. – Tazı zorla ava gitmez.
• Te çi danî beroşê, tuê wî bixwî. – Tencereye ne koyduysan onu yersin - Teyrê ku goşt dixwin nikilxwarin. – Et yiyen kartallar eğri gagalı olur.
- Timayî birakuje. – Tamah kardeş öldürendir.
- Tirsa gur ji baranê heba wê ji xwe re kulavek çêkira. – Kurdun yağmurdan korkusu
olsaydı kendine bir aba yapardı. - Tu bi hirîba tê li nav kerî ba. – Yapağılı olsaydın sürü arasında olurdun.
- Tu çi têxî kewarê wê ew bê xwarê. – Dolaba ne koyarsan onu alırsın.
W - War ew ware lê bihar ne ew bihare. – Yer aynı yer ama bahar aynı bahar değil.
- Wê ev hevîra hîn gelek avê hilîne. – Bu hamur daha çok su kaldırır.
X - Xeber çekê jinêye. – Küfür kadının silahıdır.
- Xeta xwar ji gayê pîre. – Eğri çizgi yaşlı öküzdendir.
• Xwedê yar be, bila şûr dar be. – Tanrı yardımcın olsun, kılıcın ağaçtan olsun (gene keser). - Xwedê ji yekî re xera bike diranê wî di pelûlê de dişkê. – Allah birisinin işini bozarsa dişi
sütlaçta kırılır. - Xwediyê xêra dibe evdalê ber dêra. – İyilik sahibi kilisenin hizmetçisi olur.
- Xwestek û kodik bi şûn de. – Dilencilik ve utangaçlık olmaz.
- Xilt çiqas axê bikole bi serê xwe dadike. – Köstebek ne kadar toprağı kazarsa başına
döker. - Xwîn bi xwîn nayê şuştin. – Kan kanla yıkanmaz.
Y - Ya naçe aş ya jî diçe aşvan dikuje. – Ya değirmene gitmiyor ya da gidip değirmenciyi
öldürüyor. - Yarê dîya min yek ba minê bi dendikê bihîva bi xwedî bikira. – Anamın dostu bir tane
olsaydı onu bademiçiyle beslerdim.
• Yê ku ji jina xwe natirse ne tu mêr e. – Karısından korkmayan erkek değildir.
• Yek heye, bi sedî; sed heye, ne bi yekî. – Bir tekil yüze değer ve yüz tanesi bir etmez. - Yek ta nabe du ta tê ranabe. – Bir iplik olmuyor, iki iplik geçmiyor.
Z
• Zikê bixwe savarê divê here hawarê. – Bulgur yiyen imdada koşmalı.
- Zikê zaroka tijeye lê zimanê wan nagere. – Çocukların karınları söz doludur ama dilleri
dönmez. - Zimanê dirêj darkutikê serê xwediyê xwe ye. – Uzun dil sahibinin başına ağaçkakandır.
• Zêr zane, zor zane. – Altın yapabilir, kuvvet yapabilir.
• Zêr di zikaka de winda nabe. – Altın sokaklarda kaybolmaz. - Zor gêzerê radike. – Zor, havucu kökünden çıkarır.
Çavkanî: https://occomahabad.wordpress.com

















