Govend

Dikare were gotin ku govend reqsek neteweyî, zargotinek xwemalî ya Kurdî ye. Di dewat û dîlana de,
şirînahî û şahîya de, li gunda û bajaran, meydan û salonan de xweîfadekirinek kolektîf ya cimaeta
Kurda ye. Cimaet bi mezin û piçûka, bi jin û zaroka, mêr û camêra, bi keç û xortan ve destê hev digrin,
gerên mezin û dorfireh saz dikin û digerînin. Di her celebên govenda de amûrên muzîkê yên sereke
def û zirne ne.
Di destpêka govend de zirne hişyar dike, def gazî dike. Berê zirne destpê dike. Lêdixe, lêdixe, kin dike
dirêj dike. Zirnevan kezeba xwe bi hewa tijî dike, gepa xwe diwerimîne û berdide. Gava ku bêhna xwe
berdide di heman demê de tilî û pêçîyên wî jî li ser qulikên zirnê reqs dikin, digerin, datînin û radibin.
Di her tevgerek, bi her hereketek pêçîk ve pelên dengê zirnê perda xwe diguhurîne û pêl bi pêl xwe li
ser guhê guhdaran de digerîne, dikişe diçe xwe li dil û canên însana de direşîne. Her wiha kanîya
kelecanê diheriqe, hisîyeta şahî û bextewarîyê, coşî û hizîyê li wan dialîne û wan kaşî govendê dike.
Bi vî awayî hişyar dibin govendvan, dibe kelekela dilê wan, xwîna wan di tamaran de gur dibe, tîr
dide, vedije. Êdî dora defê ye. Defçî, qawîşê defê li stûyê xwe dialîne, defê li ser xwe dahelîne.
Desmala xwe derdixe li stûyê xwe dipêçîne, bi darê daqoqa xwe ve diqêrçîne. De êdî lêdixe, zexm
lêdixe, zû lêdixe, giran û sivik dike, li çep û rast dixe, ling hildide, ling datîne, rast lêdixe, çep vedigere
û her wiha govendê bi xwe re tevdigerîne.
Bi dengê def û zirnê ve guvend diafire. Jin û mêr, xort û xamayên dewata tevêhev dibin, destê hev
digrin, li orta meydanê digerin. Sergovend desmal ba dide, li pey govend rêz dibe, def lêdixe, zirne
xwe pê re digihîne.
Welhasil qaîde û rîtûelek zargotina me yê herî xweş, bicoş û çavkanîya kelecanî û bextewarîyêye.
Govend, li her heremê, di her êl û eşîran de xwedîyê celebên cihêrengin. Wek li jêrê…

Çend cureyên govendê:
 Delîlo
 Delîlo ya Giranî
 Bablekan
 Bazkiyan
 Çepkî
 Şewko
 Bagiyê
 Çepik
 Sêling
 Klîçe
 Keçikî
 Hildanî
 Semedanî
 Şêxanî
 Werwere
 Dûzo
 Giranî (govend)

 Girtî
 Dîko an Dîk
 Singsing an Sînsîn
 Temir Axa
 Ziravkî
 Tûra
 Diyarkî
 Qerecor
 Tîr-Kevan
 Sînanî
 Behiye
 Sivikkî
 Yar xweş tê (yarxoştê)
 Qertel (govend)
 Cirîd (govend)
 Şundekî – Paşdekî
 Sêgavkî
 Koçerî (govend)
 Serdestan
 Govenda şoreşgeran
 Koçerî
 Yekpê
 Ziravîkê

Photo: Ölmez Prodüksiyon

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Dema Bextê Jan Valjean

Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

Zêdetir
Milyaketê Muzîka Kurdî

Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext