Wek tê zanîn Gabriel Garcia Marquez, ji hostayên herî mezin ya wêjeya cîhanê ye. Gelek
berhemên têr û tijî dîyarê edebîyata nûjen kirîye. “Duşeme Sor” û “Di Rojên Kolerayan de
Eşq” berhemên herî naskirî ne. Lê tacê tim berheman, bêguman “Tenêtîya Sedsalî” ye.
Li ser “Tenîtîya Sedsalî” gelek şîrove hatine kirin, gelek kelîme û hevok li ser kin û dirêj
bûne çûne û hê jî didome. Lê di nav dewlemendîya van şîroveyan de ez tenê tiştek dibêjim; bi
min, ev romana bêemsal, li ser tenêtîya di nav qelebalixan de ye, li ser tenê mayîna di nav
civakan e.” Yên ku xwendibin, dizanin ka ev çi wate ye. Lê dîsa yên ku xwendibin wateyên
cûda jî lê dikin. Herçî Marquez e, li ser tim şîroveyan, li ser tim wateyan tiştek din
dibêje: Însan bi hev re bikenin, bextewar in, bi hev re bigirîn, dost in.
Cigerxwîn him bextewarîya me him jî berdevkê dostîya me ye. Bextewerîya me ye ji ber ku
hisîyetên me yê herî tenik bi zimanê me terîf kirîye û dil û devê me bi tema edebîyata eşqê,
evînîyê û nazenîyê daye nasîn.
Belê, di heman demê de nîşana dostîya me ye jî… Cigerxwîn, daye nîşan ku em tenê bi halê
xwe neketine, tenê bi derdê xwe naşewitîne, haya me ji dunyayê jî heye. Mesela Robson,
hevalê me ye, reş e, reşik e lê li ber dilê me ye.
“Ey heval Robson dengbêjê cîhan
Rengê te yê reş tê ber çavê me
Dengê te yê xweş, xweş tê guhê me…”
Cigerxwîn, belê şagirtê medreseyan e, mele ye lê her hevalê bindestan e. Robson jî bindest e,
ji ber ku reşik e. Cigerxwîn, li ber dengê xweş ya Robson, şaşmayîya serdestan wiha tîne
ziman;
“Dibêjin reşik çawa şîyar bûn
Destê hev girtin li ber me rabûn?…”
Bi vî pirsa serdestan, bextewar dibe bêguman Cigerxwîn û bi kelecan gazî dike, dibê, “dengê
te, xweş tê guhê me… Û dilê xwe jê re vedike, derdê xwe dide der, pê re parvedike.
“Ey heval Robson!
Ne tenê reşik ketin bin destan
Em jî sipî ne mane perîşan…”
Ew hevalê bindesta ye, hevalê feqîr ú belengaza, ketî û perîşana ye. Lê di heman demê de
dildar û maşûqê jîyan û cîhanê ye jî. Loma dibê, “ev cîhana xweş, besî teva ye, çi sipî çi reş,
divê derbas kin rû biken û geş…”
Di hêlek din de jî gazî dike, her gazî dike. Dibê, “keçê rabe serî hilde, divê çaxê weha nabî,
binêr jin çûne ezmana, heta kengî di xew de bî?” Her wiha gazi jina dike û dixwaze rizgarîya
wan pêk were. Lê ne tenê li ser rizgarîya jina disene, di heman demê de rizgarîya civat û
netewa ku jin têdane jî dide ber çev. Loma dibê; “gundî û rêncber bî, welatparêz û perwer bî,
çi sipî, çi esmer bî, bajêrî yan gundî bî, dîya şêr û pilinga bî, hevala serbilind bî.”
Bi gazîyek wiha Cîgerxwîn hin rola kesayetîyê dide jina û dixwaze wan di bin sîha serdestîya
mêra rizgar bike, him jî rola dayîktîyê dide ku her wiha wekî hemû çandên qedîm yên
dunyayê “dayîkjinîyê” pîroz dike. Dibê;
“Erê şoxê, erê şengê,
Girêdayî hata kîngê?..”
Şaîrek ku xwedî gazîn û gazin e, madem ku bang dike, em dikarin li ser hûr bin, gelo ji bo
xwe çi dibêje? Bê guman bal dikşîne ser xwe jî, dibê “kîme ez?” Û bersîva xwe wek “ez xweş
mîrov im, ne hirç û hov im” eşkere dike.
Lê bêguman eşq jî heye di dilê xwe de. Ew jî wek şaîrê Îtalyan Tasso difikire; “ew zemanê ku
ji bo eşqê xerc nebûye, zîyan e.” Jixwe kesek ku nebe aşiq û maşûk, li ber agirê wê derdê
neşewite, nekeve û ranebe, ax nekşîne, lîyan neke, dil û hîsên xwe, bi postê li ser xwe ve ber
ranexe, tune nebe, nehele ka wê çawa bibe, ça bike ku bibe şaîr?… Ji bo yê ye hunera herî
zexm ya şaîrîyê, heye ku terîfa bedewîyê be;
“Çen gewher û diranzêr şekir ji dev dibarî,
Di guh de zerguhar im, gerden mermerî.
Çavên nekilkirî, reş xûya ye poz bilind e,
Rû pût û lat û mabût, zilfên du ejder e.”
Lê realîteya heyatê jî heye ku meriva, bi taybetî şaîr û hemû hunermenda bi xwe ve girêdide.
Nerûda şaîrê Şîlîyê bû û di heman demê de nûnerê hikumeta welatê xwe bû jî. Li Burma,
Seylan, Java, Singapûr, Buenos Aires, Barselona û Madrîdê bi salan karê nûnertîyê kirîye. En
zêde jî, dema serdestîya Salvador Allende bûye nûnerê Fransayê.
Şaîrê Alman Bertolt Brecht, xêncî demajoya her şerê Cîhanê, li welatê xwe kêf kirîye. Di
xortanîya xwe de hema bêje bohem bûye, di axirîya emrê xwe de jî li welatê xwe qomînîstek
azad.
Wek tê xûyan mînak zehf in. Lê em werin ser şaîrek ku xwedîyê zimanek qedexe ye. Ka gelo
jîyana şaîrên qedexeyî çawa nin. Helbet ewê bişibe miletê xwe. Helbet wê bikeve û rabe,
helbet wê bitehise, biherçiqe, bimirçiqe lê wê her berxwe bide, bimeşe, biweje û bikişe.
Mecbûr e, ji ber ku şaîr, maqûl û ronak bikevin, milet jî dikeve. Cîgerxwîn di vê mijarê de
mînakek zelal e. Jîyana wî jî her wiha tevlihev e.
Di sala 1903an de li gundê Hesarê ku li ser Elîhê ye hatîye dunyayê. Navê xwe Şehmûz
Hesen e. Bi destpêkirina Şerê Yekem ya Cîhanê bi malbata xwe ve derbasî Amûdeya Sûrîye
dibe. Li wê derê di sala 1921an de Fakûlteya Teolojîyê dixwîne û wekî wezîfedarek olî dest bi
xebatê dike. Heta sala 1973an li Sûrîyeyê dimîne. Di van salan de bi piranî li sîyasetê re
meşqûl dibe, partî û sazîya ava dike, dikeve û radibe, tê girtin û berdanê, welhasil gelek
zehmetî dikşîne.
Di 1973an de diçê Lûbnanê. Berhema xwe yê herî naskirî ya ku bi navè “Kîme Ez” tê zanîn li
wan sala, li Lûbnanê derxistî ye. Piştî demajoya Lûbnanê di sala 1976an de diçe Swêdê û heta
ku di 81 salîya xwe de diçe ser dilovanîya xwe li wir dimîne. Jixwe xebatên xwe yên edebî bi
giştî li Swedê serrast dike, dinivîse û diweşîne.
Lê meriv li ser dunyayê, di orta zikê gerdunê de be jî hesret û bêrîya welat pêsîra meriv
bernade. Jixwe ya şaîrek, ya dildarê welatek, dew û dozek, ya aşiq û maşûkek divê qet
bernede. Ji bo vê piştî wefata wî tînin li Qamiloyê bi cîh dikin, serê wî datînin ser erdê welatê
wî…
Berhemên wî bi giştî wek jêrê ne:
Diwan Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî1945 Şam
Diwan Dîwana diwem: Sewra Azadî1954 Şam
Diwan Dîwana siyem: Kîme Ez?1973 Beyrûd
Diwan Dîwana çarem: Ronak, Roja Nû 1980 Stockholm
Diwan Dîwana pêncem: Zend-Avista, Roja Nû 1981 Stockholm
Diwan Dîwana şeşem: Şefeq, Roja Nû 1982 Stockholm
Diwan Dîwana heftem: Hêvî, Roja Nû 1983 Stockholm
Diwan Dîwana heyştem: Aşîtî, Avesta 2003 Stenbol
Diwan Dîwana nehem: Salar û Mîdya, Avesta 2003 Stenbol
Diwan Dîwana dehem: Şerefnama Menzûm, Avesta 2003 Stenbol
Çîrok:
Reşoyê Darê, Lîs 2008Diyarbekir
Cim û Gulperî, Lîs 2008Diyarbekir
Berhemên li ser ziman û çand:
Destûra Zimanê kurdî1961 Bexda
Ferheng, perçê yekem1962 Bexda
Ferheng, perçê diwem 1962 Bexda
Folklora Kurdî Roja Nû 1988 Stockholm.
Helbestek ji Helbestên Cîgerxwîn
De lorî, lori
De lorî, lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Gernas û mêrxas divê tu negrî
Millet ku sax bî nema tu dimrî
De lorî…
Millet şiyar e gelek gihaye
Tiving bi dest e li ser çiya ye
Şêr û piling in, hawîr dibazin
Doza me Kurdan, serbest dixwazin
De Lorî…
Bi xwîn nivîsîn li ser zinara
Li vir nemaye cihê neyara
Biqeşte dijmin, qada me berde
Ew der welatê gernasê Kurd e
De lorî…
Dijmin bi top û firok û leşker
Bumbardûman kir welat li her der
Hilweşandin tev mizgeft û dîwar
Kûr kûr dinalin, jar û birîndar
De lorî…
Zar û zêçên Kurd, pir têne kuştin
Dexl û rez û pez, tiştek nehiştin
Tazî û birçî, bin banger û berf
Wan naveşêrin, şikeft û berqef
De lorî…
Li ser zikên xwe diçin bi mestî
Din dest û hin pê, hin ser şikestî
Di şevreşan de gernas û rêber
Şêrên birîndar, dema diçin şer
De lorî…
Dijmin ji tirsan dişkên û dimrin
Derbend û rêçan li ber digrin
Ji wî distênin derb û berên xwe
Xwedî dikinpê em leşkerê xwe
De lorî
Serdar bilind e rêzan û mêr e
Zêrên serê xwe bişênim jê re
Bere bişroşî, bidî bi şeşar
Berdî dijmin û neyar
De lorî
Qada me berdin ji bo me yek ser
Aştî dixwazin, me navê ev şer
Em jî wekî xwe divên serbestî
Ma ki dixwezî, dîlî, bindestî?
De lorî…

















