Perger bûn em îşev
Tu di navbera gerdunê de,
Ez, bi hêza te ve li derdora te,
Digihîştime xala despêkê.
Çîyakî bilind bûn em îşev,
Tu navsera çîyê, ez di bin merhemeta mezin ya navserê de
Berpala ku ji dora çîyê fetilîme gihîştime xala xwe me…
Em çi çîyayek bedew bûn.
Me ji navseran berpalan, ji berpalan navseran dît…
Okyanûsbûn em îşev,
Tu pêl bi pêl divejîyayî
Ez wek dilopek piçûk ya avê
Geh digihîştim Asûmanan, geh dihihîştim ûmmanan…
Heyy Dunya…
Tu evî…
Bi bêhnek HEYÎ,
bi bêhnek TUNEYÎ…
Qasî bêhneke emrê te…
Elika Can

















