Renê Lacoste tenîsvanek Fransî ye. Di sala 1904an de li Parîsê ji dayîk bûye. Di sala 1996an
de, di 92 salîya xwe de, li bajeroka Saint-Jean-de-Luz jîyana xwe ji dest daye. Wek tê zanîn
xweyîyê marqeya Lacoste ye. Werin em kurteçîrako Lacosteyê ji devê wî hildin.
Ji min re digotin “tîmsah…” Lê ne ji hêza min, ji hewrika minê li ser heyalên min wiha
digotin. Ez Renê Lacoste. Berîya ku navê min li ser bi hezeran îşligan nehatibû nivîsandin ez
qîzek xama û dest bi raket bûm. Û heyalên minê ku kesî fem nedikir hebûn.
Ez ne xweyîyê fîzîkek şampîyona bûm. Ji min re digotin tu jarî û nikarî demek dirêj li ser
courtê bimînî. Lê tiştek ku kes nizanibû hebû: her gotinek şikbar, hingî diçû pozê min dişewitand.
Bi xwezîya bi hev re mayîna zerafet û rihê şervanî ve diqilqilîm. Min kûpa Wîmbledon,
Roland-Garros û Davîs biserxist. Lê şerê minê herî mezin ne li sahayan, lê di bedena min de
bû.
Di bîstûpênc salîya min de nexweşîyek ji pişikê helw da ku her tiştê min ji destê min bigre. Ez
mecbûr mam min dev ji berebezî û revê berda. Lê min ti car dev ji heyalan berneda. Di
demajoya pakbûnê de ez gelek ji wan kincên ku me di antremanan de lixwe dikir aciz dibûm.
Û min îşligê xwe bixwe çêkir: Bi pembû, sivik, pêsîr nerm û li ser bi işareta logoyek piçûk. Ew
logo, tîmsah bû. Ji ber ku jîyan biêşanda jî min hê dikaribû bida ber diranê xwe. Gelekan
tirane dikirin. Digotin “wê kê bixwaze îşligek bi tîmsah lixweke?” Lê wexta ku yên herî baş wê
xwestin, her tişt guhurî.
Min marqeya Lacoste bi vê bawerîyê ve çêkir: Ev cilûberg ne tenê tên lixwekirin, îlham jî
didin.
Min hilweşînan û bêbextîyên tîcarî dîtin, ez hatin delavê devjêberdanan her tiştî, lê ez ti car ji
derûnîyê neçûm. Ji ber ku tîmsah ti car paş ve gav navêje, ti car.
Lacoste li podyomek de neza. Di odeya nexweşxaneyek de bû. Pala xwe neda hezan, tenê da
bawerîyê.
Nemayîna cîhê we çend cara tê gotin bra bê gotin. Hûn ji xwe re sadiq bimînin, hûnê jî rojek
şopek bihêlin.
Renê Lacoste

















