“Kaspar” Bi Kurdî Xweş e

Berhema nivîskar Peter Handke ya bi navê "Kaspar" ji aliyê Asiya Xerzanê ve ji Almanî bo Kurdî hat wergerandin. Ev drama ku wekî yek ji berhemên girîng ên şanoya cîhanê tê dîtin, êdî li ber destê xwênerên Kurd e. Berhema "Kaspar" wekî rexneyeke tûj li ser civakê tê dîtin ku hewl dide bi rêya ziman takekesan bike perçeyek ji pergalê û nasnameya wan ji nû ve ava bike. Nivîskarê Kasparê Peter Handke sala 2019an xelata Nobelê wergirtiye. Ev drama di qada wêjeya pêşverû de xwedî cihekî taybet e û bandoreke mezin li ser gelek nivîskaran kiriye. Weşanxaneya Nayê berhem çap kiriye. “Werger hêjayî Xelata Nobelê” Nivîskarê Kurd Zerdeş Haco jî li ser berhemê pêşgotinek nivîsandiye. Zerdeş Haco di pêşgotina berhemê de diyar kiriye ku Asiya Xerzanê xebateke payebilind kiriye û ev werger wêjeya Kurdî dewlemendtir dike. Li gorî gotina Haco bo wergerandina berhemeke wisa kûr, ne tenê zimanekî berfireh lê têgihiştineke felsefî ya kûr jî pêwîst e. Zerdeş Haco di berdewamiyê jî de wiha got: Ev wergera Birêz Asiya Xerzanê hêja bû, Xelata Nobel wergire, heke ev xelat ji bo beşê wergervaniya wejeyê jî heba… Ev berhem wê ne tenê bandorê li wêjeya me ya Kurdî bike lê ew dê, ji ber ramanên tê de hatine hûnandin, bandorê li hişmendiya civaka me bi giştî bike.

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Ji Nû ve Derwêş û Edûle

    Hunergeha Welat ji destana “Evîna Derwêş û Edûlê” re klîpek çêkir. Hunergeha Welata ku yek ji saziyên hunerî yên sereke yên Rojavayê ye berhemeke nû pêşkêşî hezkiriyên hunera Kurdî kir.…

    Zêdetir
    Ekspresa Diyarbekirê Bi Rê Ket

    Seyahethezan îsal jî derfet dît, bi Ekspresa Diyarbekirê ya Turîstîk va rêwîtî kir û li ber dîmenên bêhemta ra derbas bûn. Wezareta Gîhandin û Binesaziyê bi Rêwîtiya TCDDyê va Ekspresa…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext