Kendal, Însan û Ziman

“Kendalên Kevanên Min” pirtûka yekem ya Zerdo ÖZTÜRK e. Di sala 2010’an de ji nav Weşanên Pêrî çap bûye.
Pirtûk bi giştî 96 pûpel e û bi 19 kurteçîroka ve pêk hatî ye. Nivîskar di pêşgotinê de dibêje: “Ez bi nivîsê hisîyam, divê min binvîsîya.” Her wiha em têdigîhîjên ku nivîskar, wek gelek Kurdê li Tirkîye’yê, gelek dereng bi zimanê nivîskî ya zikmakî hisyaye. Bi pirtûka xwe ya yekem jî nivîskar, hevnasîya xwe ya bi zimanê zikmakîyê îlan kirîye.

Dîsa wekî ku nivîskar di pêşgotinê de beyan kirîye, bi ziman hisyaye, divê kevaneyan vekira. Jixwe pirtûk bi gişti bi kevaneyên ji jîyana nivîskar pêk tê. Kurteçîrokên wek “Berf Dibare Ser Bavek”, “Çavnirînîyek”, “Serhonazê Kal”, “ Ey Hemrazê”, “Di Sirên Hevokan de Mamostayek”, “Taxên Min”, “Apek” û “Zimanê Çavan” di nav van kevaneyan de ne.

Xêncî wan, kurteçîrokên pevxistî jî hene. “Di Hucrek de”, “Bibe Dengê Kemanek”, “Qehremanê Te Bûma” û “Li Hember Bayê” çend mînakên ji wan in.
Ger hûn ji nivîskar bipirsin, ka gelo çima nivîsî ye, hûnê bersîva wî jixwe ku di gelek kurteçîrok û dîsa di pêşgotinê de cîh hildanye de bibînin: “Nizanim. Lè min nenvîsîya, belkî ez biketama, di kûrahîyèn hevokan de winda bibûma.” Paşè bènavber em hevokek din li ser kapaxa piştê dibînin: “Lè èdî ne xem e, eger ketina min hebe jî di pêş de, hûnê bizanibin ka ez li kû me…”

Di “Kendalên Kevaneyên Min” de, herwekî hûn, kesên ji halê dinê zane e. Ji dinyayek kevn tèn, dirèjî waxtèn me dibin. Nivîskar, bêderek çèdike ji rihèn meriva, dixe nav rûpelan, diavêje ber bextê we. Ku jê bigre, wê bibe yadîgarek ji nexşeya erdnîgarîya beşerî ya gerdûna gilover re. Lè eger jè negre, her wekî qet neniqutîye ji pênivîsa nivîskar, peyvên ku biyanî ne, ji hin kesên ji nav me, yên sax re…

Her wiha nivîskar dibê; “ gumana min ziman e…”


Seregola İntabê

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Dîroka Navdarên Kurd

Baba Merdox, dîroka arif, alim, edîb, şair, nivîskar, mîrek, siyasetmedar û hwd. ên Kurd ên li her devera dinyayê bi awayekî birêkûpêk û bi çavkaniyên cûrbecûr pêşkêşî nezera xwendevanan kiriye.…

Zêdetir
Kuştina Çivîkan Guneh e

Pirtûka girîng û navdar a edebiyata cîhanê li Kurdî hat wergerandin. Romana “Kuştina Çivîkan” a Harper Leeyê ku ji dema xwe ya weşandinê vir ve yek ji şahkarên edebiyata cîhanê…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext