Kerametên Mûyan

Vê dawîyê dokumentên bi Kurdî gelek in. Li ser înternetê, yan jî berhemên matbaayî roj bi roj zêde dibin. Bêguman ev rewş ji bo hebûn û firehbûna zimanê Kurdi zehf biqîmet e. Ji ber ku ziman hingî bikarbê, ewqas jî xwe ve tê. 

Lê di derheqê zimanê Kurdî de sedema şahîyê ne tenê bikarbûna di heman demê de lêkolînên li ser jî zêde dibin. Wek mînak, di Malpera Çandname de ez rastî gotarek balkêş hatim. Gotar ya MamosteH e. Mamoste li ser oeyva “mûzik” sekinîye û dide zanîn yan jî em bêjin dew dike dibê peyv bi Kurdî ye. 

Ez peyva “mûzîk”ê wek Fransî dizanim. Dîsa jî, pişti ku min gotar xwend, li çavkanîya nihêrî, belê bi Fransî ye û orjînala wê “musique” e. 

Lê argûmanên nivîskar bala min kişandin. Kê nizane “mû” çîye, em tev jî zanin. Argûmanek bihêz e. Her çiqas min heman hêzê di peyva “zîq” nedît jî min xwest vê gotara balkêş pêşkesî balên we jî bikim. Gotar wek li jêrê ye. 

Peyva Mûzîkê Bi Kurdî ye

“Peyva mûzîqê ji zimanê Kurdî derketîye holê. Wek gelek peyvên zimanê Kurdî yê din, ev peyv jî di dîrokê de cara yekem gelê Kurd bikar anîye.

Mû, bi zimanê Kurdî, ji têlên dêla hespa ra tê gotin. Qurmê dêla hespan ji hezaran têlên mû tê holê. Ji yekî wan têlan ra dibêjin mû. Pirça ku tevahî laşê bizinan diparêze ra jî tê gotin. Mûyê dêla hespan û mûyê bizinan. Ev herdû ajel jî di serê dîrokê de û heta nika, li mezopotamyayê dijîyan û dijîn.

Demên kevnar da mirovan ev mûyên dêla hespan û mûyê bizinan jêdikirin û ji bo feq û amûrên din bikardianîn. Mûyê bizinan ji ber ku kin bû, ev ji bo amûrên nêçîrê bikardianîn. Pê feq çêdikirin. Mûyê dêla hespan ji ber ku hîn dirêj bû û qewîn bû, ji bo amûrên saz kirinê û stirandinê anîne bikaranîn.

Amûrên mûzîqê hemû ji bo ku dengên tîz û zîq derbixin ev ta yê dêlê hespan li ser va amûran dihatine şidandin. Dema ku ev tayê mû, tê şidandin û mirov bi tilêyên xwe an jî bi amûrekî lê didî dengê zîq derdixe.

Peyva zîq, di Kurdî da ji dengê tîz û tûj ra tê gotin. Ev deng yên refleksîvin. Wek tiştek dikeve erdê dengê pat, an tiştek dişikê dibêje cerq. Ev deng jî dema ku mirov li wê têla mû ya ku hatîye şidandin didin, dengê zîq derdixe. Ev herdû peyv dema ku hatine ba hevdû, peyva mûzîq derketîye holê.

Xeynî zimanê Kurdî di tu zimanên din de, ev wate tuneye. Li gor lêkolînên ku min li ser vê peyvê kirin, di her awayî de ev peyv ya Kurda ye. Wek ku me anî ziman, we dît ku çawa derketîye holê.

Tu tişta ku hişên mirov nepejirîne tê de nîne. Dibêjin îngilizî an jî latînîye ev peyv. Mixabin rast nabêjin. Hûn dikarin li ser van herdû zimanan jî lêkolîn bikin ku ev wate tê de nîne. Ji ber ku gotine Kurd tunene. Gelekî ku tune be ji xwe zimanê wî jî tuneye. Hewceye em li peyv û zimanên xwe xwedî derkevin. Bi hezaran peyvên me derbasî zimanên bîyanî bûne û dibêjin ev peyv yên me ne. Dema ku em li zimanê xwe dernekevin zimanê me yî dewlemend û dîrokî wê hêdî hêdî ji holê rabê û qels bibe. Em bibêjin em hene û zimanê me jî heye û Kurdî ye. Bê ziman jîyan nabe!”

MamosteH (Çandname)

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Dema Bextê Jan Valjean

Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

Zêdetir
Milyaketê Muzîka Kurdî

Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext