Pirtûka girîng û navdar a edebiyata cîhanê li Kurdî hat wergerandin.
Romana “Kuştina Çivîkan” a Harper Leeyê ku ji dema xwe ya weşandinê vir ve yek ji şahkarên edebiyata cîhanê tê qebûlkirin, bi wergera Ekrem Koçbaşi êdî bi Kurmancî ye.
Romana Kuştina Çivîkan 376 rûpel e û ji Pall Weşanê derketiye.
Nivîsa li ser berga Kuştina Çivîkan:
“Yek ji romanên dinyayê yên herî navdar û pir hatî hezkirin, li zêdetirî çil zimanan hatî wergerandin û nusxeyên wê zêdetirî çil milyonî hatî firotin, xelatgira Pulitzerê ya 1961ê û xwedana fîlmeke xelatên Oscarî di 1962yan de.
Kuştina Çivîkan a ku ji dema xwe ya weşandinê vir ve yek ji şahkarên edebiyata cîhanê tê qebûlkirin, bi wergera Ekrem Koçbaşi êdî bi kurmancî ye.
Harper Lee di vê romana xwe ya ewil de ji çavê keçikeke biçûk Scout Finchê berê me dide nav rih û tebîeta mirovan, newekhevî û mesûmiyetê, kîn û hezê, azadî û nijadperestiyê, êş û kenê.
Çîroka ku li dor darizandina çermreşekî geşe distîne, bi zimanekî sade û zarokane me vedixwîne nav hesabpirsiyeke li gel edalet, rastgoyî û mirovahiyê.”
Beşeke biçûk a ji romanê:
“Ya bi dilê min ew e ku tu herî nîşana tenekeyan bigirî li hewşa piştê, lê ez dizanim tê herî nîşana çivîkan bigirî. Here li hemû qelebaskan bixe, ku bikarî; lê bila ji bîra te neçe ku kuştina çivîkan guneh e.”
Harper Lee kî ye?
Harper Lee sala 1926an li eyaleta Alabamayê ya Amerîkayê ji dayîk bûye û li Zanîngeha Alabamayê beşa hiqûqê xwendiye lê dema ku 6 meh ji derçûna wê re mabûn dev ji zanîngehê berdaye.
Ew piştre çûye New Yorkê, li wir di şirketên bi navê Eastern Air Lines û British Overseas Airwaysê de wekî nivîsera qeydan xebitiye.
Li New Yorkê dest bi nivîsandina çend nivîsar û kurteçîrokan kiriye lê yek jî nehatiye weşandin.
Dûv re ji wan kurteçîrokan yekê vediguherîne romanekê û seba nivîsandina wê dev ji kar berdide.
Heta ku romana wê diqede, hevalên wê seba debara wê alîkariyê didinê.
Roman sala 1960an bi dawî dibe û bi navê To Kill a Mockingbirdê (Kuştina Çivîkan) tê çapkirinê.
Harper Lee di demeke kurt de bi vê romanê navdar dibe û salekê piştî çapkirina romanê sala 1961ê Xelata Wêjeyê ya Pulitzerê werdigire.
Piştî vê romanê heta sala 2015an ne ti berheman dinivîse ne jî beşdarî bernameyan dibe derbarê Kuştina Çivîkan de.
Ew sala 2015an romana wê ya didoyan a bi navê Go Set a Watchmanê çap dibe û piştî salekê jî ji vê dinyayê bar dike.
Rudawa.net

















