Mannelîg a Camêr

Sibehek zû de, berîya tavê
Berîya ku çivîk dest bi gotina strana bikin
Trola çîyayî dewa zedwacê li çekdarê qeşeng kir
Zimanek xwe yê sexte û xapînok hebû
Mannelîg a camêr, Mannelîg a camêr,
Tu yê bi min re bizewicî?
Berdêlê yên ku ezê bi comerdî pêşkeşî te bikim
Tenê bêje erê yan jî na
Erê yan na?
Ezê danzde hespê rind bidim te
Yên ku çolên bisîh de diçêrin
Ne zîn li pişta wan ketîye
Ne jî gem li devê wan
Mannelîg a camêr, Mannelîg a camêr,
Tu yê bi min re bizewicî?
Berdêlê yên ku ezê bi comerdî pêşkeşî te bikim
Tenê bêje erê yan jî na
Erê yan na?
Ezê danzde aş bidim te
Di navbera Tîllo û Terno de
Kevirê wan bi birincê herî gevez ve çêbûne
Û çerxê wan bi zîv tijî bûne
Mannelîg a camêr, Mannelîg a camêr,
Tu yê bi min re bizewicî?
Berdêlê yên ku ezê bi comerdî pêşkeşî te bikim
Tenê bêje erê yan jî na
Erê yan na?
Ezê şûrek bi avzêr bidim te

Ku bi panzde gustîlên zêr ve diçingîne

Di şer de gorî dilê xwe şer bike bi wê
Tu yê fetih bikî qada şer
Mannelîg a camêr, Mannelîg a camêr,
Tu yê bi min re bizewicî?
Berdêlê yên ku ezê bi comerdî pêşkeşî te bikim
Tenê bêje erê yan jî na
Erê yan na?
Ezê mîntanek top teze bidim te
Yekî qerqaştirê ku te li xwe kiribe
Ku bi ta û derzî ve nehatîye dirûtin
Bi tayê en sipî ve hatîye hûnandin
Mannelîg a camêr, Mannelîg a camêr,
Tu yê bi min re bizewicî?
Berdêlê yên ku ezê bi comerdî pêşkeşî te bikim
Tenê bêje erê yan jî na
Erê yan na?
Minê dîyarîyên wiha bi dilşahî qebûl bikira
Ger ku tu jinek Xaçparêz bûyayî
Lê ez dizanim tu trola çîyayî yê herî nebaş î
Toximê Necken ê şeytan î
Mannelîg a camêr, Mannelîg a camêr,
Tu yê bi min re bizewicî?
Berdêlê yên ku ezê bi comerdî pêşkeşî te bikim
Tenê bêje erê yan jî na
Erê yan na?
Trola çîyayî revî çû
Feryat kir û bi dengê bilind qêrîya
Eger ez bibûma xweyîyê vî mêrkî civan

Ezê ji ezabên xwe rizgar bibûma
Mannelîg a camêr, Mannelîg a camêr,
Tu yê bi min re bizewicî?

Berdêlê yên ku ezê bi comerdî pêşkeşî te bikim
Tenê bêje erê yan jî na
Erê yan na?

Gelêrî (Swêd)

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Dest

Desta bipesin… Desta bipesin, Ewe ziyaretin, jîyîn, nifûsin. Tim zarê ji dê ew dikin xilaz, Ew dikin temiz dergûşa bi naz. Dest in, wek pencê tava pirşemal, Ber û bedena…

Zêdetir
Evîna Te Ez Bernedam

Evîna te ez bernedam, Tî mam, birçî mam Şev xayîn, şev tarî bû Can xerîb, can kerr Can parçe parçe… Û destên min kelepçê de Bêtitûn, bêxew mam Evîna te…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext