Mîrê Kurmancîyê

Ziman, gazîya ewil ya jîyanê ye. Peyva yekemîn ya hezîyê, tema şîrê dayîkê ye. Celadet Elî
Bedirxan di hejmera yekem ya Hawarê de gotîye, “ziman, şertê heyînîyê ya pêşîn e.”
Kovara Hawar, 88 sal berê, di sala 1932an de, di 15ê Gulanê de yekemcar bi Kurdîya bi tîpên
Latînî dest bi weşanê kerîye. Ji sala 2006an vir de jî her sal 15 Gulan wek cejna zimanê Kurda
tê qebûlkirin.
Celadet Elî Bedirxan, di 25ê Avrêla sala 1893an de ji dayîk dibe. Bavê wî  Emîn Elî, dîya wî
Senîha Xanim e. Dema Celadet ji dayik dibe, malbata wî li Stenbolê sirgûn e. Dayika wî
Senîha Xanim, Çerkez e.
Celadet tevî xûşk û birayên xwe yên din li ber destê wan mezin dibin. Di 18 saliya xwe da
Celadet li Stenbolê dest bi dibistana Harbiyeyê dike. Di salên Şerê Cihanî ya Yekem de ew
wekî mamosteyê gihanidina zabitan dixebite û li enîya Qefqas, dijî Rûsan şer dike.
Piştî demajoya şer, Celadet tevî birayên xwe Kamûran, Safter Tewfîq û birazayê xwe Heqî ve
di sala 1923an de diçe Almanyayê û li wir dest bi xwendina zaningehê dike. Fakulteya hiqûqê
temam dike. Piştî zanîngehê diçe Qahîre ya Misrê. Bavê wî Emin Elî li ser doşega mirinê
bûye. Piştî mirina bavê xwe diçe Beyrûtê û li wir bicîh dibe.  
Celadet, di 5ê Îlona sala 1927a, li bajarê Bêhemdûnê ya Lubnanê kongreya damezrandina
Xoybûnê pêktîne. Piştî demajoya serhildnan û têkçûyîna Agirîyê, di rojên xwe yên mayî de li
 Şamê dest bi karê zimanzanî û afirandina elfabeyek Kurdî dike.
Celadet xêncî Kurdî bi zimanên Tirki, Erebî, Farisî, Frensî, Rûsî, Yûnanî, Almanî û Ingîlîzî
dizane. Herwiha encama muqayeseya gelek ziman û elfabeyan dibîne û bawer dike ku wê
bikaribe Kurdî bigîhîne elfabeya Latînî. Ji xwe ew ji sala 1919a ve xwedî vê baweriyê bûye û
li Almanyayê li ser etîmolojiyê jî xebitîye. Herwiha xebatên Celadet dibe bingeha
wêjeya Kurmancîya nûjen. Jixwe kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî ve dertên.
Di sala 1931ê ji dewleta Fransî destûr digre ku li Sûriyê kovarekê derxe. Piştî amadekariyan,
di 15ê Gulana 1932an de hejmara yekem ya Hawarê digihîne xwendevanan. Dibê, “Hawar
zarokek nûza ye.” Di heman salê de pirtûka xwe ya rêzîmanê ya bi navê Rêzimana Elfabe ya
Kurdî çap dike.
Celadet Bedirxan li Şamê di rewşeka nebaş da jîyaye. Ew li kolana Salihiye de di odeyekê de
maye. Ev ode him navenda Hawarê, him mêvanxane û him jî cihê razanê bûye.
Di sala 1935ê biryara zewacê digre û li Şamê bi dotmama xwe Rewşen Xanimê re dizewice.
Rewşen xanimê wê demê mamoste bûye.
Di zewaca wan da bi navên Cemşîd û Sînemxan du zarokên wan çêdibe. Xêncî wan, kurekê
din bi navê Safter jî dibe lê di yeksaliya xwe da dimire.
Hawar heta sala 1943a diweşe. Pişî Hawar’ê Mîr Celadet giranî dide ser Ronahiyê. Ronahî bi
destê Kamuranê birayê wî li Lubnanê bi Kurdî û Fransî derdikeve. Serpêhatiya kovara Ronahî
jî heta sala 1945a didome.
Mîr Celadet di jiyana xwe ya rewşenbîrî de xêncî xebatên kovar derxistinê gelek pirtûk jî
nivîsîye. Her wiha, xêncî kovarên ku wî derdixistin, di gelek kovarên Kurdî û yên zimanên

din da jî nivîsiye.Yek ji wan jî Roja Nû ye. Roja Nû di sala 1943an de, bi destê Kamuran Elî
Bedirxan ve li Beyrûtê çap bûye.  
Ji ber tengasiyên aborîyê, Mîr Celadet li sala 1950ê li gundê Hecanê, ku nêzî Şamê ye, dest bi
karê çandinîyê dike. Ji bo debara malbata xwe, ew mecbûr dimîine karekî wiha bike. Li
Gundê Hecanê ji bo avdana zevîya pembûyê bîrek mezin dikole. Di nameyên ku ji malbata
xwe re dinivisîne, navê wê bîrê datîye “Bîra Qederê.”
Mîr Celadet li 15’ê Tîrmeha sala 1951ê li gundê Hêcanê nêzîkî Şamê dinya xwe diguhirîne.
Termê wî li kêleka bapîrê wî Mîr Bedirxan, li Goristana Mewlana Xalidê Nexşebendî ku li
taxa Kurdan ya li Şamê ye hatîye veşartin.
Wek me li serê nivîsê de jî got, ziman, gazîya ewil ya jîyanê, peyva yekemîn ya hezîyê, tema
şîrê dayîkê ye. Celadet Elî Bedirxan bi xebatên xwe ve xîmê zimanê me yê nivîskî avitîye û
nûjen kirîye. Herwiha firsend daye ku em, “şertê heyînîyê ya pêşîn e” bicîhbînin.

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Dema Bextê Jan Valjean

Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

Zêdetir
Milyaketê Muzîka Kurdî

Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext