Nivîs Mîna Vejînê

Nîetzsche dibê “jîyan, jan kêşanî ye, lê di jîyanê de mayîn, di vê janê de ditînayîya wateyan
e.” Jixwe jîyan, diyarîyek bilindtir ya zindîya ne.
Bêguman di nav zindîyên ku heta niha hatine zanîn de yên herî biaqil, yên xwedî bîr û bawerî,
yên xweyî hêvî û rêwîyên pêşerojê, hosteyên wateyên fizîkî û metafîzîkî, çêkerên çîrokan,
qewlên ezmanî û xwezayî, mîmarên şaristanîyan, însan e. Însan him bi xûy him jî bi exlaqê
xwe ve xwedîyê hunera bilind û serketî ye.   
Însan, gava ku di xwezayê de çevê xwe vekirîye, tenê û tezî, birçî û jar bûye. Di serdêmên
ewil de zor karibîye xwe biparêze û bisitire. Lê xwedîyê aqil û fedaset bûye û serketîye. Berê
zikê xwe têr kirîye û sazîya wê avakirîye. Ji bo nêçîrvanîyê refleksên xwe fire kirîye û çek û
rextên hoveber, kevnare çêkirîye. Paşê cîhê sitarê dîtîye  û di şikeftan de agir vêxistîye.
Însan  piştî ku ewlekarîya xwe bidestxistîye, li pey wateyan ketîye. Ol, felsefe, mîtolojî, exlaq,
hiqûq û sîyaset  her wiha zayîne. Yezdan, milyaket, mît û qehreman afirîne. Û helbet huner
jî….
Heykel, wêne, muzîk û nivîs huner û serketîyên sereke yên merivahîyê ye. Jixwe nivîs bi tena
serê xwe bûye mêjî û arşîva dîroka însanetîyê. Ji şikefta Altamîra bigre heta qeydên Sumera,
deftera şaristanîyan bi saya nivîsê, hatîye gihîştîye roja me.
Nivîs, me li seranserê dîrokê û dunyayê digerîne, me li kûrahîya dîrokê dixe, li serdema me
derdixe. Homeros ku nivîskarê destanên Îlyada û Odysseîa ye, me digre dibe Serdemên Antîk,
Subhuti ku şagirtê Bûda bûye,  bi ”Sûtra” yan ve weez û doktirîna Bûda digîne me. Murasaki
Shikibu, bi romana xwe yê bi navê “Şûşanîk” ve ku romana yekem ya dunyayê tê qebûl kirin,
me dibe qesr û bircên Japonyayê.
Dostoyevski, Tolstoy, Hûgo, Balzac, Shahespeare, Orwell, Hemigway, Steinbeck, Dickens û
Gorkî dûmahîkên ku yekcar tên bîra min yên klasîkên dunyayê ne. Me bi serpêhatîyên
dunyayê, bi eşq û janan, ketin û rabûnan, bi mêr û jinan, qîz û xortan dihisînin. Em bi saya
wan bi dunyayê, bi serpêhatîyên dîrokî, bi civak û cumaetên paşerojan dihisin.
Dîsa hemdemîyên me yên wek Yaşar Kemal, Orhan Pamûk, Sebahattîn Alî yên ku di wêjeya
Tirkîtîyê de şop hîştine, me li nav gelên Enedolê digerînin, geh li Çûkûrovayê, li ser pişta
hespa dikin, geh li Qersê di bin berfê de dihêlin, geh li nav baxçeyên zeytûn yên Ege”yê de
digerînin.
Bi beranberî van, di wêjeya Kurdî de jî kevirên giran hene ku ziman, çand û rihê netewî ya gel
vejandine.
Di Wêjeya Kurdî de Mehmed Uzun
Wêjeya Kurdî ya nivîskî bi dîwanên helbest û qasîdeyan ve tijî ye. Elî Herîrî, Melayê Cizîrî,
Feqîyê Teyran, Melayê Batê, Ahmedê Xanî, Şerefxanê Hekarî û Cîgerxwîn serekeyên pêşketî
yên wêjeya Kurdî ne.

Dîsa gelek nivîskarên birûmet ji nav  Kurdên Qafkasê jî derketine. Yên wek Casîmê Celîl,
Xelîlê Çaçan, Erebê Şemo, Celîlê Celîl, Hecîyê Cindî û Keremê Anqosî û hê gelekên din ku
dikare were rêzkirin hene.
Mehmed Uzun jî ji baskên van pênûsên bihêz e. Di nivîs û romanên xwe de Kurdîyek zelal,
sivik û herak bikaranîye. Dikare bê gotin ku zimanek modern di pirtûkên xwe de pêşberî
xwendevanên xwe kirîye. Kurdîya wî ne di bin tesîra Erebî û Farîsî de ne jî dî bin tesîrsa
Tirkîtî de ne. Ew bi zimanek ku xwerû bi Kurdîye çîrok û serpêhatîyên Kurda li ser kaxizên
spî bi hostatî reşandîye.
Wek li jêrê jî me pêşkeş kirîye, gelek berhemên xwe hene. Bi giştî û bi granî bi romanên xwe
ve tê nasîn. Lê çend berhemên wî yên lêkolînî û serpahatînî jî hene.
Gava behsa romanên Mehmed Uzun dibe, divê çar berhemên sereke jibîr were. “Sîya Evînê,
Bîra Qederê, Ronî Mîna Evînê – Mirin Mîna Tarîyê û Hawara Dîcleyê” li ser dîroka nêzîk û
serpêhatîyên civak û cumaeta Kurdên Tirkîyayê disekinin.
Jixwe her sê yên ewil dikare wekî rêzeroman jî were qebûlkirin. Ji ber ku bûyer û rûdanên ku
li pey hev qewimîne nivîsîye.
“Sîya Evînê”, bi şexsîyeta Memdûh Selîm Beg ku ronakbîrek Kurd e û ji  dema dawîya
Osmanî, destpêka Komarê ve behsa nefîyên ronakbîra û têkçûyîna serhildana Agirîyê
dike.”Bîra Qederê” behsa jîyana Celadet Elî Bedirxan û Kurdên ku li Lûbnan û Sûrîyeyê
sirgûn mane dike. Jixwe “Ronî Mîna Evînê – Mirin Mîna Tarîyê” jî wek tê zanîn li ser
rûdanên van axirîyan disene. Roman bi dawîya trajedîk ya Baz û Kevok ve diqede.
Herkes qebûl dike ku di roman û berhemên Mehmed Uzun de ziman û wêjeyek bihêz heye. Di
wê zimanê bihêz de evîn jî heye şer û tekoşîn jî, pêkanîn jî heye têkçûyîn jî, xwezî û xeyalên
ronakbîran jî heye, dîrok û serpêhatîya Kurda jî…
Di roman û berhemên Mehmed Uzun de trajedî û drama gelekî, bi ketin û rabûnan, bi şer û
dewan, bi hêsîrê çevan, bi sirgûna mêran û lorîna jinan, çi hebe di neqşa dîroka Kurda de, cîh
girtîye.
Jîyana Wî
Di sala 1953an de li Sîwerekê hatîye dunyayê. Di dibistanên sereke de rastî Tirkîtîyê tê. Piştî
zaroktîyê di xortanîya xwe de polîtîze dibe. Di derbeya leşkerî ya 1972an de tê girtin û dikeve
Hepsa Leşkerî ya Dîyarbekrê. Li wê derê bi alîkarîya Mûsa Anter û Ferît Uzun ve hînê nivîsa
Kurdî dibe. Piştî salekî ji hepsa Dîyarbekirê hildidin dibin dixine Hepsa Leşkerî ya Mamakê.
Gava li wir girtî bûye, di sala 1974an de bi qanûna efûyê ji hepsê dertê û digihîje azadîya
xwe.
Piştî demajoya xwe ya hepsê di sala 1974an de dest bi Dibistana Teknîka Bilind ya Enqerê
dike. Gava li wir dixwîne, di 21 Adara sala 1976an de,  bi hin hevalên xwe ve Weşanxaneya
Komal saz dike û dibe rêveberê kovara Rizgarî ku bi Kurdî û bi Tirkî diweşîya.
Li ser wan xebatan ve tê girtên û di mehkemê de bi zimanê xwe ya zikmakî ve xwe diparêze.
Piştî ku tê girtên di Îlona 1976an de tahlîye dibe û bi pasportek sexte ve ji Tirkîyeyê dertê.

Berê diçe Tûnûsê, paşê Sûrîyeyê û ji wir jî diçe Swêdê. Piştî Derbeya Leşkerî ya 12 Îlonê, di
sala 1981an de ji welatîyê Tirkîyeyê tê derxistin. Heta sala 2006an de li Swêdê dimîne.
Mirina Wî
Di salan 2006an de bi nexweşîya penceşêr dikeve. Di sala 2007an de tê Dîyarbekrê lê di
heman salê de, ji ber nexweşîyê jîyana xwe ji dest dide. Mexberê wî li Goristana Mardînkapî
de ne.
Berhemên Wî


 Mirina Kalekî Rind, Roman (1987)
 Siya Evînê, Roman, (1989)
 Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê, Roman (1991)
 Destpêka Edebiyata Kurdî, Lêkolîn (1992)
 Hêz û Bedewiya Pênûsê, Serpêhatî (1993)
 Mirina Egîdekî, Destan-Şîn (1993)
 Antolojiya Edebiyata Kurdî, Antoloji, du cîlt (1995)
 Bîra Qederê, Roman, (1995)
 Nar Çiçekleri, Serpphatî (1996)
 Ziman û Roman, Hevpeyvîn (1997)
 Dengbêjlerim, Deneme (1998)
 Ronî Mîna Evîne – Tarî Mîna Mirinê, Roman (1998)
 Zincirlenmiş Zamanlar Zincirlenmiş Sözcükler, Deneme (2002)
 Hawara Dîcleyê, Roman (2002)
 Dicle’nin Sürgünleri, Roman (2003)
 Xelatên Wî
 Yekitîya Weşangerên Tirkîyeyê – Xelata Reman û Îfadeya Azad- 2001
 Înstîtûya Kurd ya Berlînê – Xelata Wêjeyê – 2001
 Xelata Pênûsa Azad ya Torgny Segerstedt – 2001
 Xelata Stîna-Erîk Lundeberg – 2002 (Akademîya Swêd)
 Xelata Rûmetê ya Rêveberîya Herema Kurdistanê – 2005
 Xelata Rûmetê ya Şarederîya Dîyarbekirê – 2005

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Dema Bextê Jan Valjean

Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

Zêdetir
Milyaketê Muzîka Kurdî

Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext