Wek tê zanîn Wien paytaxta mûzîka klasîk e. Bayê mûzíka klasîk li vê derê rihê meriv
sivik dike. Guhdarên xwe hildide li ser ewran tele tel digerîne, di nav dewlemedîya
hisîyan de ditevizîne. Dilê însan geş, serê meriva gêj dike, kêfa mezin û cahila, jin û
mêra, xort û xamayan şên û şa dike. Bi taybetî Mozart yek ji wan e û hêjayê pesna
ye. Lê Haydn, Schubert, Mahler jî bestekarê herî bi serketî ya vê bajarî ne. Û
bêguman Freud, ku behsa Wîen dibe navek serketî ye ku tê hişa ne.
Em di zivistanek sar de ji sûkên vê bajara bedew dertên, berê xwe didin bajaroka
Eichgraben ku Enstîtuya Kurdzaniyê û Pirtûkxaneya Casimê Celîl li wir in. Em hengî
ji Wien dertên, ji nav gund û bajarokan derbas dibin, rastî berfê tên ku barîye û erd
girtîye.
Em li ber derê baxçe disenin û li zîlê dixin. Bistek şûnda Celîlê Celîl xûya dibe, derî
vedike û bi xwûşka xwe Zîna Celîl ve me bi rûyek ken û bigermahî pêşwaz dike.
Mamoste Celîl, piştî ku Zîna bi me dide nasîn, paşê dizvire ser dikene, dibê; “ ev jî
Êzdîne ha, lê qulibîne…”
Prof. Dr. Celîlê Celîl, serokê Pirtûkxaneya Casimê Celîl e. Casimê Celîl bav e. Di sala
1908an de hatîye dunyayê. Ronakbîrek baş, nivîskar û helbestvan e. Gelek xebatên
xwe yên biqîmet hene. “Elegez” û “Roja Min” pirtûkên xwe yên sereke ne ku behsa
jîyana Kurdên Ermenîstanê û rola wan yên di şoreşa Ûris de dike. Casimê Celîl, di
destpêka zivistana sala 1998an çûye ber emrê Xwedê.
Celîlê Celîl ku behsa bavê xwe dike, her bi pirtûka bibîr tîne, dibê; “bavê min her carî
ji pirtûkên nû çapbûyî pênc heb distand, dianî, lê îro Kurd kirîna pirtûka wek bar ji xwe
re dihesibînin, ew perê ku didin pirtûka wek pûç bûye dihesibînin” her wiha heyfa xwe
tîne.
Mamoste Celîl, ku bi destûra wî me jê re got Apê Celîl, di sala 1936an de li Erîvanê ji
dayîk bûye. Dîrokzan, nivîskar û Kurdolog e. Di Zanîngeha Erîvanê û dîsa di
Zanîngeha Oryantel ya Lenîn xwendî ye. Pisporê serhildanên Kurda yên sedsala 19.
ne. Di sala 1963an de dixtorîya xwe hilda ye. Di navbera salên 1963 û 1993 de di
Akademîya Zanîstî ya Ermenîstanê de xebitî ye. Di sala 1992an de ji Erîvanê
derketîye, hatîye li Wienê cîhwar bûye. Di sala 2008an de li Eichgrabenê milk
sitandîye û li ser, avahîya îro ku bûye pirtûkxane ava kirîye. Avakirina pirtûkxanê du
sal kişandîye û Apê Celîl di her qada avakirinê de hazir bûye. Jixwe projeya avahîyê
jî ya wî bixwe ye. Di pirtûkxanê de bîst hezar kitêb û arşîva 235 kovar hene. Dibê “ev
pirtûkxane, welat e.”
Apê Celîl niha li ser zargotina Kurda dixebite. Bi birayê xwe yê fîlolog Ordixanê Celîl
ve dest bi vî xebatê kirine. Piştî ku Ordixanê Celîl di sala 2007an de diçe ser
dilovanîya xwe, Apê Celîl xebata zargotina Kurda bi tenê didomîne. Bi heman navî
heta niha 13 cîlt wek çîrok, çîvanok, dilok, sêxiştî û heyranok çap bûne.
Apê Celîl me li pirtûkxanê digerîne. Pirtûkan nîşanê me dide, ji me re behsa
nivîskaran dike, me di nav kovar û arşîvan digerîne. Di salona mezin ya pirtûkxanê
de refên bilind û dirêj hene. Dîrok û edebîyata Kurda, meselok û çîrok, bûyar û
serpêhatî di wan refan de li ser hev civîyane. Kilamên dengbêjan ku Cemile Celîl
berhev kiriye, bi noteyên xwe ve dîsa di refan de cîh girtine. Tev jî ji bo pêşeroja gel û
ji lêkolîner û wêjehezin Kurdan re ye. Wekî ku bi xwe jî dibêje “tev milkê Kurda ye” ku
li wir tên parastin.
Paşê me dibe oda xwe ya xebatê. Di dîwar de wêneyên şexsîyetên qedirbilind ku di
warê hunerî, edebî û civakî de hizmetên giranbiha kirine, hene. Sûretên kesên wek
Ebdulrizaq û Celadet Bedirxan, Ahmedê Xanî, Cigerxwîn, Şerefxan Bitlîsî, Husên
Hûznî Mûkrîyanî, İsmaîl Beşîkçî, Şivan, Mele Mistefa, Yilmaz Güney û gelekên din li
dîwar li me dinhêrin. Xêncî wan Casimê Celîl, Ordîxanê Celîl û dîya wî yê rihmetî
Xanim jî bi fotografên bedew dîwarê odeya xebatê dixemilînin.
Paşê em berjêrî qata jêr dibin. Li jêr salonek mezin heye. Ew jî dîsa bi arşîv, pirtûk,
kovar û bi rojnameyan ve tijî ye. Ev salon wek salonek qonferansê ye. Em lê digerin.
Li wir cîhê pêncî kesî heye ku bikaribin rûniştî lê bicivin. Li hember salonê quncikek
xweş heye. Em diçin lê rûdinên. Zîna Celîl, mala wê ava be, ji me re çay û hin
îkramên pê re amade kirîye. Em, çawa ku piçûkên mala li dora mezinên xwe kom
dibin, wisa li cem Apê Celîl cîh hildidin, çaya xwe vedixwin, bi baldarî guhê xwe didin
Apê xwe.
Apê Celîl ji me re behsa malbata xwe dike, salixan dide. Çawa ku dibêje, malbata
wan ji İntabê koç kirine çûne gundê Tendûrekê ku girêdayî Bazîdê ye. Malbat ji ber
hin sedeman ji wir jî koç dike diçe Qersê. Gava malbat li wir e şerê Osmanî û Ûrisan
dertê. Di demajoya şer de malbat di salên 1877, 78an de ji wir jî bar dike diçe
Erîvanê.
Her wiha em têdigîhîjin ku malbata Celîlîyan jî ji Sîpkîyên Êzdî ne û ji ber zext û zorê
li ser wan, wek malbatên din yên Êzdîyan mecbûr mane terka welat kirine.
Sohbeta me yê germ gelek didome. Em gelek agahîyên birûmet jê hildidin. Em jê têr
nabin, destê me jê nabe. Lê idî dereng e, dema xatirxwazê ye. Gava em xatirê xwe jê
dixwazin mîna ku em mezinek ji malbatê pey xwe bihêlin dilgerm dibin.
Pirtûkxaneya Casimê Celîl wek dibistanek e. Wekî ku Apê Celîl dibêje milk e, milkê
me her kesî ye, welat e. Sazîyek netewî, berhem û nîmetek bixêr e ji me re. Derîyê
wê ji her Kurdî re, ji herkesên ku hezkirîyê dîrok, wêje û çandê ye vekirî ye. Bi taybetî
ji lêkolîneran re xêra Xwedê ye.
Divê em tim herin, ji destê kê çi tê bi her awayî dewlementir bikin. Documentan bibin;
yên wejeyî, çandî û hunerî, zargotin û meselokan, çîrok û kilaman ku tev jî berhemên
me yên devkî ne, çi dikeve destê kê divê bibe li wir qeyd bike.
Ji ber ku li wir milkek çê bûye ji me re. Milk, meriv ku biparêze rizq e, ji pêşerojê re
miraz e. Celîlê Celîl jî nobedare, nobedarek nûjen ya miraz û mîrata entelîjansîya
Kurda ye.
Celîlê Celîl xwedîyê dora çil berhem û pirûken çapkirî ye. Di nav wan de bîst pirtûka
bi Kurdî nivîsî ye. Pirtûkên wî wek Tirkî, Ûriskî, Erebî, Ermenkî û Soranî hatine
wergerandin.
Berhemên xwe yên sereke wek li jêrê ne:
Serhildana Kurda di Sala 1880 – Weşanên Nauka Moscow 1966
Zargotina Kurda, Digel Ordîxanê Celîl – I, II, Weşana Nauka, Moscow, 1978
Jiyana Rewşenbirî û Siyasi ya Kurdan – Weşana Jîna Nû, 1985
Çîrokên Kurdî – Weşana Nauka, Moscow, 1989.
Zargotina Kurdên Sûriyeyê, Digel Ahmet Omer û Ordîxanê Celîl – Weşana
Jîna Nû, Uppsala, Sweden, 1989
Dastanên Kurdî, Digel Ordîxanê Celîl – Weşana Zêl, Stenbol, 1994
Autobîografiya Ebdurrizaq Bedirxan – Weşana Havîbûn, 1999
Dîwaro Te re Dibêjim Bûkê Tu Guhdar Be – Weşana Pêrî, Stenbol, 2000
Sîyapûş Seyfulmuluk – Weşana Avesta, Stenbol, 2000
Rûpelên Balkeş Ji Dîroka Gelê Kurd – Înstîtuya Kurdzanîyê, Wîen, 2002
Keşkûla Kurmancî (Sedsaliyên X – XX) Vienna, 2004.



















