Paytexta Sedsala Antîk: Acropolis

Yûnanîyên qedîm, gava ku wê di cîhek nû de bicîh bûna, ji bo ku

bikaribin xwe bi hêsanî biparêzin, bajar, pîrozgeh û mabedên xwe li

ser tepeyên bilind ava dikirin. Her wiha ji wan bajaran re digotên

“acropolis” ku wateya xwe „bajarê jorê“ ye.

Piştî ku ew bajar mezin û bihêz dibin, di nav wan de pîrozgeh çêkirin

dibe edet. Îro  ev kevneşehrê  bi navê Acropolîs tê nasîn, Acropolîsa

Atîna’yê ye. Li ser tepeyek ku bilindahîya wê 270 metre ye ava bûye.

Dirêjahîya serê tepeyê 310, bereya wê 140 metre ye û li ser erdek

rast e.

Ehlîyên yekem, dora bajêr bi sûra dorpêç kirine û di nav de qela

çêkirine.  Piştî wexta Acropolîsa Atîna’yê, ji hunera mîmarîya

Yûnanîyan re bûye mînaka sereke. Gava meriv ji wir, ji Acropolis li

Atîna’ya îro dinhêre, dikare him bînayên nû him jî yên kevn û antîk ku

ketine nav hev bibîne.

Li Acropolîs xirabeyên mabet, pîrozgeh û bînayên antîk yên sereke

Parthenon, Erekhtheion, Pîrozgeha Nike û derîyê Propyleia ye.

Parthenon

Serdema baştirîn ya Acropolîs bi sîyasetmedar Perîkles ve destpê

dike. Perîkles di sala BZ 447’an de, emrê çêkirina mabedek dide. Ji

bo vî karî Pheidias wezifedar dike ku hostayek heykeltiraş bû ye. Di

heman salî de Pheidias, bi İktinus, Mneksikles û Kallikrates ve, ku

her yek wan cîgirê mîmaran bûne, dest bi kar dike. Ev her çar hosta,

xwestine eserek wisa çêkin ku bi sedsalan bibe mînak ji dûajoyên

wan re.

Parthenon, BZ 438’an avabûye û vebûye. Bi rastî jî bûye mabedek

wisa ku bi sedsalan wek mînak maye û îlham daye her hostayan.

Parhenon, bi dirêjaya xwe ve 75, bereya xwe 33 û bilindaya xwe ve

21.5 metre ye.

Erekhtheion

Di navbera salên BZ 420-393’an de ava bûye û navê Qralê Atîna

Erekhtheion hildaye. Edekhtheion, odeyek pîrozgehê ji xwe re xistîye

ibadetxane.

Di nav pîrozgeh de ji bo qehreman û yezdanên din jî cîhên bi taybet

hebûne. Erekhtheion, mînaka herî baş û serketî ya awaya Îyonî ye.

Awaya Îyonî navê xwe ji kolonîyên Îyonya’yê hildide ku medenîyetek

Yûnanîyan e. Îyonya, BZ di sedsala 4’an de li başûrê Enedolê bûye.

Taybetîya awaya Îyonî,  li ser sitûnên kevir, çêkirin û kolana dekoratîf

û motîfa ne. Ew dekorên ku li sitûnan tên kolan, dişibên şeklê qoçên

berana.

Pîrozgeha Nike

Pîrozgeha en piçûk ya Acropolîs e. BZ 426’an de ava bûye. Bi

hêykelên qabartma ve tê nasîn. Di waxtên berê de, di odeyek wê de

hêykela Athena hebûye ku yezdanê zeka û hunerê ye.

Propyleia

Derîyek mezin û şahane ya Acropolîs e. Li rojavayê bajêr e. Di

navbera salên BZ 437-432’an de ji ali mîmar Mnesikles ve çêbûye.

Tê gotin ku 2200 sal piştî çêkirina xwe, ji derîyê Brandenburg a li

Berlînê re, bûye mînak.

Li ser derê Brandenburg, heykelek erebeyek şer heye. Çar hesp bi

erebê ve girêdayîne. Li ser erebê jî yezdana şer Quadriga heye. Di

destê Quadrînga de çelengek bi belgên zeytûnê ve çêbûye, ku

nîşana aşîtîyê ye, heye.

Derîyê Brandenburg

Derîyê Brandenburg, di sala 1791’an de çêbûye. Nazî, ji xwe re wek

sembol bikaranîne. Waxtê dûwarê Berlînê çêbûye, derî jî hatîye

girtin. Piştî ku duwar hilşîyaye, derî jî vebûye.

Wek tê dîtin, mîmarè vê derîyê bi îhtîşam, di huner û hostatîya xwe

de di bin bandora Propylela maye.

Din binpêşa Acropolîs de du tîyatro hene: Dionysos û Odeion.

Odeion, Herodes Atticus daye çêkirinê. Jixwe li ber derî de heykela

wî çikandine.

Tîyatroya Dionysos

Navê Dionysos lêkirine ku yezdanê şerabê ye. BZ di sedsala 7’an de,

hersal wexta bêdera şeraban de li ser navê Dionysos festîval û

seremonî çêbûne, ayîn saz bûne, qurban pêşkeş kirine.

Piştî wexta, ev çalakî ji van ayîn û seremonîyên olî dûr ketine, bûne

lîstikên ku bi pîvanên estetîk nirxîyane.

Di civaka Yûnanîyan de, sitranên Dithyrambos ku ji alî korokî ji bo

pîrozkirina yezdanê bereket, şerap û hêşînahîyê, di şênahîyên

Bacchanolia de dihate gotin, bû pêşenga tîyatroyê. Piştî salan xêncî

koroyê, gava ku hin aktorên din jî dertên sahneyê, binhega tîyatroyê

tê avîtin.

Tiyatroya Odeion

Ji alî Romayîk dewlemend Herodes Atticus ve di sala BZ 161’an de

tê çêkirin. Li başûrê Acopolîs e û têra hezar kesî ye. Îro hê tê

bikaranîn, gelek çalakîyên hunerî li wir saz dibin.

Her wiha di dervayê Acropolîs de jî gelek cîh û warên dîrokî hene.

Derîyê Hadrîan û Pîrozgeha Mûhteşem ya Zeûs du heb ji wan in.

Derîyê Hadrian:

Li ser navê Împaratorê Romayê Hadrian, di sala PZ 131’î de ava

bûye. Niha di nav qelebalix û trafiqa metropal de, wek halê xwe yê ku

ji zemanên qedîm tê, kê dizane wê hê çend esir wiha bimîne.

Seregola İntabe

 

Photo: https://www.britannica.com/place/acropolis-of-Athens

Photo: https://www.pmi.org/learning/library/new-acropolis-museum-building-details-6531

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Dema Bextê Jan Valjean

Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

Zêdetir
Milyaketê Muzîka Kurdî

Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext