Qelema Kilama: Ahmet Aras

Ahmet Aras nivîskarek me ye ku, bi zêdeyî li ser zargotina Kurda û edebîyata me yê devkî yê
bi saya dengbêja heta roja îro hatine, dixebite ye. Gelek li pey çîrok û kilama, serpêhatî û
jîyana dengbêja ketîye. Jixwe ku behsa dengbêja tê kirin, herema ku cumaeta Kurmanca jê re
gotine “gola dengbêja” tê hişê ehlîyan. Ew jî di sêlinga li navnera İntab (Dutax), Milazgir û
Qereyazî ye. Ahmet Aras li vê heremê gelek gerîyaye û gelek cara hatîye İntabê jî.
Lê meriv dikare bêje ku gera wî bi zêdeyî li pey şopa Evdalê Zeynikê ye. Ahmet Aras di
xebatên xwe de dide zanîn ku di piçûktîya xwe de, di odeyên malmezinan de gelek cara rastî
cumaeta dengbêj û çîrokbêja hatîye. Di wan cumaetan de, dengbêjan bi piranî behsa Evdalê
Zeynikê kirine, kilamên wî gotine. Piştî waxta ku çûye cîhên dûr û heremên din jî dîsa di
kilamên dengbêjan de, di cumaetên Kurmanca de rastî Evdal hatîye.  Evdalê Zeynikê her wiha
bala Ahmet Aras kişandî ye.
Di payîza 1966an de, rojek li Erzurumê rastî Evdila Beg tê. Wek tê zanîn Evdila Beg, kurê
Silêman Begê birayê Elmecît Begê ye. Gava nas dike emrê  Evdila Begê li dora heyştêyan
bûye. Evdila Beg wan salan hey dihate Erzurumê dima, Ahmet Aras carna diçû serîyan
lêdixist. Dibîne ku Evdila Beg di sohbetên xwe de hey behsa Evdal dike. Pirs dike, dibê “Apo,
tu mînanî ku qala nasekî xwe dikî,  ewê ku tu dibêjî Evdalê Zeynikê ye?”
Evdila Beg dibê “belê, hema ew bixwe ye. Ez huvde, hîjdeh salî bûm, Evdal hatibû cem apê
minê Elmecît Begê, salên wî nêzikî sedî bû. Min pê re xeberdaye, pê re rêwîtî jî kirîye. ”
Her wiha Ahmet Aras, hema bêje yekem car kesekî ku Evdal dîtîye re xeberdaye û hin
agahîyan jê hildaye. Ji wê rojê şûnda êdî li kû rastî dengbêjek yan jî merivek biemir tê pirsa
Evdal dike. Her wiha di havîna 1966an de li pey şopa Evdal dikeve, dertê li navçe û gunda
digere.
Bi taybetî dema amadekarîya pirtûka xwe yê li ser Evdalê Zeynikê, li heremê gelek gerîya ye
û li pey kesên mezin ku gihîştine Evdal û dengbêjên ku dûajoyên Evdal in ketîye. Di van
gerên xwe de Ahmet Aras tê  Cemalvêrdî jî. Taybetîya Cemalvêrdî ya herî girîng dîsa ji Evdal
tê. Wek tê zanîn Evdal xelqê Cemalvêrdî ye û heta sî salîya xwe li wir maye. Taybetîya
duyemîn jî Bedîhê Kor (Bedîhê Çavşûşe) ye.  Bedîh, yek ji şagirtên Evdalê Zeynikê ye. Jixwe
xelqê Cemalvêrdî ye û cînarê Evdal bûye.
Ahmet Aras, li Cemalvêrdî dibe mêvanê Koroxlî Beg. Li wir dixwaze Bedîhê Kor bibîne û
him di derheqê Evdal de hin agahîyan hilde him jî kilamên Evdal jê bigre.
Lê mixabin Bedîh di wê hevdîtina wan de ti agahî nedaye û gotinên kilaman jî negotîye. Gava
pirsa Evdal jê hatîye kirin, çavên xwe qirpandîye û gotîye “na na na… min Evdal nedîtîye, ez
nizanim.”
Bi salixên Ahmet Aras, Koroxlî Beg ji Bedîh re dibêje “Axa,de te her tim ji me re qal dikir,
herkes dizane ku tu şagirtê Evdal bûyî, were xwe nevêje înkarîyê, di vî karî de tiştek talûke
tune ye, tu zanînên xwe bêje!”*
Koroxlî Beg û kesên din yên li wir dikin nakin Bedîh ikna nabe û Ahmet Aras ji wir destvala
vedigere.

Ahmet Aras dide zanîn ku ne tenê Bedîh, gelek dengbêjn din jî dîsa agahî nedane. Mesela
berîya ku here Cemalvêrdî, jê re salixê Sofî Siloyê Dignûkê dane, diçe wir jî…  Sofî Silo
dengbêjek  heremê bûye  di xwetê xwe de, gihîştîye Evdal, Evdal Dîtîye, kilam û hunera wî
tev jê hilda ye. Lê ew jî wek yên din behsa Evsal nekirîye û gotinên kilama negotîye.
Gelo çima? Ev tiştek him ecêb e him jî trajîk e. Ahmet Aras evî rewşî bi sedêma atmosfera
polîtîk ve girê dide: “Di wan deman de Kurmancî qedexe bû û kê li ser Kurmancitîyê çi
bikira, çi bigota dikişandine qereqolê, xelq ditirsîya, ku min digot ezê qeyd kim, yekcar
ditirsîyan.” 
Lê nasene, her digere û dev ji şopa Evdal bernade. Diçe Melehesen Husemaddin Öztürk, diçe
Qerekûyê Mehmet Öztürk dibîne , li ser Evdal agahîyan jê wan hildide. Diçe Qancîya û
Delîelo nebîyên Evdal dibîne, diçe Zêtka, Qerekilîs, Milazgir, Xinûs û Tekmanê gund bi gund
digere, dibe mêvanê cumaeta, dibe guhdarê dengbêja, gelek kar dike, ked xerc dike, her wiha
şopa Evdal rast û zelal dike, gelek kilam û meqama qeyd dike, diweşîne, pêşkeşî wêjeya
nivîskî dike.  
Wek tê xûyan ku Ahmet Aras di vî warî de xwedîyên xebatên gelek qedirbilind e. Hewceyê
gotinêye ku ji ber van xebatên xwe yên birûmet, gelek zehmetî jî kişandî ye. Jixwe ev rewş di
sêhra jîyana wî de jî berbiçav e.
Di sala 1944an de li gundê Meleosman ya navçeya Qereyazîyê hatîye dunê. Di sala 1970an de
Faqûlteya Aborî qedandîye. Di navbera salên 1965-66an de ji ber sedemên sîyasî hatîye
girtinê. Piştî 12ê Adara 1971î ji ber îdareya eskerî terka welat kirîye çûye Swêdê. Li wir heta
sala 1978an maye û memostatî kirîye. Paşê dîsa vegerîyaye welat û di Konfederasyona
Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) de xebitîye. Di sala 1979an de  li Îzmirê bicîhbûye.
Niha li wir dimîne.
 

Berhemên xwe yên biqîmet evin:
 Destana Ker û Kulîk
 Sîyabend û Xecê
 Serhildana Seyîdan û Berazan
 Şaîrê Kurda yê Efsanewî Evdalê Zeynikê.

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Dema Bextê Jan Valjean

    Di zartîya min de tê bîra min, li gund nobedarên me hebûn. Yek ji wan Mihê bû, rihma Xwedê lêbe, Mihêyê Rihanê. Bi şev li ber lodan nobet digirt, bi…

    Zêdetir
    Milyaketê Muzîka Kurdî

    Bêje, ji dengê ku niha bêdeng maye re bêje, ji xirabîyên ku afirîne xwe disipêrim te, ji xirabîya şevê gava tarî lê rûdinê, ji xirabîyên nebaşan yên ku dibin sedemên…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext